Ji bo Hatîce Kocalar a ku axa xwe parastiye cezayê giran hat xwestin

Di danişîna ewil a doza Hatîce Kocalar a 75 salî ya ku li Tavasê ya Denîzliyê li dijî şîrketa madenê axa xwe parastibû, dozgerê cezayê giran xwest.

Navenda Nûçeyan-Yekem danişîna doza Hatîce Kocalar a 75 salî li Dadgeha Cezayê Asliye ya Tavasê hate dîtin ku Kocalar li dijî madena komirê ya ku tê xwestin li gundê Avdan ê navçeya Tavas a Denîzliyê were vekirin, derket û bi vê hincetê derbarê wê de doz hatibû vekirin.

Endezyarên şîrketa madenê derheqê Hatîce Kocalarê de gilîname amade kirin. Dozgerî ji ber sûcê ‘’birîndarkirina biçûk’’ xwest ku ji Kocalarê re cezayê girtîgehê yê bilindtirîn astê were birîn. Piştî Dozgerî  biryara xwe da, xwest ku polîs werin danişînê.

Danişîn ji 28'ê Gulanê re hate paşxistin.