Gelek caran biryara dûrxistinê binpê kir lê rayedar tiştek nakin!

Li Tirkiyeyê kiryarên ku li dijî jinan sûcen tundî û cînayetê pêk tinîn ji polîtîkaya bêcezatiyê cesaret digrin. Li Farqînê ku mînaka polîtîkaya bêcezatiyê tê jiyîn, P.M. ya ku ji aliyê Abdullah Memîş ve rastî tundiya sîstematik tê, tevî biryara parastin û dûrxistinê jî rastî tundiyê tê û gefa li ser wê didome. Kiryar Abdullah Memiş ê ku 7 caran biryarên ji aliyê dadgehê ve hatin girtin binpê kir, di encama van binpêkirinan de yek ji wan bi giranî 4 caran mexdûr P.M derb kir.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Li gorî daneyên meha Çileyê yên Jinnewsê di meha ewil a sala 2022’an de 31 jin û 4 zarok hatin qetilkirin. 30 jin û 11 zarok bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dan. Li welatê ku roj bi roj cînayet û tundiya li ser jinan zêde dibe de, bêcezahiştina sûcên li dijî jinan jî balê dikşîne. Li Tirkiyeyê ku piştî bidawîbûna Peymana Stenbolê bûyerên tundiyê zêde bûn, jina bi navê P.M. ji aliyê Abdullah Memîş ku pê re zewicîbû ve rastî tundiya sîstematîk hat. Serlêdanên parastin û dûrxistinê yên parêzeran ên ji bo jina ku ji aliyê kiryarê xwest ji hev veqetin ve rastî tundiya sîstematîk û gefên kuştinê dihat li ser kaxizê man, kujer Abdullah Memiş tevî ku gelek caran biryara dûrxistinê binpê kir û P.M derb kir jî bo tedbîrê jî cezayê girtîgehê jê re nehat dayîn.
Biryara dadgehê binpê kir
P.M ya ku di dema zewaca xwe de ji aliyê Abdullah Memîş ve rastî tundiya sîstematîk hat, sala derbasbûyî xwe gihand parêzerên jin û piştgirî xwest. P.M. ya ku ji ber tundiya dît, hevberdanê xwest, parêzeran piştî serlêdanê 3 caran biryara parastinê girtin. Tevî biryara parastin û dûrxistinê jî kiryar Abdullah Memîş biryarên ku dadgehê girt binpê kir û 4 caran bi ser mala P.M. de girt û wê derb kir. P.M ya ku di yek ji van binpêkirinan de bi giranî birîndar bû, tevî biryara parastinê jî gelek caran rastî gefên kuştinê hat. Tevî binpêkirinan jî daxwazên parêzerên ku bi armanca tedbîr cezayê girtîgehê xwestin, hat redkirin. Kiryar Abdullah Memîş tevî binpêkirina biryaran jî tenê hat binçavkirin û berdan. Daxwaza parastina nêz a ku ji bo P.M. hat xwestin, hem ji aliye qeymeqamtiya Farqînê ve hem ji Walîtiya Amedê, ve bi gotinên "Ger tu rastî xeteriyê werî gazî me bike" nehat bicihanîn.
“Daxwazên avêtina girtîgehê li hewa man”
Parêzera dosyayê bal kişand ser bêcezatiya di dema pêvajoyê de hatiye jiyîn, diyar kir ku tevî wan her çend ji bo P.M. 7 daxwazên cuda kirin jî ji derveyî daxwazên tedbîrê tu daxwazên wan nehatine qebûlkirin. Parêzera dosyayê diyar kir ku daxwazên parêzeran ên di nav de daxwazên sepandina cezayê di binpêkirina tedbîran de derbeya li mexdûran dihewîne jî di vê pêvajoyê de bêxebat hatiye hiştin. Parêzera ku diyar kir herî dawî ji bo ewlehiya muwekîlên xwe daxwaza "kelepçeya elektronîk" kirine û der barê dosyayê de van nirxandinan parve kir:
“P.M. ya ku rastî tundî, gef û heqaretan hat, di vê pêvajoyê de tenê bi biryara tedbîrê hat parastin. Lê belê, ev yek bi tevahî bi biryarên li ser kaxezê yên ku di nav dosyayê de hatine girtin ve sînordar ma. Parastinek bi bandor nehat kirin. Tedbîrên hatin girtin hat binpêkirin, lê bersûc herî hêsan bi cezayê zor kirine re jî nehat girtin. Sedema vê yekê jî erka agahdarkirina bersûcan ji biryara înfazê hat nîşandan. Lê belê ji bo ku pêvajoya parastina mexdûrên tundiyê bi bandor be, pêwîst e ku ji aliyê berpiryaran ve were agahdarkirin. Di heman demê de cezayê perê ji bo bersûcan hat birîn, ew veguherî HAGB’ye ango taloqkirina ragihandina biryarê û bersûc bi rengekî bêceza hat hiştin.” 
“Ji bo kiryar tu ceza nehat dayîn” 
Parêzer di heman demê wiha got:
"Tevî ku bi îtirazkirina biryarên HAGB’ê yên ku bi prosedûra darizandinê ya hêsan hatine girtin û dadgehek giştî hat vekirin jî, bi heman rengî ji bo kiryarên ku hatine îspatkirin ku sûc kiriye, biryarên HAGB’ê yên ne texilker(caydırıcı) bi heman rengî hatin dayîn. P.M. tevî ku mexdûrê tundiyê bû jî, bi hinceta ku birînên wê bi mudaxeleya hêsan a tibî dikarin bên dermankirin, biryar hatin girtin ku her bûyereke şîdetê bi serê xwe di dosyayê de hatiye nirxandin, tu daxwazên me yên di dozan de hatin vekirin nehat qebûlkirin. Daxwazên me yên bi îsrar ên ji bo bersûc cezayê hepsê bigre, her carê bi redkirinê bi encam bû.”