Darizandina parlementer Adalet Kaya hate rawestandin

Doza parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin, bi hinceta destnedana zagonsaziyê hate rawestandin.

Navenda Nûçeyan- Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya bi hinceta xebatên di serdema serokatiya Komeleya Jinan a Rosayê de daye meşandin bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" doza lê hate vekirin berdewam dike. Danişîna dozê li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Edalet Kaya beşdarî danişînê nebû. Parêzer Gozde Engin û Gazal Bayram di danişînê de amade bûn.

Dozgeriyê di mutalaya ji dadgehê re pêşkêş kir de anî ziman ku ji ber Adalet wekî parlamenter hate hilbijartin li gor maddeya 83'yemîn a destûra bingehîn destnedana zagonsaziyê qezenc kiriye. Ji ber wê jî biryar hat dayin darizandina Adalet Kaya bê rawestandin û kontrola tedbîra edlî ya li ser Adalet Kaya  bê rakirin.