“27 sal in kiryarên êrîşa li dijî rojnameya Ozgur Ulkeyê nehatine cezakirin”

Di ser êrîşa li ser sê avahiyên Rojnameya Ozgur Ulkeyê re 27 sal derbas bûn û berpirsyar heta niha jî bê ceza ne. Rojnamegeran diyar kirin ku ji salên 1990'î û vir ve zext bi awayên cuda berdewam dikin û gotin; "Her çendî rêbaz guherî jî aqilê dewletê neguherî."

ELÎF AKGUL
Stenbol - Tam 27 sal berê di 3’ê Kanûna 1994’an de avahiya teknîkî ya rojnameya Ozgur Ulke ya li Kadirgaya Stenbolê, navenda wê ya li Cagaloglu û buroya wê ya Enqereyê rastî êrîşa bi bombe hat. Di êrîşê de Ersîn Yıldiz ê 32 salî ku li Ofîsa Kadîrgayê wezîfedar bû hat qetilkirin û 23 xebatkar jî birîndar bûn. Piştî êrîşê Ozgur Ulke bi îmzeya serokwezîra wê demê Tansu Çîller belgeyeke bi îfadeya "veşartî" weşand. Di belgeyê de navê rojnameyê hat dayîn û wiha hat gotin: “Çalakiyên dezgehên çapemeniyê yên ku ji bo piştgirîkirina çalakiyên cudaxwaz û wêranker weşanê dikin, êrîşeke vekirî li dijî nirxên jiyan û exlaqî pêk hatiye. Ji bo jiholêrakirina vê metirsiya girîng a li ser yekparçebûna welat û neteweyê tedbîr bên girtin.”
“Aqilê dewletê neguheriye” 
Di 27 salên derbasbûyî de tu kes ji berpirsên êrîşê nehat darizandin. Zextên li ser çapemeniya Kurd bi guhertina rêbazan berdewam kirin. Li aliyê din çapemeniya azad her sal li Kadirgaya ku êrîş lê pêk hat, ji bo darizandina berpirsyaran tên cem hev. Der barê mijarê de hevberdevka berê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Eren Keskîn ji ajansa me re axivî û got; "Her çiqas rêbaz hatibe guhertin jî aqilê dewletê neguheriye" û got; "Gelek nivîskarên vê rojnameyê, heta belavkarên ciwan jî hatin kuştin. Kesek ji ber van kirinan nehat cezakirin. Ji ber vê yekê, tiştek nehatiye guhertin. Dema di salên 1990'î de ev rojname hat bombekirin, hemû aktorên dewleta kûr a wê serdemê îro jî li hene, mîna ku tiştek nebûbe, li derdorê digerin.” 
"Jiyana me her tim bi sînor e" 
Eren Keskîn bal kişand ser pêkanînên berê û yên niha û wiha got; “Di wê pêvajoyê de mirov dihatin kuştin, di bin çavan de dihatin windakirin lê niha ji berê zêdetir astengiyên li pêşiya azadiya ramanê hene. Tenê ji ber fikrên wan kesên ku diçin îfadeyê tên girtin. Mînak, ji ber ku min navê xwe wek rêveberiya weşanê ya giştî ya vê rojnameyê nivîsî, niha ji ber vê rojnameyê 26 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li min hatiye birîn. Gelek kes di girtîgehê de ne, em hemû berendamên ketina girtîgehê ne, em nikarin biçin derveyî welat, jiyana me her tim bi sînor e. Ji ber vê yekê her çiqas rêbaz guherîbin jî aqilê dewletê tu carî neguheriye."
“Tevî zextan jî rastî hatin nivîsandin” 
Edîtora Rojnameya Atilimê Nadîre Gurbuz behsa atmosfera hevgirtinê ya piştî êrîşê kir. Nadîre Gurbuz diyar kir ku wan li Ofîsa Atilimê civiyan û roja din 4 rûpel "Ozgur Ulke" weşandine û wiha berdewam kir: "Di rastiyê de peyama vê yekê ye ew e ku hûn qetil jî bikin, li nîvê kolanê înfaz jî bikin, binçav bikin û bigrin ji kevneşopiya Çapemeniya Azad, kevneşopiya çapemeniya Kurd a sosyalîst tu carî bêdeng namîne û her tim nivîsandina rastiya bidomîne. Ev kevneşopî ji wê demê ve berdewam dike.”
“Em serî natewînin”
Edîtora Yenî Yaşamê Nevîn Cerav jî diyar kir ku zextên li ser çapemeniya Kurd û Çapemeniya Azad kêm nebûne û wiha axivî; “20 sal berê yek ji van êrîşan bi awayekî hovane hat jiyîn. Me hevalek winda kir. Lê heta îro tiştek neguheriye. Hevalên me dema li ser erka xwe ne, di bin îşkenceyê de tên girtin û ji ber ku dengê mirovên li hemberî neheqiyan mexdûr dibin, didin bihîstin salan di girtîgehê de tên girtin. Rastî îşkenceya lêgerîna tazî tên. Her dem ev zext zêde dibin û bi rêbazên cuda berdewam dike. Lê em ji vê yekê re serê xwe natewînin. Em di weşana xwe de, di Çapemeniya Azad de dengê kesên ku li wan neheqî hatiye kirin bidin bihîstin û rastiyan binivîsin.”