Li Yemenê tundiya li ser bingeha zayendî zêde dibe

Yemen 7 sal in ku rastî gelek şer û pevçûnên çekdarî yên domdar hatiye. Li gelek deverên Yemenê şer diqewime, vê yekê jî hişt ku barê herî giran bikeve ser milên jin û zarokan li hemû devaran ne tenê li deverên ku şer lê qewimiye, ji ber zêdebûna tundûtûjiya li ser bingeha zayendî.

NOOR SURİB 
Yemen-  Dezgehên bi karûbarên jin û zarokan re pêwendîdar, di gelek wezaretên hikûmetê û saziyên sivîl ên di warê mafên mirovan de çalak in û piştevaniya dozên jinan dikin. Ji bo beşdariya kampanyaya 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û tundiya li ser bingeha zayendî ku di 25'ê Mijdarê de hatiye destpêkirin û dê heya 10'ê Kanûnê bidome, dest bi çalakiyên xwe kirin û daxuyaniyan xwe dan.
"Şerê çekdarî yek ji sedemên zêdebûna tundiya li ser jinan e"
Ji destpêka şerê Yemenê, ji 26'ê Adara 2015'an ve, hemû aliyên şer li Yemenê qanûnên navneteweyî yên mafên mirovan binpê kirin, rapora zil ya koalisyona Rêxistinên ne hukmî destnîşan kirin ku ji encama şerê çekdarî û bombebarankirin û çandina mayinan, têkçûna sîstema tenduristiyê û belavbûna nexweşiyan hejmara giştî ya kuştî û birîndaran gihîştiyê nîv milyon kesî û 20 hezar ji wan sivîl in piraniya wan jin û zarok in.
Rêjeyên sindoqa Neteweyên Yekbûyî diyar dikin ku di encama şerê li Yemenê de 112 hezar kes di encama rûbirûbûna çekdarî yên rûbirû de hatine kuştin û birîndarkirin ku ji wan 7825 kesên sivîl hatine kuştin û 933 jin û 1395  birîndar bûne. Her wiha hin raporên mafên mirovan diyar kirin ku tundiya li dijî jinan li Yemenê ji sedî 63'ê zêde bûye.
Di van salên dawî de, Yemen bû şahidê sûcên kuştinê yên hovane ku û piraniya mexdûran jin bûn. Li dijî vê yekê jî ne mekanîzmayên berpirsyariyê, ne jî ceza hatiye dayîn. Seroka Navenda Lêkolînên stratejîk a piştgirîkirina jin û zarokan bijîşk Angela Al-Maamarî wiha got:" Divê were zanîn ku di encamên şer û bandora şer de encamên neyînê çêbûne. Di nav van encaman de şîdeta li dijî jinan zêde bûye û ev yek bandorê li ser hevgirtina civakî û derûnî dike. Gelek lêkolîn rêjeyeke bilind a tundûtûjî û binpêkirinan di demên şer û pevçûnan de nîşan didin ev yek me jî dît ku kuştin û îşkenceya derûnî û fizîkî der barê jinan de hatine pêkanîn."
"Li yemenê qanûna ku sinetkirina jinan sûc dibîne tune ye"
Angela Al-Maamari wiha pêl da gotinên xwe: "Sinetkirina jinan yek ji cureyên tundiya li ser bingeha zayendî ye ku ji ber şerê çekdarî û nebûna hişyarî û bandora wê di rêgirtina li vê tundûtûjiyê de bûye bûyereke rojevî. Her wiha li gorî îstatîstîkên fermî yên di sala 2013'an de hat inweşandin diyar bûye ku ji sedî 19 ji hemî jin û keçên li parêzgehên cuda yên Yemenê rastî cureyên sinetkirina jinan hatine. Ji ber ku Yemen yek ji wan welatan e û heya vê yekê qanûnek eşkere tune ye ku sinetkirina jinan sûc bibîne. "
"Kampanyayên li dijî tundiyê"
Dezgehên bi karûbarên jin û zarokan re pêwendîdar, li gelek wezaretên hikûmetê û saziyên sivîl ên di warê mafên mirovan de çalak in û piştevaniya dozên jinan dikin, ji bo beşdariya kampanyaya 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya zayendî, dest bi çalakiyên xwe kirin û daxuyaniyên xwe belav kirin. Têkildarî vê mijarê rêvebera saziya Akon a Maf û Azadiyan  Leyla El-Şebîbî wiha got: "Pêwîst e li dijî tundiya sîstematîk a li ser jinan piştgiriya kampanyayên hişyariyê werin piştgirîkirin û hişyarî çêbibe. Her wiha dema kampanyaya 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ku bi rengê xwe yê pirteqalî û dirûşmên xwe yên nûjenkirî û remza kefa dest ku tê wateya redkirina tundûtûjiyê li asta cîhanî bi wateya ku ev kefa dest bi tenê hewldanên xwe ji kuştin destdirêjî, şîdet û lêdanê xelas bike her wiha di nava salekê de me bi dehan binpêkirinên giran şopandin ku di nav de kuştin, îşkence, îftîrayên li dijî jinan hebûn."
Leyla El-Şebîbî wiha li gotinên xwe zêde kir: "Dibe ku ev kampanya û kampanyayên din ên li dijî tundiyê serkeftinek mezin bi dest nexin lê wê jin hîs bikin ku hin kes hene parastina wan dikin û hewl didin neheqiya li ser wan rakin û wekheviyê pêk bînin. Wê ev kampanya bandora xwe ya erênî bi awayekî giştî bike."
