‘Li Sûdanê jinên xwedî pêdiyên taybet du caran rastî cihêkariyê tên’

Çalakvanên mafê jinan Amal El-Zakî û Xalîde Sabir balkişandin ser jinên xwedî pêwîstiyên taybet û gotin ku Li Sûdanê bi destpêkirina pevçûnan jinên xwedî pêwîstiyên taybet du caran rastî cihêkariyê tên.

SELMA El-REŞÎD

Sûdan - Li Sûdanê ji ber pevçûnên di navbera artêşa Sûdan û Hêzên Piştgiriya Lezgîn kesên xwedî pêdiviyên taybet rastî zexteke mezin ya dualî tên û zehmetiyan di gihîştina xizmetan de dibînin. Her wiha metirsiya binpêkirinên li dijî wan di rewşên şer de zêde dibe, hikûmet û sazî jî wan paşguh dikin. Nûnera Yekitiya Jinên Sûdanê Sor Amal El-Zakî û çalakvan û civaknas Xalîde Sabir derbarê mijarê de ji ajansa me re axivin û diyarkirin ku ji vî şerî herî zêde jin bandor bûn jinên xwedî pêwîstiyên taybet du qat zêdetir bandor bûn.

‘Şerê Sûdanê herî zêde zirarê dide jin û zarokan’

Nûnera Yekitiya Jinên Sûdanê li wîlayeta Deryaya Sor Amal El-Zakî bal kişand ser girîngiya bidestxistina wekheviyê û da zanîn ku yên herî zêde zirarê ji krîza li Sûdanê dîtine jin û zarok in. Amal El-Zakî  wiha got: “Bi taybetî di demeke ku alîkariyên mirovî tune ne, li kêleka wê jî îşkenceya ku jin berî û piştî krîza ku di Nîsana 2023’an de kûrtir bû dibînin. Ev yek jî di demeke ku alavên parastinê yên fermî û civakî tune ne û dibe sedem ku rewşên îşkence û êrîşa zayendî zêde bibin. Li gorî serjimara desteya bijîşkan a navendî rewşên êrîşên zayendî bûne 480 her wiha 230 jinên ducanî gazinan ji kêmxwariniyê dikin û di sala yekem a krîzê de milyonek zarok rastî nexweşiyên kêmxwariniyê hatin.”

‘Şer bi taybetî bandorê li jinan dike’

Amal El-Zakî destnîşan kir ku şer bi taybetî bandorê li jinan dike û got: “Di şerê ku sala borî li eyaleta Deryaya Sor çêbû de jinan berdêla herî mezin da. Şerê ku çêdibe teqeziyê li ser girîngiya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji civakê re dike. Divê di nava tîmên belavkirinê de derfet ji wan re werin avakirin da ku edalet û wekheviyê pêk bînin.”

Amal El-Zakî di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku Yekitiya Jinên Sûdanê li eyaleta Deryaya Sor bi hemû hêzên demokrat re ji bo rawestandina krîza li Sûdanê û ji bo jinan peydakirina atmosfereke ewle kar dike.

‘Kesên xwedî pêdiviyên taybet zêdetir mexdûr dibin’

Der barê bandorên şer ên li ser jinan û alîkariyên mirovî û jinên xwedî pêdiviyên taybet de çalakvan û civaknas Xalîde Sabir got: "Krîza li Sûdanê bandoreke mezin li jinan kir, navendên stargehan jî xizmeteke baş ji civakê re pêşkêş nakin, pê ve girêdayî jî pêdiviyên kesên xwedî pêdiviyên taybet nayên peydakirin."

Xalîde Sabir teqez kir ku rastiya jinan û kesên xwedî pêdiviyên taybet beriya şerê li Sûdanê ji sazî û ferdan re ne girîng bûye û got: “Gelek caran şer dibin sedem ku gelek kes kêmendam bimînin. Koçberên jin ên xwedî pêdiviyên taybet rastî îşkenceyeke giran tên û ev dibe sedem ku alavên xwe yên alîkariya wan di tevgerê de dikin mîna kursî û daran winda bikin. Her wiha navendên stargehan alîkariya pêwîst ji wan re pêşkêş nakin. Mamosteyên ku bi zimanê îşaretê dizanin tune ne her wiha navendên stargehan ji bo hêsankirina tevgera wan ne amade ne, serşokên wan jî li gorî rewşa wan nîn in.”

‘Ji ber krîza li Sûdanê berpirsyariyên mezin dikevin ser milên jinan’

Xalîde Sabir da zanîn ku dema jinên ku êavên xwe windakirine ber bi eyaleta El-Cezîre û piştre bajarê Bortsûdan ve birine gelek zehmetiyan kişandine û got ku ew alîkarî ji aliyê hemû kesan ve bi rengekî dilxwazî bûye.

Der barê xirabûna rewşa jinan a aborî de Xalîde Sabir got: "Ji ber krîza ku li Sûdanê jin rastî berpirsyariyên mezin tên her wiha rewşa şer bandorê li rewşa jinan kiriye. Neçar dimînin ji herêmên şer  koç bikin û berê xwe bidin herêmên bi ewle. Ev yek jî dihêle ku gelek berpirsyarî bikeve ser milên wan. Ji ber ku şer berdewam dike û alîkarî tune ye."

Xalîde Sabir di dawî de destnîşan kir ku hejmara jin û zarokan li navendên stargehan zêde ne û ew weke koçberên li ewlehiyê digerin. Her wiha da zanîn ku hinek malbatan jî îşkence li zarokên xwe yên keç kirine û ji bo barê aborî  li ser xwe sivik bikin di temenekî biçûk de wan bi endamên Hêzên Piştgiriya Lezgîn re zewicandine.