Newaya ku li Kobanê bilind bû: Viyan Peyman

Li pênc parzemînan herî kêm 30 welat û ji 92 bajaran bi milyonan, li kêleka şoreşa ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê hat destpêkirin bûn. Têkoşîn û şervaniya Viyan Peyman ku bi stranên dengbêjiyê berxwedana Kobanê kir destan, navê xwe li vê serdemê nivîsand.

DILOVAN ASMÎN

1’ê Mijdarê roja Têkoşîna Cîhanê ya Kobanê ye mirovahiyê tîne ba hev, li pênc parzemînan herî kêm 30 welat û ji 92 bajaran bi milyonan, li kêleka şoreşa ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê hat destpêkirin bûn. Çîroka yên ku gelê cîhanê anîne ba hev di salnameyên vê serdemê de hatin nivîsandin. 

Çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê îlona 2014’an de ji sê aliyan ve dest bi êrişên li dijî kantona Kobanê ya girêdayî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Li ser gotina Erdogan a ‘Kobanê dikeve, wê bikeve’ bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan Kobanê. Gelê cîhanê di dema berxwedana Kobanê de, Kobanê bi tenê nehişt, bi xetera hebûna çeteyên DAIŞ’ê dizanibûn.

Daxwazên DAIŞ’ê û Erdogan ên ketina Kobanê pêk nehat, berxwedana YPJ, YPG, gerîlayên azadiyê û gel, xeyalên wan pûç kir. Li cîhanê bi milyonan, li Kobanê şervanên serdemê û gerîlayan, 134 rojan bi berxwedana bêhempa bi hev re bêhn girtin. 

Bi armaca piştgiriya berxwedana li dijî DAIŞ’ê, ji aliyê Komîsyona Sîvîl a Tirkiyeyê ya Yektiya Ewropayê (EUTCC) û Însiyatîfa Peace Camping li dijî DAIŞ’ê bi banga ‘Ji bo Kobanê û mirovahiyê serferberiya gerdûnî’ 1’ê Mijdarê ‘Roja cîhanî ya Kobanê’ hat îlankirin.  

Berxwedana Kobanê vegyerî berxwedana ku hemû cîhanê rizgar dike. Bû berxwedaneke ku gerîlayên jin û mêr ên di vê serdemê de dilê wan bi azadiyê dagirtîbû ji mirovahiyê re hiştin. Bi vê berxwedanê, gelek qeherman ketin bin axê, yên ku perçe ji bedena wan jêbûn hebûn. Ên ku berxwedanê jiyan, çîroka berxwedana ku li Kobanê mirovan rizgar dike, bi gotina ku bigihîje hemû deman, têkoşîna xwe berdewam kirin.  

Viyan Peyman bû dengê berxwedana Kobanê!

Di dema berxwedana Kobanê de herî zêde jî jinê-an reng dan kêliyên berxwedana Kobanê. Şervanên jin herî zêde ji bo tola jinan hilînin gule diteqandin. Li kolanên Kobanê tililiyên jinan, lorîn, dengbêjî û qîrina bi hêrs bilind dibûn. Yek ji lehengên vê têkoşînê şoreşger, gerîla û degbêj Viyan Peyman bû. Bi strana dengbêjî ya bi navê “Wey li Minê, Dewranê”  bû destana berxwedana Kobanê. Şervanî û berxwedana Viyan Peyman navê xwe li vê serdemê nivîsand.  

Gelê Kurd bi dengê wê yê xweş, bi stranên dengbêjiyê Viyan Peyman nas kir. Şehîd Viyan Peyman keça çiyayê Gilîdaxê (Agirî), fermandara şerê giran ê Kobanê û dilsoza peymana xwe bû.

Çiyayê Gilîdaxê xwedî bedewiyeke bêdawî ye û di dergûşa wê de jî zarokên bedew, jîr û wêrek mezin dibin. Viyan Peyman dilwêrek û serhildêr bû, mîna xaka xwe. Wateya pak a jiyanê di kenê wê de veşartî bû. Yek ji jinên agir û rojê bû, dilê xwe kiribû paytexta xwedawendan. Bi hezaran wate xistibûn nava meş û jiyana xwe ya şoreşgerî. Ji bo wê ne girîng bû ku mirov demdirêj bijî, ya girîng ew bû ku bikaribe kêliyên xwe bi şopên watedar tijî bike.

