Serdema koletiya nûjen: Şer, qirkirin û komkujî…

Jiyan Tekoşîn a ku nêrîna Jineolojiyê ya li ser aboriyê di nivîsana xwe ya nivîsand de dinirxîne, diyar kir ku divê ji bo bi jiyanîkirina Jineolojiyê hemû jin bi îrade, coş û baweriyeke mezin bixebitin.

JIYAN TEKOŞÎN

Yên ku ev demeke dirêje di bin navê veberhênanê de zirareke mezin dide cîhana ku em tê de dijîn, ji ber van veberhênanan xwezayê qetil dike, gelan ji rê derdixe û jinan ji pileya yekem dijmin dibîne kî an jî kî ne? Van veberhênanên fînans yên mezin ji bo kê tên çêkirin? Li vir armanca sereke çi ye?

Di her serdemê de li dijî civakên dijîn, rêbazên cuda hatiye diyarkirin û ev gel neçarî koletiyê hatine kirin. Dema mirov hatin kole kirin di hişmendiya vê yekê de bûn. Ji ber vê yekê jî ji bo parastina xwe çi ji destê wan dihat dikirin. Em demên destpêke yên Afrîkayê bifikirin; em behsa pêvajoyek ku li zeviyan, li malan, li her devera ku hêza mirov pêwîst dike tê xebitandin, wek mirov nayê temaşe kirin û heta mafê bêhn girtine jî nayê naskirin, dikin.

Di salên 1640’î de, niştecîhên îngilîzên yên spî di Amerîkaya kolonî de koletî, li koloniya Jamestown a Virginia dest pê kir. Lê beriya wê jî polîtîkayên têkildarî koletikirina xwecihiyên Amerîkayê hatibûn pejirandin. Di ruhê wê demê de ev hebû; mirov bi zorê tên revandin, zehmetiya fîzîkî tê pêkanîn û tên birin û tinîn rewşa kole. Mirovan dema dihatin birin dizani bûn ku dê ji bo koletiyê bixebitin. Ji ber vê jî hêrsek mezin hildigirtin. Ma, roja me de jî wisa ye? Mirovan çiqas di hişmediya şêwaza jiyana kole de ne? Wa demê em jê re dibêjin serdema koletiya nûjen jî ev pêvajoya ku em tê de dijîn e.

John Adams (1735-1826) dibêje, 'Du rêyên kolekirina netewekî heye; yek bi şûr û yê din jî bi rêya deyn.” Afrîqa tenê yek ji wan cihên ku bi şûr hatibe kole kirine... Di wextê de xwe li welatên Rojhilata Navîn ji bo belavkirina ola Îslamê gelek gelên ji baweriyên cuda hatin qetilkirin. Yek ji van gelan jî Kurd in! Yanî carna ji ber bawerî, carna ji ber hêza kar û carna jî ji ber sedemên cûda canê mirovan hat êşandin. Lê belê, rêbaza koletiyê ya herî nazik a ku hatiye pêşxistin, mirovan ne di hişmendiya wê de ye, bi afirandina têgihiştinê kişandina koletiyê ye. Amûra herî baş ya vê jî, împaratora serdema koletiya nûjen 'pere' ye...

Werin em derdikevin gera dîrokê; Di salên 1950’î de ji aliyê DYA’yê ve ji Îranê re ji bo petrolê destbî dayîna pere hat kirin. Helbet Îran jî dê jê sûd wergirtî ba. Ajanê CIA Roosevelt ku bi vê armancê ji li wir re hatibû şandin, bi xwe ev yek anî bû ziman. Armanc Şah’ê derbasî serê Îranê bikin û ji bo xwe na razemeniyê bikin. Û Roosevelt vê yekê ser dixe û Mosaddeg tê hilweşandin. Erê, pêşeroja welat tenê ajanek dikare bi dest bixe. Çawa? Her kes rol û mîsyonên suîqetçiyan baş dizane. Ger suîqetçiyek baş, armanca xwe baş hildibijêre dikare di diyarkirina pêş de çûnê de rolek bilîze.  Lê we qet wan kesên ku ne tenê dibêjin suîqestçiyên leşkerî di heman demê de dibêjin 'suîqetçiyên aborî' yên avakirina împaratoriya kûrewî misoger kirine, bihistî ye? Ew ji bo împaratorên ku cîhan desteserkirine şer dikin. Van împaratorên ku ji pargîdaniyên mezin pêk tên, ji bo pere bi fikre pereyê derketin rê û bê rawestan serf dikin. Bankayên mezin… CEO’yan, bankayên cîhanê yên IMF… Gelên hatine serfkirin û nirxên aîde gelan in.

Nimûne, em hemûyan Ekvadorê bihîstiye. Rodols ku di salen 1981’an de serokê welat bû, xwest sûde dahata petrolê ji welatê xwe re dabîn bike. DYA û şîrketên împaratorî beyî dereng bibînin mudaxalê dikin. Û suîqetçiyek din ê aboriyê tê şandin. Û bi awayekî balafira Rodols dikeve û tenê bi vê yekê re jî namîne, yên ku şahidiya wî bûyerê dikin jî di qezaya trafîke de dimirin. Ji ber ku Rodols negirtibû gendeliyê. Qebûl nekiribû ku li dijî împaratorên kûrewî serî bitewîne. Em dikarin van mînakan zêde bikin; Panama, Venezuela… Û Iraq…

Bawer im rewşa Iraqê hinek din cudahî hildigre. Ji ber ku Iraq ne bi suîqetçiyên leşkerî û ne jî yên bi suîqetçiyên aborî ne hat bi dest xistin, ji ber vê leşker li wir kom bûn. Ya rast, wan aliyê dîrokî yê Iraqê ji aliyê şaristaniyê ve ji nedîtî ve hatine ku dihizîrin ewqas hêsan bi destbixin. Seddam Huseyîn tişta ku wan dixwest nekir û ya herî girîng jî nekarî Kurdan wek DYA dixwaze bi rê ve bibe. Û her kes bû şahidê dawîbûna Saddam Huseyîn. Bi vê şêwazê re DYA û hegemonyaya kûrewî împaratoriyeke mezin ava kirin. Bi vî awayî serdema koletiyê ya modern pêş dikeve.

