ked û aborî

  • Bostanên zivistanê bi berhemên jinên gundewarên Kobanê xemilandî ne 

    Jinên ku li gundan dijîn û li ber malên xwe bostanên zivistanê çandine, wiha behs kirin: "Di jiyana gundan de bostan hebûneke girîng e. Herî zêde û bi giştî jî jin bi bostanan re mijûl dibin, debara mala xwe dikin û bi cîranên xwe re jî parve dikin."

  • Di baxçeyê malê de dest pê kir niha xwedî serayek mezin e 

    Helale Hesên xwedî serayek mezin e û li gel malbata xwe di nava serayê de gelek cureyên gul û berhemên din diçînin.

  • Jinên pêşeng hewl didin tevlibûna jinan di qada aborî de zêde bikin 

    Madiha Raslan bi armanca zêdekirina baweriya jinan bi xwe û tevlibûna wan di warê aborî de, di Cotmeha borî de, piştî ku komele di bin navê "Meclisa Lubnanî ya Rêveberên Jin" de di sala 2018’an de hat avakirin, kar dikir, "Komeleya Jinên Pêşeng" ava kir.

  • Dikandara jin a li ber îflasê got: Ez heqê xwe helal nakim 

    Esnaf Feleknaz Karabulak a ku anî ziman ji ber krîza aborî nikarin nan bînin mala xwe, diyar kir ku ew heqê xwe li kesên ku bûne sedema vê rewşê helal nake û diyar kir ku bi negirtina deriyê dikana xwe hewl dide li hemberî ve qeyranê li ber xwe bide.

  • Sewalkarî ji bo jinên li Idilbê bû debara jiyanê 

    Li Idlibê gelek jinên koçber û yên bêwar dest bi xwedîkirina sewalan û çandiniya zivistanê kirin. Ew van karan ji bo xwe wekî projeyan dibînin û ji bo rûbirûbûna şert û mercên xizanî, buhayên zêde û nebûna derfetên kar, bi vê yekê dikarin jiyana xwe birêve bibin.

  • Li Bamyanê jin ji ber Talîbanê nikarin kar bikin 

    Li Afganîstanê rûyê zivistanê xwiya kir. Li welatê xizanî nîvê nifûsê mehkûmî birçîbûnê dike, jin dibêjin, "Em nikarin debara xwe bikin" û didin zanîn ku ew hem ji bo ewlehî û hem jî ji bo rewşa aboriya welat li hêviya piştgirîya navneteweyî ne.

  • Jin birçî û destvala vedigerin malên xwe! 

    Li Tirkiyeyê ji ber ku hema bêje her demjimêr bihayê her tiştî zêde dibe jin bi destên vala ji bazarê vedigerin malên xwe. Yek ji wan jinên ku li bazarê ye dibêje; “Di vî temenî de ez nanê li kolanan dibînim dibim malê dixwim” yek jî bi gotinên; “Tu tiştek ber bi başiyê ve naçe” rewşa giştî tîne ziman.

  • Jinên Cezayîrê di xebata çandiniyê de bi biryar in 

    Tevî ku jin di warê aborî de di karên ne fermî de dixebitin jî jinên Cezayîrê di çandiniyê de ku yek ji şaxên hilberînê yên herî çalak e, namzedên hilberîneriya xwediyê îmzayê ne. Komeleya Geşedana Neteweyî ya Pêşxistina Jin û Gundan bal kişand ser girîngiya kooperatîfan û diyar kir ka jin di vî warî de çawa bi rêxistin dibin.

  • Bi çêkirina penîrê li Çewlikê nav û dengê wê gihîşt derveyî welat 

    Sevîm Bayatkara ya li Çewlikê dijî, bi hilberînên şîr ên çêdike dikanek vekir, di demeke kin de bi teqdîrkirina berheman nav û dengê wê gihîşt heta derveyî welat û di dikana xwe ya ku bi salan e dixebitîne de penîr, lorik û rûnê nivîşk çêdike.

  • Li Filistînê projeya Samar El-Bea ya xwedîkirina mêşên hingiv 

    Ji ber şert û mercên zehmet ên rewşa aboriyê jinên Flistînî li herêma Xezayê di nava hewldanên karkirinê de ne. Jinan karîne jêhatîbûn û enerjiya xwe ji bo xizmeta civakê bixebitînin û bi keda destê xwe debara xwe dikin. Ji jinên Filistînê yên destbikêr Samar El-Bea ji bo ku bi şert û mercên jiyanê yên zehmet re rû bi rû nemîne, hem jî bi malbata xwe re bibe alîkar, bi karê xwedîkirina mêşên hingiv mijeûl dibe û ev kar ji bo wê bûye çavkaniya jiyanê.