Meşa azadiyê ji Makuyê dest pê kir

Gulistan Talî Cinganlo bi nasnav Viyan Peyman, di sala 1988’an li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Makuyê ji dayik bû. Serhed warê çiya û zozanên asê şêniyên xwe jî fêrî qehîmbûn û serhildêriyê dike. Gelên herêmê her dema ku dikeve tengasiyê û her ku bi êrîşan re rûbirû dimîne, yekser berê xwe dide çiyayên Gilîdaxê, Tendûrek û Agiriya piçûk. Hemû çîrok, destan û lehengiyên vê erdnîgariyê bi dengbêjî, klam û stranan tên ziman. Lewma dîroka vê erdnîgariyê bi gotinan digihîje nifşên hatî û gel wisa dîroka welatê xwe hîn dibe. Viyan jî bi dengê bilûra şivanan, kilam û lajeyên kal û pîran dîroka xwe ya tijî jan û êş hîn dibe. Her ku gerîlayên azadiyê berê xwe didin Serhedê ew betona li ser tirba Kurdan diderize û bi sedan ciwan ji bo tola xwe ya dîrokî hilînin, ji bo ku Kurdan ji gorê rakin, tevli refên cengê bûn. Bi vê mebestê di sala 2005’an de Gulistan ango Viyan Peyman jî biryara tevlibûnê da.

Bedewiya xwe bi çiyayan re kir yek

Viyan Peyman bedewiya xwe bi çiyayên Kurdistanê re kir yek. Çiya ji bo jinên têkoşer qible ye. Lewma jinên ku neheqî, zilm, bindestî û dagirkeriyê qebûl nakin, berê xwe didin vê qibleyê. Çiyayên Kurdistanê ji Sara, Zîlan, Bêrîtanan re bûn hêlîn. Wan xwedawendên pîroz textên xwe li çiyayan danîn û bi dengê xwe yê bi heybet bang li jinên azadîxwaz kirin. Viyana welatê rojê jî di gavên xwe yên destpêkê de xwe bi çiya re ava kir. Eşqa xwe ya çiya bi dengê xwe yê çiyayî vegot. Hezkirina hevaltiyê, girêdana bi rêhevalên xwe yên şehîd re bi stranên dengbêjî, bi dengê xwe yê çiyayî vegot.

Gelê Kurd Viyan bi strana “Fermandarê Min” ku ji bo fermandarên efsanewî Şehîd Kurtay Feraşîn û Şehîd Adil Bilika stra û strana bi navê “Wey li Minê, Dewranê” ji bo berxwedana Kobanê stra, nas kir.

‘Em ê serkeftinê diyarî Rêber Apo û şehîdan bikin’

Dema ku çeteyên hov ên DAIŞ’ê bi destûra dewleta faşîst a Tirk êrîş birin ser Kobanê, dema ku Tayîp Erdoganê faşîst saet û saniye dihejmart û li benda ketina Kobanê bû, bi bangewaziya Rêber Apo re gerîla ji çiyayên Kurdistanê bi hewara Kobanê ve hatin, hevala Viyan Peyman jî ji Botanê berê xwe da Kobanê. Viyan di vî şerî de jî pêşengiyeke dîrokî kir. Ew hem fermandar bû, hem hevrê, hem jî hunermenda şer. Di wan kêliyên dijwar de fermandar Viyan bi moral û stranên xwe û bi baweriya bêdawî ya ji serkeftinê re tevdigeriya. Di kêliyên herî giran ên şer de digot: “Em ê bi ser bikevin û Kobanê rizgar bikin. Em ê vê serkeftinê diyarî Rêber Apo û şehîdan bikin. Em ê di roja rizgarkirina Kobanê de dîlana serkeftin û azadiyê bigerînin.”

Bi vê baweriyê jî kêliyek navber nedida têkoşîna xwe. Hêvî û baweriya Viyan Peyman pêk hat û bajarê Kobanê ji çeteyên hov ên DAIŞ’ê rizgar bû şervanên azadiyê serkeftina bajarê berxwedêr diyarî Rêbertî û şehîdan kirin.

Bi wêrekî û hezkirina welat meşiya

Viyan Peyman meşa xwe bi wêrekî, hezkirina welat, rêhevaltiya rast, têkoşerî û azweriyê derbas kir. Wê ne tenê porê xwe bi bayê çiya şeh dikir her wiha ruhê wê jî ji bi ava çiya geş bû. Ew bi stranên şoreşgerî bi ser dijmin ve dimeşiya û armanca wê ya sereke ew bû ku tola gel û welatê xwe hilde. Viyan Peyman di 6’ê Nîsana 2015’an de li bajarê Serêkaniyê li gundê Miço tevli karwanên nemiran bû, navê xwe di dîroka lehengiya gelê xwe de nivîsand.