Li 7 bajarokên Hesekê pêşhilbijartinên namzedên jin

Kongra Star a bajarê Hesekê li 7 bajarokan dest bi pêhilbijartina namzedên jin ên hevşaredariyê kir.

Hesekê – Li gorî nexşeya nû ya Herema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek guhertin hatin çêkirin. Li gor guhertinên nû di 7 kantonan de 6 bajarên mezin û 40 bajar û 105 bajarok hene. Di hundirê kantona Cizîrê de ji xeynî bajarên mezin ên Hesekê û Qamişlo, 15 bajar û 40 bajarok hatin sazkirin. Kongra Star li 7 bajarokên ku nû hatine avakirin dest bi pêşhilbijartinên namzedên jin ên hevşaredariyan kir.

Bajarokên ku li wan dest bi pêşhilbijartinan hatiye kirin ev in: Şaredariya Qibûr Qerajna ya girêdayî Til Temirê, bajaroka Herîrî ya girêdayî Şedadê, Til Tewîl û Red Şegra, Em Midfa, Mergeda û Mexrûm a girêdayî bajarê Hesekê ne.

Pêşhilbijartina ku bi rengekî demokratîk berdewam dike bi armanca ku her bajarokek namzeda xwe ya jin a hevşaredariyê hilbijêre tê lidarxistin.