Zeynep Erdem bû sembola berxwedana li dijî xiyanetê

Fadîle Tok yek ji wan jinan e ku şahidî ji têkoşîn û xebatên şoreşger Zeynep Erdem (Jiyan) a di 13’ê Îlona 1995’an de li wargeha Etrûşê di encama gulebarana PDK’ê de jiyana xwe ji dest da re kiriye, qala kesayet û têkoşîna wê kir.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – 29 sal di ser şehadeta şoreşger Zeynep Erdem bi nasnav Jiyan a ku di 13’ê Îlona sala 1995’an de li wargeha Etrûşê di encama gulebarana PDK’ê de jiyana xwe ji dest da derbas bû.

Şoreşger Zeynep Erdem ango Jiyan di sala 1967’an de li Sêwazê çavên xwe li jiyanê vedike. Li Enqereyê, paytexta Tirkiyeyê di nava qirkirina çandî de zanîngehê dixwîne lê ji ber nakokiyên heqîqeta xwe û civaka xwe, di sala 1988’an de beşdarî tevgera azadiya Kurdistanê dibe. Bi dîtina Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan heqîqeta jinan û civaka azad hembêz dike. Di salên 1993 û 1994’an de têkoşer Jiyan û gelê Botanê hev nas dikin. Piştî wê tê Başûr û di bihara 1995’an de careke din diçe gel gelê Botanê lê vê carê li wargeha Etrûşê hev dibînin. Li wargeha Etrûşê jinan bi rêxistin dike, girîngiyek taybet dide xebatên jinan û komînên xweser ava dike. Dest bi eleqe û perwerdekirina jinan dike.

Di encama êrîşa PDK’ê de jiyana xwe ji dest da

Di navbera salên 1993-1995’an de gelê Botanê ji ber erîşên dewleta Tirk neçar ma ji cih û warên xwe koçber bibe. Kesên ku berê xwe dan başûrê Kurdistanê, hinek ji wan li Ertûşê hinek jî li Geliyê Qiyametê mabûn lê zexta PDK’ê li ser konên Geliyê Qiyametê zêdetir bû, riya tevahî pêwîstiyên wan hatibû girtin. Ji ber vê jî di 13’ê Îlona 1995’an de li Etrûşê bi tevlibûna jinan, pîr, ciwan û heta zarokan meşek hat lidarxistin. Şoreşger Zeynep Erdem (Jiyan) jî di nava wê çalakiyê de cih girt. PDK’ê erîş bir ser gelê ku çalakî li dar xist û di encama êrîşê de şoreşger Jiyan bi gulebarana pêşmergeyên PDK’ê jiyana xwe ji dest da, 7 kes jî birîndar bûn.

Fadîle Tok a yek ji jinên ku şahidî ji têkoşîn û xebatên şoreşger Zeynep Erdem ango Jiyan re kiriye, bi boneya 29’emîn salvegara şehadeta wê ji ajansa me re axivî.

‘Xeyalên hevala Jiyan gelek mezin bûn’

Fadîle Tok, di destpêka axaftina xwe de di kesayeta Şoreşger Zeynep Erdem de tevahî cangoriyên tevgera azadiyê bi bîr anî û wiha axivî: “Ez di şexsê hevala Jiyan de tevahî şehîdên meha Îlonê bi bîr tînim. Naskirina me ya hevala Jiyan di sala 1995’an di penaberiya li wargeha Etrûşê de çêbû. Vê demê me dest bi xebatê kir û bi vî awayî hev nas kir. Hevala Jiyan hevaleke pir têgihîştî, birêxistinkirî û zana bû. Nêzîkatiya hevala Jiyan a bi jinan û civakê re mînak bû. Hevala Jiyan bi hêz, îlham û perwerdeya ku ji qada Rêber Apo girtibû, civak û jinan birêxistin dikir û di nava gel de gelek dihat hezkirin. Herî zêde dixwast jinan bi pêş bixe. Di salên herî zehmet de bi me re bû yek û hêz da me. Hevala Jiyan gelek ji zarok, ciwan û jinan hez dikir. Ne tenê di aliyê bîrdozî de ji hemû aliyan ve jinan perwerde û birêxistin dikir. Xeyalên hevala Jiyan gelek mezin bûn.”

