ked û aborî

  • "Çanda gelê kurd hunereke û jinên kurd efrînerê wê çandê ne" 

    Elîf Elî ku ji temenê 17 salî ve karê destan dike behsa karê xwe kir û wiha got: "Ez heyanî niha cilê rîs, xêzê nexşeyên tentene, qenewîç û derdora şerpan bi morîkan çêdikim. Ez bi hêvî me jinên ciwan xwedî li çanda xwe derkevin. Ez weke jinek kurd heya ku dijîm nahêlim çanda min were jibîrkirin. Ez ê her dem hewl bidim vî karî bikim."

  • "Çandinî bi destên jinan hatiye afirandin" 

    Helîm Bilêl a ji navçeya Qinê ya Rojavayê Kobanê ye, behsa çandiniyê dike û dibêje ku jin afrînerên jiyanê ne, bi keda destên jinan hemû cureyên çandiyê bi bereket dibin lewre ew ji çandiyê fêm dikin û li gorî wê dixebitin.

  • 11 milyon jin nikarin di bazara kar de bixebitin 

    Jinên karker li gorî mêrên karker ji aliyê neyînî ve ji pandemiya koranayê zêdetir bi bandor bûn. Di pêvajoya pandemiyê de dema xebatê ya jinan kêm bû ji sedî 42 ji mûçeyê wan hat birîn, li gorî yê mêran awayê xebata wan zêdetir guherî. Jin keda bê mûçe ya ji sedî 75 didin, ji rûyê karên xwedîkirina zarokan û wekî din ve neçar dimînin ku saeten xwe yên xebatê kêm bikin an jî bi tevahî dest ji kar berdidin. Ji Meclisa Tendirustiya Karkeran û Ewlehiya Kar Pinar Abdal, diyar kir ku berpirsyariyên nava malê dibin sedem ku jin nexebitin û got: “11 milyon jin ji rûyê karên ku li malê dikin û xwedîkirina zarokan û kesên din, nikarin di bazara kar de bixebitin.”

  • Li Mexribê rêjeya bêkariyê ji sedî 16, 5 e 

    Li gorî daxuyaniya HPC’ê li Mexribê ji sedî 16,5 jin bêkarin. Li gorî raporê di navbera zayendan de jî rêjeya bêkariyê bi vî awayî ye; rêjeya bêkariya mêran ji sedî 10,4, ya jinan jî ji sedî 16,5 e.

  • “Xwedîkirina hespên esîl reseniya çanda me ya Ereb pênase dike” 

    Sacîda Silêman di ciwantiya xwe de siwareke Hespên Esîl bû û niha bi qasî 30 Hespên Esîl xwedî dike der barê hezkirina xwe ya ji hespan re dibêje: “Ez bi xwe siwareke hespan bûm riyên dûvedirêj li ser pişta hespan min derbas dikirin. Bi qasî hezkirina min ji zarokên min re ez wisa hezkirinê didim hespên Esîl. Xwedîkirina hespên Esîl reseniya çanda me ya Ereb pênase dike.”

  • 15 jinan ji saziya Humim ê belgeya dirunê girtin 

    Li payîxta Yemenê Adenê saziya Humim peyîwira perwerdekirina jinên Yemenê û derfetên kar ji wan re peyîdakirinê girtiye ser milê xwe. Herî dawî 15 jinên dibiniya saziyê de perwerda dirunê didîtin 3’ê Mijdarê belgeyên xwe girtin ji bo bên peyîwirdarkirin û têkevin nava kar amadekarî tên kirin.

  • “Ji malên ax û yên pez xwedî dikin re melkesa hewşê derman e” 

    Xerma Şihada ya ji gundê Til Hemam ê navçeya Til Temirê ye wekî her jineke gund, çanda çandina melkesên hewşê ji dapîra xwe girtiye û bi çandina melkesan re jî rengekî cûda dide gund ku mirov ji dûr ve lê dinêre şînkahiya wê reng dide gund. Serma da zanîn ku di dawiya payîzê de piştî ku melkes hişk bibin, radikin û ji zivistanê re hiltînin her wiha ji malên ax û xwedî pez re pêwîstiyeke wê pir heye.

  • “Xebata li malê modeleke pir bi kêr e” 

    Wergêr û perwerdekara ziman Duru Ors bêkar bû piştî ku dersên wê yên rû bi rû di serdema pandemiyê de qediyan, Komela Pîşeyî ya Wergêran xwest ku di warê aborî de alîkariya wê bike. Ji hêla din ve Duru xwest ku li şûna vê alîkariyê, anonsa dersa zimanê serhêl li ser medyaya civakî were kirin.

