Parêzer Peyman Ezedîn: Daraz li gor berjewendiya kesan dimeşe

Parêzer Peyman Ezedîn a derbarê destwerdana partî û kesan li ser darazê de axivî, anî ziman ku li Başurê Kurdistanê daraz û pêkanîna zagonan ne serbixwe ye ev jî rê li çareser nekirina pirsgirêkan û dozan vedike.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Parêzer Peyman Ezedîn anî ziman ku li Başurê Kurdistanê zagon ne serbixwe ye li gor destwerdana desthilatê tê pêkanîn. Parêzer Peyman Ezedîn ya got ne serxwebûna dadgehê û serwer nebûna zagonê di çareserkirina dozan û ne adilbûnê de pirsgirêkên bingehîn in, wiha got: “Dema kesek pirsgirêkek wê hebe berê xwe dide zagon û ew madeyên ku di berjewendiyê wê de ne û mafê wê diparêze. Lê belê niha bandora partî û kesayetên siyasî li ser dadgehê heye û mafê hemwelatiyan binpê dike. Tevê avabûna hikumeta herêma Kurdistanê tiştek bi navê serweriya zagonê nîne.”

Peyman Ezedîn di berdevamiya axaftina xwe da zanîn ku li herêma Kurdistanê zagon li gor daxwaza partiyan hatiye pêwirkirin û wiha got: “Parlemento cihê danîna zagonê ye, lê belê bûye cihê ku zagon li gor daxwazê partiyan tevbigere. Ev jî wisa kiriye zagon di bingehê giştî de bûye bingehek taybet û ji bo berjewendiyê çend aliyekî be.”

‘Daraz pirsgirêkan çareser nake’

Parêzer Peyman Ezedîn pirsa çawa kes bawerî bi zagonê bine kir û wiha pê de çû: “Bi taybet mijara gilîkirinê mijarekê nebe ku xelk bizanin. Dozên wisa heye divê di zûtir dem de tometbar bigrin. Lê belê zêdeyî salek û dû sal doz dimîne, heta digihêje dadgeha taybet li wê derê jî kar weke tê xwestin nakin. Li gel kesên berpirs encama dadgehê yekalî dikin. Ji ber wê jî gel li gor silha eşîrê pirsgirêkên ku heye çareser dikin.”

Peyman Ezedîn amaje bi wê yekê kir ku pêkanîna bi cih anîna zagonê pirsgirêkek sereke ye û got:  “Pirsgirêkên ku hebû herdû alî li ser rêketin û silih kirin. Lê belê berdewam pirsgirêkên ku hene pênc sal yan jî zêdetir li dadgehê dimînin. Evan hemû sedemin ku xelk berê xwe nedin dadgehan û hewl didin bi xwe çareser bikin.”

‘Dadgeh bi çavê tewanbar li jinan meyze dike’

Peyman Ezedî derbarê pirsgirêkên taybet bi jinan û jin tê de zehmetiyê dikşînin de wiha got: “Di demekê de dema dû doz hebin û her du dozekê binpê dikin. Ji aliyê dadgehê ve bi çavek cûda lê jinê temaşe dikin û zêdetir weke tewanbar lê temaşe dike. Ne tenê ji bo kes bandor li dadwer kiriye çanda mêrê serdest di dadgehê de serwer e, bi taybet di dozên jinan de.”