‘Divê kesên ku bûn sedema jiyana birayê min werin darizandin’

Di danaşîna yekem a doza ku Dayîkên Şemiyê û rêveberên ÎHD’ê jî di nav de ku 20 kes tên darazandin; Îkbal Eren parastin kir û got: “Divê yên ku bûn sedema mirina birayê min werin darazandin.”

Stenbol- Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku di çalakiya xwe ya hefteya 950’an de li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin û di nav de rêveber û endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya piştgiriyê dide çalakiyê jî hebûn, der barê 20 kesan de bi hinceta qanûna "muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandana hejmara 2911'an” binpê kirine, doz hat vekirin. Danişîna yekem a dozê îro li Dadgeha Cezayê Asliye ya 39'an a Edliyeya Stenbolê wê were dîtin.

Ji 20 kesên ku dihatin darazandin; Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz, Mirovên Şemiyê Besna Tosun, Masîde Ocak, Mikaîl Kirbayir, Hasan Karakoç, Leman Yurtsever, Aylîn Tekîner, Îkbal Eren, Mukaddes Şamiloglu, Hatîce Korkmaz, Îsmaîl Yucel, Alî Tosun, Alî Ocak, Selvî Gulmez, Cuneyt Yilmaz, Îrfan Bîlgîn, Hunkar Hudayî Yurtsever, rêveberên ÎHD’ê Meryem Bars û  Sebla Arcan û parêzer Merîç Eyuboglu li gel parêzeran di danişînê de amade bûn.

Parêzerên endamên ÎHD’ê, Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî, Mala Şopandins Parastina Mafên Mirovan, Baroya Turin, Baroya Lille, Mala Çavdêriya Parastina Parêzerên di Xeterê de, Baroyên Wan û Êlihê, Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê, nûnerên ji sefaretxaneya DYA, Holanda û Almanyayê û hejmarek zêde rêxistinên hiqûqê û hiqûqnas, her wiha gelek parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedar bi armanca piştevaniyê danişîn şopandin.

'Ger ez behsa tiştên hatin serê Hayrettîn Eren nekim wê gotin kêm bimînin’

Di danişîna ku bi tesbîta nasnameyan dest pê kir de dadger îdianame xwend. Piştre parastina kesên ku tên darizandin dest pê kir. Destpêka yek ji Mirovên Şemiyê Îkbal Eren parastina xwe kir û  got: “Ez xwişka Hayrettîn Eren ê di 20’ê Mijdara 1980’yan de hat binçavkirin û windakirin im. Ger ez behsa tiştên hatin serê Hayrettîn nekim dê ev beyan kêm dimînin.  Hayrettîn Eren, di 20'ê Mijdara 1980'yan de bi hevalê xwe re li Saraçxaneya Stenbolê hat binçavkirin û birin Qereqola Karagumrukê. Dema me agahî girt, dayik û bavê min çûn Qereqola Karagumrukê. Erkdarên li qereqolê li deftera qeydê mêze kirin û gotin wî û 5 hevalên wî sewqî Midûriyeta Polîsan a Gayrettepeyê kirine. Dayik û bavê min çûn Midûriyeta Emniyetê ya Gayrettepeyê lê erkdarên li wê derê gotin kesek wisa li vir tune ye. Ji dayik û bavê min ên ku dubare çûn Qereqola Karagumrukê re wiha gotin, ‘Me Hayrettîn Eren binçav nekiriye, ji we re agahiyek şaş hatiye dayîn.’ Piştre dayika min Elmas Eren a ku bi dehan caran çû Midûriyeta Emniyetê ya Gayrettepeyê, tevî ku li baxçeyê emniyetê wesayîda me dît jî gotin kurê te ne li wir e û binçavkirina wî înkar kirin.”

‘Divê sûcdar werin darizandin!’

Îkbal Eren wiha got: “Ji niha şûnde, di demên cuda de dayika min Elmas Eren û karkerên bavê min Kemalettîn Eren, wezareta edaletê, konseya ewlehiyê her cihê ku wê berpirsyar bû serlêdan kirin lê hemû derî li rûyê wan hatin girtin. Ger ev tişt bi zarokên we bikirana we yê çi bikira? Li gel birayê min Hayretîn Eren di demek nêz de Nûrettîn Yedîgul, Suleyman Cîhan û Mustafa Asim Hayrullahoglu, li Muduryeta Emniyetê ya Gayrettepeyê hatin windakirin. Piştre cenazeyên Suleyman Cîhan û Mustafa Asim Hayrullahoglu hatin dîtin. Hê aqubeta Nurettîn Yedigol û Hayrettîn Eren nayê zanîn. Di dema windabûna van 4 kesan de alîkarê Mudurê Şaxa têkoşîna li dijî Terorê Mehmet Agar, Mudurê 1’emîn Şaxa Emniyetê Tayyar Sever, Fikret Işinkaralar û yên din ên ku di wê demê de erkdar bûn, berpirsên windabûna wan in. Di vê rewşê de ji bo ez li aqubeta birayê xwe Hayrettîn Eren dipirsim divê ku ne ez, ên ku bûn sedema windabûn û mirina birayê min divê werin darazandin.”

Pişît parastina Îkbal Eren, parêzer û kesên ku tên darizandin, diyar kirin ku ji ber tengî û kêmaniya fizîkî ya salonê wê danişîn bi vî awayî berdewam neke. Dadger ji bo danişînê li salonek din bikin taloqî saet 13:30’an kir.