  • Bajarê El-Sûsa bi hinarên xwe yek ji cihên herî navdar e 

    Jinên bajarê El-Sûsa ku dikeve rojhilatê gundewarê Dêrazorê yê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi domdarî û bi awayekî sereke karê çinîna hinaran dikin.

  • Jinên İdlibê ji ber neheqiya mûçeyan ji mafên xwe bêpar dimînîn 

    Jinên İdlibê ji ber cûdahiya mûçeyan ya di navbera zayendan de bi gelek zehmetiyan re rû birû dimînin û êş dikişînin.

  • Hunera destê Medîhayê çavkaniya debara wê ye 

    Destkariya Medîhe Elî Kose hem dewlemendiya çandî ye hem jî çavkaniya debarê ye.

  • Li Afganistanê jinên Bamyanê ji bo jiyanê têdikoşin 

    Yek ji bajarên li ser Riya Îpekê ya dîrokî Bamyan e. Ji ber ku ev bajar hema ji destpêka dîrokê ve bûye dergûşa hemû qonaxên jiyana mirovahiyê rengê Afganistanê yê cuda ye. Jinên Bamyanê yên li dijî pêkanînên Talîbanê yên jinên Afgan di malên wan de hepis kirine, li ber xwe didin û hewl didin bijîn. Jin ne tenê bi Talîbanê re, bi pandemî û krîza aborî re jî têdikoşin.

  • Bi hatina demsala zeytûnan debara xwe dikin 

    Dayikên Efrînî yên ku koçberî Kantona Şehbayê bûne bi hatina demsala zeytûnana re li Şehbayê xizmeta daran dikin û dibêjin: "Em li Şehbayê xizmeta darên zeytûnan dikin û sûdê ji wan digrin, niha li Efrînê jî çete darên kal û dapîrên me qut dikin."

  • Çanda çêkirina ava hinaran a li malê hê jî li bajarê Minbicê didome 

    Li bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku piraniya gundên wê bi çandina darên hinaran navdar e û bi taybetî gundê El-Yasytî her wiha bi gihîştina hinaran û destpêkirina demsala çinîna wan re jinên bajarê Minbicê dest bi çêkirina ava hinaran kirin.

  • Li suka Silêmaniyê qehwe û şerberta tamxweş li ber dezgeha Seherê ye 

    Li bazara Urzdî ya bajarê Silêmaniyê Seher şerbet û qehweyan di firoşe dide diyarkirin ku jin ji ber zayendparêziyê nikarin bi awayek dilxweş kar bikin.

  • Jinên ku beran çêdikin dibêjin ku bi hilberînê hestên gelek xweş dijîn 

    Jinên ku di atolyeya çêkirina beran de dixebitin hem hînî pîşeyek dibin hem jî pere qezenc dikin her wiha ji karê ku dikin jî razî ne. Jinan diyar kir ku karê çêkirina beran bi qasî ku dijwar e ewqas jî xweş e û destnîşan dikin ku hilberandina tiştek hesteke gelek xweş e.

  • Xebatên mala jinên Dêrazorê ya amadekariyên zivistanê 

    Jinên Dêrazorê yên ji Adara 2019’an ve di gelek xebatan de cîh girtine, di qada aborê de jî kedek mezin didin. Xebatên wan ên aboriyê piranî bi şêwaza komun û keda evpar di mala jinên Dêrazorê ya amadekariyên zivistanê de tên berhevkirin.

  • Şiriniyên Şazê gelek tê heskirin 

    Jina ciwan ya bi navê Şaz Necmedîn Beşa Aborî ya Zanîngeha Silêmaniyê qedandiye di aliyê çêkirina şêrinahiyê de xwedî ezmûne, li ser van kêrhatiyên xwe kar dike û dibe şefa şirinahiyê.

  • Jinên koçber li Îdlibê bi kevirên peylon debara jiyana xwe dikin 

    Şert û mercên jiyanê yên dijwar, feqîrî û tunebûna derfetên kar, bû sedem ku hin malbatên koçber li Idlibê, di kûrahiya erdê de li kevirên peylonê bigerin da ku wan bifiroşin û pê debara xwe ya rojane bikin.

  • Di festîfala hingiv a Silêmaniyê de berhemê jinan ê xwemalî 

    Gelek jin bi hingivên xwe yên çêkrine bejdarî mêhrîcana hingivîn ya bajarê Silêmaniyê bûn. Her çendî karê hingivçêkirinê kerek zehmet be jî, lê belê jin hewil didin fêrî hingiv çêkirinê bibin û salane bejdarî mêhrîcana hingiv dibin.