‘Li Refahê 10 hezar Filistinî bi darê zorê ji cihên xwe bûn’

Netewên Yekbûyî (NY) diyar kir ku piştî biryara Îsrailê ya derbarê valakirina bajarê Refahê ya bi Başûrê Zîvala Xezayê cih digre û ji ber êrişên bejahî, di nava çend rojan de 10 hezar Filistinî bi zorê ji cihên xwe bûne.

Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsrailê ji 7’ê Cotmehê heta niha li ser Zîvala Xezayê berdewam dike. Derbarê êrişan de li gora daxuyaniya herî dawî ya ji Xezayê; herî kêm 14 hezar û 944 zarok, 9 hezar û 849 jin jî di nav de 34 hezar û 789 Filistînî hatine qetilkirin.  

Piştî ragihadina lihevkirina agirbesta li Zîvala Xezayê ya Hemasê ku Qeter û Misir pêşkêş kirin, Kabîneya Şer ya Îsrail biryara berdewamiya êrişên li Refahê girt. Artêşa Îsraîlê ya di daxuyaniya xwe ya 6’ê Gulanê de xwest ku hinek taxên li rojavayê Refah ku Filistînî xwe spartinê were valakirin, ragihand ku wê êrişa bejahî bide destpêkirin û deriyên sînor yê Refah û Misirê aliyê Xezayê xistine dest. Li herêma ku tê xwestin were valekirin tê texmînkirin ku nêzî 100 hezar Filistînî lê dimînin.

‘Di nava çend rojan de 10 hezar kes bi darê zorê ji cihên xwe bûn’

Koordînatorê Alîkariya Lezgîn û Alîkarê Sekreterê Giştî û Berpirsê Karê Mirovî yê NY Martin Griffiths derbarê geşedanên li Xezayê de li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal X parvekirin kir. Martin Griffiths da zanîn ku biryara dawî ya Îsrailê ya tehliyekirin, wê rê li ber hê zêdeti mirin ji cihê xwe bûnê veke. Martîn Griffiths da zanîn ku di nava çend rojan de bi 10 hezaran kes bi zor ji cihên xwe bûn.

‘Em ê alîkariyê berdewam bikin’

Martîn Griffiths destnîşan kir ku bi girtina deriyê sînor yê Refahê neqliyeya personelan zehmet bûye, da zanîn ku tîm hê li Refahê ne. Martin Griffiths îşaret bi wê yekê kir ku di nav de 600 hezar zarok zêdeyî 1 milyon kes li Refahê ne û wiha got: “Mirov li ku derê dibe bila bibe em ê alîkariyê berdewam bikin.” Martin Griffiths bi bîrxist ku ew biryara ku îro hatiye girtin wê ji aliyê neslên pêşerojê ve were bi bîrxistin û got: “Divê em ji bo şeremzarkirina wan amade bin.”

‘Refah bajarek a zarokan e’

Li aliyê din berdevkê Fona Alîkariya Zarokan ya Netewên Yekbûyî (UNICEF) James Elder diyar kir ku Refah bajarek yê zarokane û bal kişand ku ji nivê zêdetir zarokên li Xeza li vê derê jiyan dike û îşaret bi wê yekê kir ku li Refahê standarata bigehîn ya jiyanê gelek xirab e. James Elder wiha got: “Li Refahê serê her 850 kesan tewletek heye. Ger deriye sînor yê Refahê demek dirêj girtî bimîne, gelek zehmete pêşî li xelaya li Xezayê were girtin.”