hiqûq

  • Fatiha Shtato: Zagona li dijî tundûtûjiyê gavek erênî ye lê gelek valahî tê de hene 

    Divê pêşnûmeqanûna têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, li ser esasê nêzîkatiyeke giştî ya li hemberî şîdeta li ser jinan a di hemû qadan de bê nirxandin û divê diyalogeke niştimanî hebe, ji ber ku Mexrib xwedî erkên navneteweyî ye her wiha destûra 2011’an ku bi gelek mafan ve hat jî heye. Dem dema wê yekê ye ku ev qanûn li gorî qanûnên navneteweyî were guheztin.

  • Li Qahîreyê bi mijara tundiya li ser jinan saziya "Jina nû" dest bi nîqaşan kir 

    Endama Weqfa "Jina Nû" Nevîn Obeyd destnîşan kir ku barê îsbatkirina tawanên şîdeta zayendî hê jî dikeve ser milên kesên ku rastî şîdetê hatine û jê xelas bûne ku ev yek di rûbirûbûna van tawanan de pirsgirêkek mezin e û teqez kir ku ev rewş ne tenê di asta herêmî de, di asta navneteweyî de jî pirsgirêkek mezin e.

  • Dadgehê got; “Ger kiryar bi unîforma be, di bin zirxên me de ye" 

    Çawişê pispor Musa Orhan ê ku tecawizê Îpek Er kiribû û bûbû sedema xwekuştina wê, ji doza ku dihat darizandin, bi kêmkirina "rewşa baş" 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Endama Desteya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosa Parêzer Elîf Îpek Tirenç Ulaş, diyar kir ku ev biryar mînaka herî berbiçav a polîtîkaya bêcezabûnê ye.

  • Li Misrê kampanyaya "Jin di bin çavdêriya qanûnê de ne" 

    Çalakvana mafên mirovan Nessma Al-Khatib destnîşan kir ku medyaya civakî bûye mekanîzmayek û penageheke bi ewle ji bo jinan ku daxwaza parastin û piştevaniyê bi riya wê dikin û derfetek ji bo şikandina bêdengiya li hemberî binpêkirinên ku li dijî krîza koronayê rastî wan tên e. Her wiha diyar kir ku eşkerekirina tawanên tundiya li dijî jinan û îsbatkirina wan li pêşberî civakê û raya giştî, mekanîzmayeke nû ya berpirsyariyê derxistiye holê.

  • Rêxistina "Kefa" di çarçoveya kampanyaya 16 rojan de dest bi xebatê kir 

    Koordînatora ragihandinê ya Rêxistina "Kefa" Zina El-Awar ji ajansa me re têkildarî çalakiyên "Kefa" yên di çarçoveya kampanyaya 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya zayendî de wiha dibêje: "Em xebatên xwe yên li "Kefa" yê îsal jî wekî sala borî li ser yek ji mijarên herî girîng ku rewşa kesane ye, disekinin. Em bi çalakiyên xwe yên di çarçoveya kampanyaya 16 rojan de balê dikşînin ser mijara pejirandina kodeke medenî ya yekbûyî ji bo rewşa kesane.

  • Runiştina doza rojnamevan Reyhan Çapan hat taloqkirin 

    Danişîna doza Midura Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundemê Reyhan hat taloqkirin.

  • Monia Benjemaa: Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi rakirina qanûnên cihêkariyê dest pê dike 

    Mîna tevahiya cîhanê, Tûnis jî beşdarî kampanyaya cîhanî ya 16 rojan a li dijî şîdeta li ser bingeha zayendî dibe. Kampanya bi qeyraneke siyasî, civakî û aborî re hevdem e ku hişt rêjeyên şîdetê li ser jinan bi lawazbûna mekanîzmayên cîbicîkirina qanûna bi hejmara 58 a sala 2017’an zêde bibe. Femînîstên li Tûnisê hewl didin ku kampanyayên hişyariyê zêde bikin.

  • Parastina kujer esas hat girtin û ji ceza xilas bû 

    Şehrîban Dinç, di sala 2016’an de li Wanê ji aliyê mêrê ku pê re zewicandîbû ve bi çekê hat kuştin. Di encama darizandinê de, kujer cezayê muebet girt lê dadgeha îstînafê cezayê wî xirab kir. Dadgehê ji ber ku kujer di parastina xwe de got “Ji bo îxanet kir loma min ew kuşt” gotinên wî esas girt û ceza xirab kir û der barê dosyayê de ji nû ve biryara darizandinê da.

  • Jannat Al-Ghazî: Zewaca ne fermî mafên jin û zarokan ji wan digre 

    Bi şopandina dosyayên zewaca zarokên temenê wan biçûk ên ne fermî ku di bin temenê 15 salî de ne û ji destdana mafên hejmareke mezin ji jinên zewicî yên ku nehatine îsbatkirin, rêxistin û çalakvanên jin ên li Iraqê kampanyaya ji bo redkirin û şermezarkirina binpêkirina mafên jin û zarokan didomînin.