  • Armanc Muhemed: Projeyên aborî yên jinan, bersiva tundiya aborî ne 

    Rêveberiya Aboriya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Armanc Muhemed destnîşan kir ku beriya sala 2012’an tundiyeke aborî ya zor li ser jinan ji hêla rejîma Beasê û mêran ve dihat meşandin. Her wiha da zanîn ku avakirina komîte û projeyên taybet, bersiva herî zelal a li hemberî wê tundiyê bûn ku bi hezaran jin cihê xwe di projeyên aborî de digrin û aboriya xweser bi dest xistine.

  • Hasna ya koçber bi xebata dikanek biçuk pêdiviyên zarokên xwe dabîn dike 

    Ji jinên koçberên Efrînê Hesna Mihemed Henan a li wargeha Berxwedan bi dikanek biçuk hewil didin pêdiviyên rojane yên zarokên xwe bi dest bixe got: "Ez di dikanê de dixebitim da ku bikaribim pêwîstiyên zarokê xwe bi cih bînim. Gelek caran em alîkariya milet dikin û pir bi erzanî zebzeyan difroşin. Em jinê Efrîn fêr nebûne bê kar bimînin, ji ber wê sebra xwe bi vî karî dînim."

  • Jin dikarin projeyan biafirînin û beşdarî çerxa aboriyê bibin 

    Merwa Şurît xeyala xwe ya ketina cîhana bazirganiyê û damezrandina projeya xwe ya ku her tim pê bawer bû, pêk anî, da ku bigihîje serxwebûna xwe ya darayî û îsbat bike ku jin dikarin projeyên sûdmend biafirînin û dikarin beşdarî çerxa aborî bibin.

  • Jinên li Idlibê di karan de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin 

    Jinên Idlibê ji bo pêkanîna karên xwe rastî gelek zehmetiyan tên, yek ji wan zehmetiyan jî adet û paşverûtî ne. Herî dawî jî desthilatdariya ku li ser jinan tê meşandin tevgera wan sînordar dike û barê giran li ser milên jînan zêde dike.

  • Li gundewarên Kobanê dema berhevkirina zeytuna ne 

    Jinên ji gundê Ziravik û Bubanê di derbarê komkirina Zeytunan de gotin: "Me dest bi komkirina zeytunan kiriye, ji ber kêm av û nebarîna baranê, îsal mewsim hin cihan kême, dîsa jî em debara xwe pê dikin."

  • Piştî berhevkirina pembo, jinên cotkar dest bi komkirina qirşan kirin 

    Cotkar Fatima Mihemed a 38 salî piştî ku pembo hat berhevkirin, niha tevî 8 zarokên xwe dest bi komkirina qirşan kiriye da zanîn ku qirş alternatîfa nepeydakirina mazotê ye her wiha ji bo çêkirina nanê tenûrê û xwarina li ser agir wan bi kar tînin.

  • Sawsan Bel-Şêx: Bihêzkirina aborî ya jinan riyeke ji bo çareseriya xizaniyê ye 

    Sawsan Bel-Şêx, dibêje ku wan hewl daye bi riyên sade û bi ramanek ku di warê aborî de ne biha ye, jinan perwerde bikin, nemaze ku cihekî wan ê guncaw ji bo vê yekê hebe û wiha behs dike: "Ji ber vê me ew amade kir û danî ber destên mamosteyên xwedî ezmûn da ku di warê girêdayî pîşesaziyên kevneşopî de wan perwerde bikin.”

  • Jinên Semsûrê bi ava hinaran debara xwe dikin 

    Jinên ku li Semsûrê hinaran diçînin debara xwe bi firotina ava wan dikin. Jinên karker diyar dikin ku ji ber ziwabûnê berhemadarî îsal kêm bûye loma jî bi qasî ku difikirîn bi dest nexistine û diyar kirin ku dahata wan a îsal pir kêm bûye.

  • DÎSK-AR: Bêkariya jinan ji sedî 29,7 e 

    Di rapora ku DÎSK-AR’ê amade kir de diyar bû ku hejmara kesên bêkar 7,9 milyon e û bêkariya jinan ji sedî 29,7 e.

  • Li Hewreman dema berhevkirina Hinarane 

    Dema dibe werza Peyîzê jinên herêma Hewreman zend û bendên xwe hildidin û li gel mêran Hinaran kom dikin. Paşê jî sirkeya organîk a hinaran amade dikin.