Dadgehê cezayê Metîn Şengîl ê ku got 'Ez girêdayî dewleta xwe me' daxist

Dadgeha Herêmê, ji bo Metîn Şengîl ê ku li navçeya Qileban a Şirnexê jina ku pê re zewicî bû Bêrîvan Alturk qetil kir û keça xwe birîndar kir, daxistina ceza sepand. Gotinên ku kiryar di parastina xwe de “Ez girêdayî dewleta xwe me” balkişand.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li navçeya Qileban a Şirnexê Berîvan Alturk (Mihrîban) di 21’ê Nisana 2022’an de ji aliyê Metîn Şengîl ê ku pê re zewicî bû û 9 sal bi awayekî pergalî îşkence dît ve bi çekê hate qetilkirin. Kiryar di heman bûyerê de keça xwe jî birîndar kir. Di doza ku li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin de; der barê kiryar de ji sûcê 'Bi zanebûn û plankirî kuştina hevjînê xwe’ cezayê muebbetê yê giran û hewildana kuştina keça xwe 20 sal cezayê girtîgehê hat dayîn û biryar sewqî dadgeha herêmê hate kirin.

Danişîna dozê di dîroka 17'ê Nîsanê de li Yekemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê hate dîtin. Dadgeha Herêmê ya tevgerên kiryar ên di danişînê de berçavgirt, daxistina cezayê sepand û cezayê muebbetê yê girankirî daxist cezayê muebbetê û cezayê girtîgehê ya 20 salan ji ber sûcê "hewildana kuştina keça xwe" jî, veguherand “Bi zanebûn birîndar kirin” û daxist 3 salan.

9 salan bi awayekî pergalî eşkence dît

Bêrîvan Alturk a 9 sal e zewicî bû di tevahiya zewaca xwe de bi dehan caran der barê kiryar Metîn Alturk ê ku bi awayekî pergalî rastî eşkence û gefan hat de gilî kir û biryara dûrxistinê girt. Kiryar 3 caran biryara dûrxistinê binpêkir. Bêrîvan Alturk a piştî binpêkirinan xwest hevberdê, ji aliyê malbat û xizmên cerdevan a bersûc ve rastî zextan hat. Bêrîvan Alturk a ku piştî zextan gilî xwe ya paşve kişand, heman gefan ji nû ve girt.

Ji kiryar parastina ‘Ez merêkî girêdayî dewleta xwe me’

Kiryar Metîn Şengîl, piştî bûyerê 2 rojan reviya. Metîn Şengîl ê ku bav û birayên wî cerdevan e, piştî 2 rojan çû emniyetê û teslîm bû. Metîn Şengîl ê ku piştî temsîlbû, di îfadeyên xwe yên danişînan de Bêrîvan sûcdar kir, Bêrîvan û malbata wê hedef girt û wiha got: “Min dixwest bibim cerdevan. Bêrîvan destûr neda. Ez merêk girêdayî dewleta xwe me. Birayê wê her tim gef li min dixwar.”

Çûyina ‘Newrozê’ wek hinceta qetlîamê nîşan da

Derket holê ku ji bilî kiryar, parêzerê kiryar jî di danişînan de malbat û xwişka Bêrîvan hedef nîşan da. Parêzerê bersûc ê got, “Ev mirin ne cînayetek tîpîk a jinê ye", da zanîn Bêrîvan zarokên xwîşka xwe biriye Newroza 21’ê Adarê. Dîsa bikaranîna gotina “Ev mirovek girêdayî dewleta xwe ye. Lê malbata Bêrîvan ne hûsan bû” jî hûrgiliyek din a balkeş bû. dilsozê dewleta xwe ye. Bersûc û parêzerê wî ku di parastinên hatin kirin de bertil avabikin, diyar kirin nêzîkbûna malbata Bêrîvan a ji bo tevgera Kurd, kiryar "dîn kiriye” û xwestin daxistina cezayê xwestin.

'Piştî gefan êrîş pêkte’

Parêzera Komeleya Pêşî Jin û Zarok Arzu Sena Topuz a me der barê mijarê de axivî, têkildarî dosyayê wiha got: “Bêrîvan di meha Cotmeha 2021’an de diçe qereqolê û gilî dike. Peyam û qeydên vîdeoyê yên gef hatiye xwarin, pêşkêşî qereqolê dike. Di vî qeyda vîdeoyê de bersûc bi gotina 'Ez ê hemû malbata te binax bikim û we ji wir bigrim’ gef dixo. Lewma biryara dûrxistinê 6 mehan tê dirêjkirin. Mixabin piştî giliya hate qetilkirin.”

Parêzer wê li dijî vê biryarê îtîraz bikin

Arzu Sena Topuz, da zanîn biryara dadgeha herêmê bibin dadgehek bilind û ev nirxandin kir: “Kiryar di danişînan de tu nîşaneyek poşmaniyê nîşan neda. Dîsa di kiryara xwe ya li dijî zarok de jî, bersûc dizane ku guleyên li wir biteqin wê zirar bide kesên li derdor. Bi pêşbînî û qebûlkirina vê yekê kiryara xwe pêktîne. Em vê biryarê qebûl nakin û li dijî biryarê îtîraz bikin. Daxistinên hatine dayîn, bi tu awayî nayên qebûlkirin.”