‘PDK’ê bi zanabûn hevala Jiyan hedef girt’

Fadîlê Tok, bi van gotinan kêliyên ku PDK’ê êrîşê gel kir vegot: “Wê demê beşek li Geliyê Qiyametê û beşek jî li Etrûşê bûn. Ambargoya PDK’ê li ser wargeha Geliyê Qiyametê û Etrûşê hebû. Me xwest em weke wargeha Etrûşê li dijî dorpeç, şewitandina konên gel û qetilkirina şêniyên li wargeha Geliyê Qiyametê çalakî pêk bînin û piştgiriyê bidin gel. Meşeke girseyî pêk hat û di meşê de hevala Jiyan, jin û zarok li rezên pêş bûn. Hevala Jiyan di meşê de pêşengî kir. PDK’ê bêyî ku bibêje jin û zarok ji qereqolên xwe gule li ser gel reşand. Di encama êrîşê de 7 kes birîndarbûn û hevala Jiyan bi giranî birîndar bû û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. PDK’ê bi zanabûn hevala Jiyan hedef girt.”

‘Hevala Jiyan hewl dida hemû beşên civakê perwerde bike’

Fadîle Tok bi gotinên; “Xeyal û daxwaza hevala Jiyan rêxistin û perwerdebûyîn bû” gotinên xwe domand û wiha axivî: “Bi taybetî jî gelek dixwest jin bihêz û zane bin û di nava xebatan de cih bigrin. Hevala Jiyan demên xwe yên zêde bi xwendinê re derbas dikir û ji xwendinê pir hez dikir. Hevala Jiyan hemû dema xwe bi jin, zarok û civakê re derbas dikir û hewl dida hemû beşên civakê perwerde bike. Hevala Jiyan her dem bi ciwan û dayikan re nîqaş dikir û dixwest hêza xwe bide van lê mixabin ji aliyê xiyanetkaran ve zû hat şehîdxistin. Em hemû ji şehîdbûna hevala Jiyan pir bi bandor bûn. Em hevala Jiyan weke pêşenga xwe dibînin û hewl didin têkoşîna wê mezintir bikin. Li dijî PDK’ê ango xeta xiyanetê hêrsek me ya mezin heye. Herî zêde me şahidî ji xiyanet û dijminatiya PDK’ê re kir.”

‘Hevala Jiyan ji bo me bû çavkaniya îlhamê’

Fadîle Tok, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku mîrateya şoreşger Zeynep Erdem ango Jiyan jiyanî dibe û got: “Hevala Jiyan, hevaleke gelek hêja bû. Mirov dixwest her dem li gel wê bimîne û nîqaş bike. Ji ber ku mirov li gel wê xwe rehet hîs dikir û zana dibû. Mirov îlham ji kesayeta wê digirt. Hevala Jiyan hişt ku em jin bikaribin xwe pênase bikin û mafên xwe bizanibin. Lewma em tu caran hevala Jiyan ji bîr nakin û pêşenga xwe dibînin. Me soz da em ê xeyalên wê pêk bînin. Îro di tevahî saziyên me de herî zêde jin cih digrin û rola pêşengiyê dilîzin. Li Wargeha Mexmûrê ji bo domandina mîrateya hevala Jiyan dibistan û akademiyên bi navê wê hatin avakirin. Di van dibistanan de hezaran zarok tên perwerdekirin. Her wiha di akademiya şehîd Jiyan de jin û mêrên wargehê tên perwerdekirin û birêxistinkirin. Mîrateya hevala Jiyan li Mexmûrê jiyanî dibe.”

‘Em tu carî xiyaneta PDK’ê ya li dijî xwe ji bîr nakin’

Fadîle Tok, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê civak û bi taybetî jin bersiveke xurt bidin êrîş û dagirkeriyê û wiha got: “Dema PDK tê gotin xiyanet û dijminahî tê bîra me. Em tu carî xiyaneta PDK’ê ya li dijî xwe ji bîr nakin. Lewma her kêlî hêrs û nefreta me ya li dijî PDK’ê mezintir dibe. Em ê daxwaz û armanca pêşengên xwe pêk bînin û li dijî êriş û dagirkeriyê bêdeng nemînin. Divê civak û bi taybetî jin bersiveke xurt bidin dagirkeran. Em ê heta nefesa xwe ya dawî girêdana xwe ya bi şehîdan re bidomînin, di xeta wan de bimeşin û têbikoşîn.”