  • Qanûna têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan pêşî li zêdebûna rêjeya şîdetê negirt 

    Jinên Tûnisê jî wekî yên li welatên din ji tundiya aborî rizgar nebûn û di dema pandemiya covîd-19 de herî zêde bandora vê yekê li ser wan çêbûye. Piştî ku ji debara jiyana xwe bêpar man û ji ber girtina hin saziyan û piştgiriya lawaz a hikûmetê ji projeyên taybet ên jinan re pirsgirêk mezintir bû. Jin di dema krîzê de jî ji desteka dewletê bêpar man.

  • Ji girtiya siyasî Leyla Guven 5 sal cezayê girtîgehê hat birîn 

    Di danişîna Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li Colemêrgê hat dîtin de, dadgehê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 5 sal cezayê girtîgehê lê birî. Parêzer Serdar Çelebî diyar kir ku dê îtîraz bikin.

  • Li Iraqê jin bi ser ketin: Zaroka ku dihat xwestin bi îstîsmarkar re bê zewicandin hat rizgarkirin 

    Li Iraqê keçeke 12 salî ji aliyê bavê xwe ve hat xwestin ku bi zorê were zewicandin. Dema ku jinan piştî qîrîna alîkariyê ya dayikê çalakî li dar xistin, di dadgeha ewil de derket holê ku zarok ji aliyê zilamê ku dixwest bi wî re bê zewicandin ve rastî îstîsmarê hatiye. Piştî guherîna dozê kiryar hat girtin û berpirsyariya zarok ji dayika wê re hat dayîn.

  • Di doza Leyla Aydemîr de îtîraz 

    Beraatkirina 7 bersûcên ku ji ber mirina Leyla Aydemîr a 4 salî ku piştî windabû 18 roj şûnde cenazeyê wê hat dîtin, hat îtirazkirin.

  • Dayikên Şemiyê: Îro li vêderê kî tê darezandin? 

    3’yemîn runiştina doza Dayikên Şemiyê hat dîtin. Beriya danişînê daxuyanî li ber edliyeyê hat dayîn.

  • Ji bo jinan xebat çavkaniya hêz û piştevaniyê ye 

    Di qonaxa ketina bazara kar û domandina wê de, jin li Iraqê rûbirûyî astengiyan dibin ku ev yek dibe sedema neketina wan a bazara kar, an jî vekişîna wan. Di nav de sînorkirinên qanûnî, cudakarî ji aliyê kardêran, çewisandina li cihê kar û astengkirina tevgerê jî heye. Li gor amarên dawî, li Iraqê ji her sê jinan yek li cihên giştî rastî destdirêjiya devkî hatiye û ji her pênc jinan yek rastî destdirêjiya bedenî hatiye.

  • Ji bo pêşîgirtina şîdeta li ser medyaya dîjîtal a li dijî zarokan kampanya hat destpêkirin 

    Daneyên fermî û komeleyên mafên mirovan li Mexribê ku di warê parastina mafên zarokan de dixebitin, piştrast dikin ku diyardeya tacîza li dijî zarokan her ku diçe zêde dibe. Ev bû sedem ku qêrîna qurbaniyan bilind bibe û parêzvanên mafên zarokan dest bi însiyatîfê bikin da ku vê diyardeyê çareser bikin.

  • “Li dijî sûcên li ser jinan zagon bi tenê nebes in” 

    Asta tundiya li dijî jinan li Tûnisê bi awayekî berbiçav bilind bûye û rêbazên destdirêjiya li ser jinan gihîştiye asta tawankariyê her wiha metirsiyeke pisporan heye ku civaka baviksalarî bibe civakek tund û kîn li ser jinan. Sedemên tundiya berfireh li ser jinan çi ne? Çawa dikare bi zagonî yan bi riya nêzîkatiyek bi ewlehî li ber xwe bidin?

  • 3 sal ceza dan rojnameger Nurcan Yalçin 

    Danişîna doza Nurcan Yalçin hat dîtin, 3 sal, 7 meh û 22 roj ceza lê birîn. Koalisyona Jinên Rojnameger bertek nîşanî cezayê hatî dayîn da û got: “Divê demildest biriyar bê betalkirin.”

  • Ciwana Ebdulbaqî: Jinên di girtîgehên PDK’ê de ji hemû mafan bê parin 2 

    Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî diyar kir ku li girtîgehên jin lê dimînin ên herêma Başûrê Kurdistanê îşkence û destdirêjî tê kirin û got: “Ji bo teslîmgirtina vîna jinan û tiştên dixwazin bi ser wan bidin sepandin despêkê îşkenceyên giran dikin, dema dîtin teslîm nabe vêcarê jî destdirêjiyê li wan dikin. Sîxurî li ser min ferz dikirin, dema min nepejirand vêcarê jî ez îskence kirim heta bi ser hişê xwe çum.”

  • Şîdeta medyayê û karê malê di lîsteya Fe-Male ya kampanyaya 16 rojan de ye 

    Bi nêzîkbûna destpêkirina kampanyaya 16 rojan a li dijî tundiya zayendî, gelek rêxistin û komeleyên jinan ji bo piştgirîdayîna jinan û pirsgirêkên wan bi rê û rêbazên cuda û bi gelek bername û projeyan dixebitin. Komeleya Fe-Male îsal hilbijart ku tiştê du sal berê dabû destpêkirin bi riya kampanyaya "tundiya bi riya dîjîtal" berdewam bike û ronî bide ser karên malê ku tenê li ser milên jinan tê hiştin.