Her wiha wê teqez kir ku destdirêjî ji hemû aliyan ve li ser jinan tê kirin û wiha got: "Jinên ku bi bombebaran û pevçûnên çekdarî li herêmên şer rastî tundiyê nehatine ji ber birçîbûn, tirs û qutkirina mûçeyan hatine kuştin û yên ku di girtîgehên Hûsiyan de ji ber tundiya fizîkî û derûnî û îşkenceyê nehatine kuştin ji aliyê hevjînên xwe yên ku ji ber şer û zehmetiyên jiyanê û têkçûna aborî nikarin li ber xwe bidin ve rastî tundiyê hatine û hatine kuştin."
"Mekanîzmayên parastina jinan"
Rêvebera giştî ya parastina malbatê ya di wezareta karên hundirîn de û polîsên jin, Aliya Salih têkildarî erkên wan ên di warê alîkariya jinan de wiha got: "Em baldar in ku alîkariyek mezin pêşkêşî hemû jinên xwe digihîjînin navendên polîsan da ku giliyên xwe li dijî şîdeta li ser bingeha zayendî ya pê re rûbirû mane bikin û hemû tedbîrên qanûnî ji bo sererastkirin û piştgirîkirina wan bikin. Her wiha em bi hevkarên Rêxistina Civaka Sivîl re dixebitin da ku cihê piştgiriya derûnî, qanûnî bi jinan bidin nasîn." 
Aliya Salih wiha pêl da gotinên xwe: "Min li hemû şaxên polîsên parêzgehan û heta dezgehên li ser asta rêveberiyan arasteyî polîsên jinan daxwaz kiriye ku bala xwe bidin ser xizmeta jinên ku rastî şîdetê hatine û serî li asayîşê didin da ku ji tundî û binpêkirinên li dijî wan rizgar bibin. Em her dem kar dikin û piştgiriya jinên ku serî li navenda polîsan dane, dikin ne tenê di dema kampanyayê de di her demê de.
"Tundiya herî xeternak tundiya nava malê ye "
Rapora Sindoqa Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku tundiya herî giran tundiya nava malê ya li dijî jinan e ku ji aliyê endamên malbatê ve, çi mêr, çi ji bira û çi jî ji kesên nêzî wan ve tê kirin. Her wiha zêdebûneke berdewam di rêjeya mexdûran de heye ku digihîjin xizmetên ji bo têkoşîna li dijî tundûtûjiya zayendî, bi rêjeya ji sedî 70 li hin parêzgehan tevî dijwariya ragihandinê û hestiyariya naskirin û ragihandina tundûtûjiyê ji ber adet û kevneşopiyên Yemenê.
Rêvebera projeya Yekitiya Jinên Yemenê Samara Arassî di wê baweriyê de ye ku parastina ji tundûtûjiya zayendî yek ji wan xalên pêşîn e ku divê li ser were xebitandin û girtina tedbîrên pêwîst, rêzgirtin û sepandina hemû prensîbên parastina ji îstîsmara zayendî destdirêjî yan tacîza zayendî û wiha got: "Ji bo bidestxistina mafên mirovan, azadiya çûnûhatinê, beşdarbûn û ewlehiya hemû gelên ku ji karesat, krîz û pevçûnan bi bandor bûne divê parastin bê cudahî be û bi wekhevî ji bo her du zayendan kar bê kirin. Her wiha tundûtûjiyê çareser bikin û mirovan ji zirarê biparêzin û pêdivî heye ku kapasîteyên mirovan fêm bikin."
"Divê em li ser parastina jinên ji tundiyê rizgar bûne bixebitin"
Samara Arassî wiha pêl da gotinên xwe: "Divê em li ser parastina jinên ku ji tundûtûjiyê rizgar bûne xebatên xwe bi pêş bixin û divê em hemû bi bandor bixebitin da ku bi wan re bibin alîkar û piştgiriya derûnî, fizîkî, tenduristî zagonî ji wan re pêşkêş bikin. Her wiha bihêzkirina wan di warê aborî de bi riya tevlîkirina wan di nava hin kursên perwerdeyê yên ku ji wan re dibe alîkar û wan fêrî hunera dest dike da ku karibin projeyên biçûk pêk bînin û debara mala xwe pê bikin."
Der barê mekanîzmaya parastinê ya ku niha ji bo jinên destdirêjî li wan hatiye kirin de sara wiha got: "Em rastî gelek zehmetiyan hatin. Li gelek parêzgehan avahiyên sendîkayan ziyan dîtin û ji ber rewşa ewlehiyê ya xirab her wiha bûyerên ku digihîjin me du qat zêde bûne, piraniya dozên ku digihîjin me dozên keçên temenê wan biçûk in. Ên ku ji ber şert û mercên dijwar ên aborî yên ku welat tê re derbas dibin zewicî ne. Mekanîzmaya parastinê li welatê me ew e ku li hin parêzgehan stargeh bên avakirin. Her wiha li paytexta Yemen Adenê stargehek heye, jinên ku rastî tundiyê hatine û yên ku ji tundiyê rizgar bûn vedihewîne û li ser perwerdekirin û bihêzkirina wan di warê aborî de dixebite. Bi riya kursên perwerdeyê wan fêrî hunerên destan û pîşeya xwarinê dike, ev yek bi wan re dibe alîkar ku dema ji stargehê derkevin karibin debara jiyana xwe bikin."