Yanî, serdema sermiyana fînans, bi diruşmeya 'ji bo pere, pere’ bi çavberdana nirxên gelan, her cure zirar e aniye. Ev serdemê ku cîhana kapîtalîzmê mezin kir, dest avêt li her welatê û herîkinek fikr ya nû ava kiriye. Ev serdema kapîtalîzmê û mirovan di bin navê lîberalîzmê de tên xapandin û tên xirikandina nava jiyanek yoz. Nava hemû têgehan vala kirin û ji bo berjewendiyên xwe xerc kirin. Ekolojî, aborî, siyaset, polîtîka... Ji ber vê yekê Rêber Apo van têgehan ji nû ve li ber çavan derbas kir û gihand wateya xwe ya bingehîn. Dest nîşan kiri bû ku zanista pozîtîf nikare ji van pirsgirêkan re çareseriyan bihilberîne û Jîneolojî ye pêşniyar kiriye.

Wê demê, vê pergala ku destdirêjê mafên mirovan, azadî û welatan dike em ê çawa rawestînin?

Rêber Apo ji bo serdema koletiyê ya nûjen ev tişt anî bû ziman; Serdema sermayeya fînansê serdemek e ku hilweşîna aborî û hilweşîna civakê gişht lûtkeyê ye. Em bi cinawirekî bi karakterê dij-civakî û dij-xwezayê ku hema nîvê civakê bêkar dike, di bin navê aboriya çekan de hilberîna amûrên tunekirinê dike sektora sereke ya aborî, tenê qezencê dike armanc, bi hewcedariyên civakê re bê eleqedar , jîngehê xera dike, hemû çavkaniyên xwezayê û civakê vediguherîne qezencê re rû bi rû ne. Divê CEO’yên şîrketan jî tevlî vê kategoriyê bikin. Divê em tu carî vê rastiyê ji bîr nekin ku netew dewletan di eslê xwe de pergala dijwar a vê pergala rahîp a nûjen in”. Rêber Apo ku serdema sermayeya fînansê baş analîz kiriye, ji bilî pirsgirêkan alternatîf avakiriye û ji mirovahiyê re pêşkêş kiriye. Yek ji wan zanista Jineolojiyê ye ku di sala 2008’an de pêşniyar kir.

Perspektîfa Jineolojiyê ya li ser aboriyê

Aborî; qadekê mirovî ya bingehîn e ku hemû mijarên têkildarî stargeh, parastin, xurek di xwe de dihewîne. Jiyanek bê aborî ne mimkûn e. Lê wisa bûye ku îro aborî bi temamî ji cewherê xwe hatiye valakirin. Kapîtalîzma globalbûyî ya ku xwe dispêre aboriyê, mezin bûye û mezin dibe. Ji ber vê yekê pir girîng e ku aboriyê ji nû ve binirxînin û wateya wê ya resen bidin û alternatîfek pêşkêş bikin. Rêber Apo dibêje, 'Pirsgirêka aboriyê pirsgirêka eslî ya dûrxistina jinê ji aboriyê ye'. Qada ku jin lê tê paşguhkirin jî qada ku wijdan, edalet û parvekirin lê tune ye. Ya herî girîng jî bingeha civaka exlaqî û polîtîk e. Ji ber vê yekê hem di aliyê bedenî û hem jî ji aliyê manewî ve derxistina jinê ji qadên jiyanê, zerareke mezin daye civakbûnê. Ev pergala ku dijminatiya civaka exlaqî û polîtîk dike, her aliyê jiyanê ji holê radike û ber bi tunebûnê ve dikişîne. Ji bo çareseriya van pirsgirêkên ku bi derxistina jinan ji aboriyê dest pê kir; Jîneolojî armanc dike ku pêşxistina paradîgmaya civakî ya demokratîk a komînal a ku keda jin û mêr dikare pêk bîne, bipêş bixe. Ev paradîgma sîstemeke aborî ya ku çand û nirxên jinê di nav xwe de dihewîne vedibêje. Taybetmendiyek wê heye ku li hemberî hemu kedan bi rêz e û ferq û cudahiyê naxe navbera zayend û temen de. Jiyanek li ser bingeha parvekirina wekhev a ji her beşên jiyanê armanc dike. 

Bi gotineke din, pêwîst e ku pênaseya aboriyekê li derdora jinê bê kirin û li gorî wê were bi jiyanî kirin. Di qonaxa niha de Jîneolojiyê pênaseyek nû daye wê û ji bo ku wê jiyanî bike, dixebite. Jineolojî ku têkiliya di navbera aborî û ekolojî, siyaset, siyaset û qadên din ên jiyanê de bi awayekî saxlem digre dest û dinirxîne, lêkolînên xwe di vî alî de dike û digihîne civakê. Ji ber vê yekê li dijî zîhniyeta desthilatdar a ku bi şîara ‘pere ji bo pere ye’ êrîşî nirxên civakê dike, xebata bi şîara ‘aborî ji bo pêdiviyên civakê ye’ dê me ber bi serketin û azadiyê ve bibe. Di vê wateyê de divê hemû jin bi îrade, coş û baweriyeke mezin ji bo bi jiyanî0kirina Jineolojiyê bixebitin.