Kampanyaya bi navê ‘ne dema wê ye’ hat destpêkirin

Di çarçoveya kampanyaya 16 rojan de Kombûna Jinên Lubnanî ya Demokratîk dest bi kampanyaya “Ne dema wê ye” kir.

Kombûna Jinên Lubnanî ya Demokratîk di çarçoveya kampanyaya cîhanî ya 16 rojan de ku di 25'ê Mijdarê de hat destpêkirin li ser gelek proje û mijaran dixebite. Destpêkê ji bo daxwazkirina komîteya îdarî û dadwerî li meclisê û gotûbêja qanûna qedexekirina zewaca beriya temenê 18 salî û belavkirina hişmendiyê li herêmên Lubnanê dixebite.
CAROLÎN BAZZI
Beyrûd- Ji bo balkişandina tundîtûjiya li ser jinan kampanyaya bi navê “Ne dema wê ye” Kombûna Jinên Lubnanî ya Demokratîk dest bi kampanyayê kir û siyaseta taloqkirina domdar di warê mijarên jinan de red dike.
Der barê çalakiya Kombûna Jinên Demokratîk a Lubnanê di çarçoveya kampanyaya cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya zayendî ya 16 rojan koordînasyona ragihandinê ya Kombûna Jinên Lubnanê ya demokratîk Reşa Weznî ji ajansa me re axivî û got: “Di çarçoveya kampanyaya 16 rojan de Kombûna Jinên Lubnanê ya Demokratîk kampanyaya bi navê ne dema wê ye da destpêkirin û weke pêngaveke gelekî girîng û lezgîn ku siyaseta taloqkirina domdar di warê mijarên jinan de red dike. Qedexekirina zewaca keçên temen biçûk û ku guherîna qanûnan tên tolaqkirin, tê wateya ku dem hatiye qanûn werin nûkirin û qanûna ku temenê zewacê piştî 18 salî were derxistin. Ev kampanyaya ku hatiye lidarxistin piştî hevbendiya niştimanî ya parastina zarokan ji ber zewaca di temenê biçûk de, nameyek ji komîteya rêveber û edaletê re şand ku tê de pirsa qanûna ji aliyê koma jinên demokrat ve hatibû pêşkêşkirin, li gel komîteya rêveber û edaletê ye. Ji sala 2017’an heta Hezîrana 2021’ê li ser hat nîqaşkirin û piştre tu roj nehatin diyarkirin ji bo temamkirin û ji nûve nîqaş kirina biryardana li ser erêkirina wê. Ev jî tê wê wateyê ku me tu bersiv ji komîteya îdarî û dadwerî wernegirtiye. Me bi twetan li ser malperên tora civakî bang li cihê pêwindîdarê taloqirina qanûnan kirin ku ev qanûn jî wekî her dosyayek din a li ser tê xebitandin girînge û mijara zewaca temenê biçûk ji perspektîfan zêdetir di çarçoveya kampanyayê de ye. Mînak me gelek nîqaş li ser zewaca di temenê biçûk de ku dibe sedema mirina keçan, riya zanistê digre, zerarê dide tenduristiya bedenî û derûnî ya keçan hat kirin. Her wiha me teqezî li ser mafê zarokan ê wendinê jî kir.”
“Qanûnên ku jinan diparêzin esas in”
Reşa Weznî bi bîr xist ku mijara krîza aborî jî di kampanya kombûna jinan de hat nîqaşkirin û wiha domand: “Me li ser mijara krîza aborî ya ku hin malbat ji bo barê aborî li ser milê xwe sivik bikin keçên xwe didin zewicandin, me ev mijar nîqaş kirin û wan ev gotina ne dema wê ye ji bo kampanyayê bi kar anîne ji ber ku cihên pêwendîdar dema ku mijar dibe jin ew bersiva ne dema wê didin. Vê carê em ji wan re dibêjin ‘ne dema wê ye ku bizewice, ne dema wê ye ku wan qanûnan tolaq bikin, ev qanûn di serî de ne û çênabe ku qanûnên jinan diparêze duyem bin.”
 “Em danişînên hişyariyê belav dikin”
Têkildarî çalakiyên din ên kombûna jinên Lubnanê ya demokratîk di çarçoveya kampanyaya 16 rojan de hatin lidarxistin Reşa Weznî dibêje: “Em bi hevkariya hêzên jinan di komeleya Action Aid kampanyayek li herêma Balbek bi navê ‘bi ewle xwe bigihîjîne’ em dixebitin. Ev kampanya di nava xwe de danişînên hişyariyê jinên herêmê der barê şîdeta dîjîtal û ewlehiya dîjîtal û belavkirina hişyariyê ji vê diyardeya tundiyê de pêk tîne. Her wiha em li herêma Cebin Cenîn jî mijara tendurustiya zayendî û zarokanîna dinyayê bi danişînên bi sernavê tenduristiya me rola jiyanê ye de broşurên hişyariyê li ser malzemeyên paqijiyê, çawa em dikarin xwe biparêzin û çawa mafên zayendî bi dest bixin dinivîsin û belav dikin. Li kêleka kampanyayê me li herêma Balbek û Cebin cenîn pêk anîbûn, me li şaredariya herêma cewniya hevdîtinek li ser bandora qeyranan li ser tenduristiya derûniya jinan li dar xist. Seroka kombûna jinên Lubnanê ya demokratîk Carolîn Siker hevdîtin birêve bir û di civînê de seroka komeleya texeta salîlîa Domt û damezrînera şirketa Emerge Coaching a bi navê Lînda Şkor amade bûn.”
"Me li ser qanûna parastina jinan nîqaş kir"
Reşa weznî da zanîn ku herêmên weke Bekaa û Cebin hilbijartine ji ber ku pêdiviyên jinan nagihîjin wan û ev herêm ji aliyê dewletê ve hinekî hatiye paşguhkirin û ji ber vê yekê jî pêwîstî bi hişyarkirina tundûtûjiya dîjîtal a bi awayekî mezin hatiye belavkirin û danasîna mafan li van herêman heye û wiha got: “Me çavdêriya gelek bûyerên tundûtûjiya dîjîtalî li herêma Bekayê kiriye. Ev jî di dema windabûna hişmendiya ku çawa çareseriyê peyda bikin di rewşên ku jin û keç rastî tundiya dîjîtal tên an jî dema ku hinek kes hisabên wan ên dîjîtal îxtiraq dikin, ji ber vê yekê civînên hişyariyê ji bo van diyardeyan pir girîng e. Me di çarçoveya kampanyaya 16 rojan de bi wan re komcivînek li dar xistibû ji bo rojeva jinan, ewlekarî û aştiyê û li kêleka van celseyên hişyariyê ku em li seranserê salê li hemû deverên Lubnanê organîze dikin. Her wiha kombûna jinên Lubnanê li ser mijarên zewaca keç û ciwanên di temenê biçûk de û qanûnên parastina jinan di nav de tundiya nava malê û tundiya zayendî nîqaş dike.”