Biryara dozgeriyê ya derbarê hewldana qetilkirinê ji dadgehê paşve hat

Derbarê Ahmet Marhan ê ku xwest Gulcan Marhan qetil bike dozgeriyê “bi qesda birîndarkirinê” îdia amade kiribû. Dadgeha Ceza ya Asliye ya 5’emîn a Amedê diyar kir ku bûyer “teşebusa qetilkirinê” ye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Li Tirkiyeyê şîdet û bûyerên qetilkirina jinan her diçe zêde dibin. Di nava 24 saetan de qetilkirina 8 jinan a li bajarên cuda yên Tirkiyeyê bû sedema bertekên mezin. Rêxistinên jinan bi daxuyaniyên xwe, jinan jî ji ser medyaya dîjîtal bertekên xwe anîn ziman û bal kişandin ser polîtîkaya bêcezatiyê ya ku darazê ya ji bo mêrên kujer. Yek ji dosyayên ku ji aliyê darazê ve dihat xwestin di lehiya kiryar de jî doza ku li Ahmet Marhan ê hewl dabû Gulcan Marhan qetil bike hatibû vekirin bû. Îdianameya ku ji aliyê dozgeriyê ve bi sûcê “birîndarkirina bi qesd” hatibû vekirin û pêşkêşî dadgehê hatibû kirin ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê ve hat diyarkirin ku bûyer ne “birîndariya bi qesd” “teşebusa qetilkirinê” ye, biryara bêpeywiriyê da dosyayê.

Bûyer di 25’ê Mijdara 2022’yan de li Yenîşehîra Amedê qewimî. Gulcan Marhan a ku her dem şîdet li dihat kirin û gelek caran bi kuştinê gef lê hatibû xwarin, bi Ahmet Marhav re li ber hevberdanê bû, Ahmet Marhan avêt ser mala wê û hewl da wê qetil bike. Gulcan Marhan ji bo xwe biparêze xwe spartibû mala cîranê xwe û li polîsan geriya. Piştî ku polîs hatin Ahmet Marhan binçav kirin, Gulcan Marhan a ku bi kêran rastî êrîşê hatibû hem ji rûyê xwe hem jî ji gelek derên bedena xwe birîndar bûbû jî rakirin nexweşxaneyê.

Kiryar piştî 6 mehan hat berdan

Gulcan Marhan a ku piştî tedawiyê hewl da jiyana xwe bidomîne, ji aliyê malbata Ahmet Marhan ve gef lê hatin xwarin. Gulcan Marhan piştî bûyerê destpêkê ji ajansa NUJINHA’yê re axivîbû, diyar kiribû ku gelek caran xwestibû hev berdin lê ji ber gefên Ahmet Marhan nikaribû vê yekê bike. Gulcan Marhan diyar kiribû ku gelek caran li stargehê û ŞONÎM’ê mabû, tevî ku gelek caran serlêdan kiribû jî Ahmet Marhan nehatibû girtin, cihê lê dima jî ji aliyê birayê Ahmet Marhan ê polîs Mahmût Marhan ve jê re dihat gotin. Ahmet Marhanê ku rojek piştî bûyerê hatibû girtin, ji aliyê dadgehê ve di 25’ê Gulana 2023’yan de hatibû tehliyekirin.

Dozgeriyê jinan ku rastî êrîşê hatibû jî sûcdar dît!

Piştî tehliyekirina kiryar Serdozgeriya Komarê ya Amedê îdianameya têkildarî bûyerê meha borî temam kir. Dadgeha ku bi sûcdariya “êrîşa bi çek li dijî hevjîn û birîndarkirin” îdianame amade kir, Gulcan Marhan jî weke gumanbaara muştekî li dosyayê zêde kir. Di îdianameyê de behsa pêvajoya buyerê hatiye kirin û hatiye diyarkirin ku derbên li Gulcan Marhan ketine sivik nîn in û bi tedawiyek wisa hêsan derbas nabin. Tevî van raporan jî Dozgeriyê biryar da ku dosya ji aliyê Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ve were dîtin. Dozgeriya ku xwest hem Ahmet Marhan hem jî Gulcan Marhan ceza bigrin, dosyayê şand Dadgeha Ceza ya Asliye ya Amedê.

Dadgeha Ceza ya Asliyeyê biryara bêpeywiriyê da!

5’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Amedê îdia kir ku îhtîmal heye bûyer “teşebusa qesda kuştinê” be, biryara bêpeywriyê ji bo dosyayê da. Dadgeha Cezay ya Asliye, xwest dosya ji Dadgeha Cezayê Giran re were şandin û ji bo biryara Dadgeha Asliye ev hat gotin: “Ji ber ku mijar di navbera bersûcên muştekî de "Heqaret, li dijî hevjîn bi çekê qesda birîndarkirinê" ye li gorî benda 81’emîn a TCK’ê îhtîmala sûcê "teşebusa bi qest a kuştinê" heye, têkildarî vî sûcî teqdîrkirina delîlan, peywir û raye a Dadgeha Cezayê Giran e.” 

Dosyaya ku biryara bêpeywiriyê jê re hat dayîn dê carek din ji aliyê dozgeriyê ve were nirxandin.