Zozan Bekir: Em ê bi coşa pêşhilbijartinan biçin hilbijartinên 30’ê Gulanê

Berdevka Kongra Star Zozan Bekir têkildarî hilbijartinên xwecihî got: “Hilbijartinên ku di 30’ê Gulanê de pêk werin, beriya wê pêşhilbijartin çêbûn dê bi pêşengiya jinan bibe modela jiyana nû ji bo tevahî hêzên navxweyî û herêmî.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roj bi roj nêzî roja hilbijartinên navxweyî yên şaredariyan dibin ku dê di 30’ê Gulanê de li tevahî kantonên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêk werin. Di vî warî de gelek xebat tên meşandin ku ev hilbijartin bi rêk û pêk werin lidarxistin û di wateya xwe ya rasteqîn de hêviyên jinan û gel bînin cih.

Têkildarî girîngî, wate û atmosfera hilbijartinan, berdevka koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Zozan Bekir nirxandin kir.

‘Em bi van hilbijartinan re bûn xwedî destkeftiyeke nû’

Zozan Bekir di destpêka nirxandinên xwe de diyar kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyeke nû qezenc kirine û got: “Piştî Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevpeymana civakî ya hatiye sererastkirin pejirand, êdî xebatên lidarxistina hilbijartinên navxweyî yên şaredariyan ketin rojeva me. Di vê çarçoveyê de qanûnên şaredarî û hilbijartinan hatin ragihandin ku em jî derbasî pêvajoya amadekariyên ji bo hilbijartinan bûn. Weke tevgera jin jî me bi taybetî plansaziya xwe birêxistin kir ku di heman demê de jî me li gel PYD’ê lihevkirina bi hev re ketina nava hilbijartinan pêk anî. Jixwe tecrubeya pêkanîna van hilbijartinan di Rojhilata Navîn û cîhanê de nû ye her wiha mijara ku jin namzedan bi vîna xwe diyar bikin û pêşhilbijartinan werin birêxistinkirin, gaveke wiha bû ku cara yekemîn tê jiyîn. Ji bo me jinan ev gava hatiye avêtin gelek girîng û bi wate bû, heta ez dikarim teqez bikim ku yek ji destkeftiyên jinan ên şoreşa jinan e. Çawa ku di van salên şoreşê de jinan bi dehan destkeftî qezenc kirin, bi van hilbijartinana jî jinan dikaribûn destkeftiyeke nû li ser zêde bikin. “

‘Em ê bi coşa pêşhilbijartinan biçin hilbijartinên giştî’

Zozan Bekir da zanîn ku jinan nûnerên xwe bi vîneke azad hilbijartine û wiha berdewam kir: “Di 28 û 29’ê Nîsanê de li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşhilbijartinên diyarkirina namzedên jin ên hevşaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin. Di van du rojan de me dît ku ji jinên ciwan bigre heta extiyaran, gelek ji wan jî bi zorê dimeşiyan, berê xwe dan cihê sandoqan û vîna xwe di diyarkirina nûnerên xwe de bi kar anîn. Coş, reng û hezkirina jinan di pêşhilbijartinan de bi rengekî diyar xwe dan der. Li gorî nirxandinên hatin kirin jî pêvajoya pêşhilbijartinan erênî û serkeftî bû. Piştre li kantona Firatê pêşhilbijartin giştî pêk hatin, jixwe namzedên jin hatibûn diyarkirin ku me vîna jinan di vê mijarê de bingeh girt lewra namzedên PYD’ê hatin diyarkirin niha namzedên jin û mêr ji bo hilbijartinên 30’ê Gulanê amade ne.”

‘Sekna jinan bû bersiva hêzên dagirker û qirker’

Zozan Bekir behsa girîngiya lidarxistina hilbijartinên şaredariyan kir û wiha domand: “Pêkhatina vê xebatê di vê pêvajoyê de di asta giştî de jî xwedî girîngiye mezin e. Tê zanîn ku bi salan e aloziya Sûriyeyê berdewam dike û di asta siyasî de jî heta niha tu îstîqrar pêk nehat. Her wiha di Rojhilata Navîn de roj bi roj krîz kûrtir û pirsgirêk mezintir dibin. Di demeke wiha de ezmûnên li Bakr û Rojhilatê Sûriyeyê tên jiyîn nimûne ne. Pergala li herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê tê pêkanîn ku bi pêşengiya jinan tevahî pêkhateyên wê bi rengekî aram, ewle û demokratîk dijîn, her roj bi coş û rengekî cuda diyartir dibe. Di vî warî ev hilbijartinên pêk werin ku beriya wê pêşhilbijartin çêbûn, careke din modeleke nû ye ji bo hêzên navxweyî û herêmî jî. Em ji bîr nekin ev xebat û gavên tên avêtin, tevî gef û bombebarana dewleta tirk ya rojane bi rê û rêbazên cuda li kantonên me pêk tên, tên kirin. Di demeke ku jinên kantona Firatê amadekariyên birêxistinkirina pêşhilbijartinan dikirin, rêveberiya saziyeke mirovî û sivîl ya parastina jinan ji tundiyê ji aliyê balefirên bê mirov yên dewleta tirk ve hat armanc girtin ku di encamê de bi giranî birîndar bû.”

‘Çareseriya aloziya Sûriyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyanî ye’

Zozan Bekir dirêjî da nirxandinên xwe û behsa aloziya Sûriyeyê kir: “Coş, îsrar û sekna jinan a di pêşhilbijartinan de careke din bû bersiv û helwesta li dijî hêzên dagirker û qirker ku hewl didin hebûna xwe bi tunekirina jinan re mayînde bikin. Di heman demê de bi giştî hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk werin dê bibin bersiva tevahî hêzên ku qaşo ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê di nava hewldanê ne û heta niha çareserî peyda nebû lê vaye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevahî pêkhateyên heyî bi yekitiyeke xurt çareseriyê ji bo tevahî gelên Sûriyeyê pêşkêş dikin. Cara yekemîn e ku dê li herêmên ji DAIŞ’ê rizgarkirî weke Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezorê hilbijartin çêbin ku pêşhilbijartinên wê jî bi pêşengiya Kombûna Jinan a Zenûbiya hatin lidarxistin. Li van herêmên ku di bin siya hişmendiya DAIŞ’ê û tarîtiya wê de mabûn, em dibînin ku di roja îro de pêşhilbijartinên xwe çêdikin û namzedên xwe diyar dikin ku wê jinên xwe ji pençên DAIŞ’ê rizgar kirine, pêşengiya avakirina şaredariyên demokratîk bikin.”

Zozan Bekir axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ger em li van encaman binêrin, em ê bibînin ku ev xebata tê meşandin yek ji gavên çûyîna ber bi çareseriya aloziya Sûriyeyê ve ye. Îro daxwazên gelên Sûriyeyê yên demokrasî, azadî, wekhevî û aştiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyanî dibin. Lewre hilbijartinên 30’ê Gulanê dê bi xwe re vîna jin, ciwan û gel nîşan bide ku ev jî berhemên ked û têkoşîna bi salan dihat kirin e. Em di vê baweriyê de ku dê hilbijartinên demokratîk werin lidarxistin ku ya girîn di nav de nûnerên civakê derkevin û bikaribin rola xwe di demokratîkbûna civakê de bilîzin. Di vê wateyê de careke din ji me re tê teqezkirin ku çareseriya vê aloziyê û pirsgirêkan bi destên jin, ciwan û pêkhateyên Sûriyeyê pêkan e.”