Çar sal in Soma ya endezyar karê xêrxwaziyê dike

Jinek ciwan a xelkê Xûrmal, beşa Endezyariya Mekanîk temam kiriye û bi karê xêrxaziyê cikaribûye rêxistinek bi navê Soma ji bo geşepêdan û hevkariya kesên hejar û bêkes ava bike û bi vê rêxistinê alîkariya kesên hejar û bêxwedî dike.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepçe- Soma Heme Seîd jinek ciwan a xelkê Xûrmale yê girêdayî Helepçeyê ye û beşa endazyariya  mekanîk temam kiriye. Ev çar sal in bi awayekî xwebexş karê xêrxaziyê ji bo hejaran dike û xelkên herêmê gelek baweriya wan pê tê, jê hez dikin. Bi xwe rêxistineke bi navê Soma ava kiriye û di nava du salên avakirina rêxistina xwe de dikaribûye çar xaniyan ji kesên hejar re çêbike û niha jî alîkariya xelkên hejar û ciwanên bêxwedî dike.

Soma Heme Seîd bi projeya xwe malên kesên hejar nû dike û wiha behsa karê xwe dike: “Ev rêxistin di aliyê perwerde, tendirustî û xwezayê de kar dike, min xwest ez ji bo kesên hejar tiştek bikim da ku bikarim alîkariya wan bikim. Min rêxistineke xêrxazî ya bi navê Soma ji bo karkirin û hevkariya kesên hejar ava kir û armanca me ya avakirina vê rêxistinê alîkariya kesên ku di aliyê madî de xirab û ciwanên ku bêxwedî ye.”

“Divê rêgirî li jinan neyê kirin”

Soma da diyarkirin her kesê serdana rêxistina wan kiriye dikaribûne pêwîstiyên wan pêk bînin û wiha got: “Ciwanên me yên bêxwedî ku dema nu dizewicin û dema dixwazin malek çêbikin pêwîstiya wan bi çi heye em weke rêxistina alîkariya mirovan alîkariya ciwanên xwe dikin. Min tu caran xwe ji karê xwe dûr nexistiye malbata min alîkariya min dike. Banga min ji jinên ku dixwazin bi xwe li ser lingê xwe bigrin û kar bikin ew e ku divê li benda kesek nemînin û gelek caran jî malbat li pêşberî karê wan dibin asteng. Divê malbat rê li jinan negirin, rêgirîkirina azadiya jinan, derûniya jinan têk dibe û divê jin bi xwe û bi biryar karê xwe bikin.”