Aslîka Qadir: Dengê qedîm ya Erîwanê

Aslîka Qadir yek ji dengbejên jin ên Radyoya Erîwanê ye ku zimanê Kurdî pê re jrih ra jiyanê û bû mevana her malekî. Aslîka Qadir a ji eşîra Sîpîkan a ji Mûsilê koçber bûye ye, di sala 1945’an de li gundê Elegez a Ermenistanê di nav malbatekê Êzidî de hat dinê. Aslîka Qadir rûxmê hemu zextên civakî û destpêkê qedexeyên Sovyetan û paşê jî zext û qedexeyên hikûmeta Ermenisyanê bi salan bi dengê xwe yê bihêz rih da stranên Kurdî.

Aslîka tevî temenê xwe yê mezin hîna jî xwendina xwe ya li ser ziman û muzîka Kurdî didomîne. Strana 'Welatê me Kurdistanê' ya ku di sala 1964'an de tomar kiriye, weke newayek ku bi hêza welatparêziya hûnermendekî jin welatê wê bi awayek herî bedew tê qal kirin bi salan e dev bi dev tê gotin û nûjeniya xwe diparêze.