Esma Ebû Têr bi lingekî li ser makîneya dirûnê dixebite û debara malbata xwe dike

Esma Ebû Têr a ku di êrîşeke Îsraîlê de lingekî wê jêbû li hemberî seqetî û şert û mercên civakê sekinî û atolyeya xwe ya dirûtinê vekir û pê debara malbata xwe dike.

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Esma Ebû Têr li hemberî seqetî, şert û mercên civakê sekinî û atolyeya xwe ya dirûtinê vekir û pê debara malbata xwe dike. Esma Ebû Têr bi lingekî li ser makîneya dirûtinê rûndinê û dirûtinê dike.

"Min li şûna lingê xwe yê jêkirî protezek çêkir"

Esma Ebû Têr a 34 salî ku dayika 3 zarokan e diyar kir ku di sala 2014’an de di êrîşeke Îsraîlê de lingekî wê jêbû, wiha pê de çû: "Dema ku lingê min hat jêkirin, tenduristiya min pir xerab bû, ji ber vê yekê ez ji bo seferek bijîşkî ya ku salek temam domiya, çûm Urdunê. Min li şûna lingê xwe yê jêkirî protezek çêkir. Min sê sal tedawiya fizîkî derbas kir. Piştî ku min heyama xwe ya dermankirinê qedand, min xwest projeyek piçûk û hêsan çêbikim da ku pê debara zarokên xwe bikim û barê malê hinekî li ser hevjînê xwe sivik bikim. Ji ber vê yekê di sala 2019'an de min dest bi çêkirina paste û şîrîniyan kir. Her çend ez di vî karî de bi ser ketim jî ew pir dirêj nekir, ji ber ku bandorek mezin lingên min kir, ji ber vê yekê ez neçar bûm dev ji kar berdim."

"Saziyên birîndaran heta îro mafên min nas nekirin"

Esma Ebû Têr anî ziman ku îrara wê ya li ser kar tevî nebaşbûna rewşa wê ya tenduristî ji ber xirabûna rewşa aborî ye û wiha got: "Saziyên birîndaran heta îro mafên min nas nekirin. Di sala 2021'ê de navenda perwerde û pêşketinê ya Îrade kursa dirûtinê vekirin, min 6 mehan perwerde dît heta ku min di nav hevkarên xwe de cihên yekem bi dest xist û ji bo vekirina projeya xwe ya piçûk hatim fînansekirin, ji ber vê yekê min dest bi kirêkirina dikanek piçûk li kêleka mala xwe kir û min alavên pêwîst kirîn."

"Tevî serkeftina min di kar de dîsa jî bi zehmetiyan re rû bi rû dimînim"

Esma Ebû Têr da zanîn ku tevî serkeftina wê ya di kar de, dîsa jî di karê xwe de bi zehmetiyan re rû bi rû dimîne û wiha axivî: "Dema li ser makîneya dirûtinê dixebitim ez ji ber lingê xwe yê protez gelek zehmetiyan dikşînim. Ji ber qutbûna kehrebeyê ez neçar dimînim ku bi saetan û heya derengiya şevê şiyar bimînim da ku dirûtina xwe biqedînim. Ji min re kursiyek elektrîkî lazim e ku ez bikaribim tevbigerim. Jin û keçên astengdar dikarin bixebitin. Gelek kesan ji hevjînê min re pêşniyar kirin ku careke din bizewice, ji ber ku tenê lingekî min heye. Ez hêvî dikim ku karê xwe berfireh bikim, jêhatîbûnên nû bi dest bixim û destkeftiyên cihêrengtir pêk bînim."