Cezayê girtîgehê li rojnameger Gulşen Koçuk hate birîn

Rojnameger Gulşen Koçuk di doza ku bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî bi sûcdariya "Propagandaya rêxistinê kiriye" salek û 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Amed - Yekemîn danişîna derbarê edîtora JinNewsê Gulşen Koçuk ku ji ber parvekirinên nuçeyên medyaya dijîtal a salên 2016'an bi hinceta "Propagandaya rêxistinê kiriye" doz hatibû vekirin, li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat ditin. Di danişînê de Gulşen Koçuk û parêzer  Resûl Tamur amade bûn.
 “Min îronî kir”
Gulşen Koçuk di parastina xwe de got ku ew sûcdariya li ser xwe qebûl nake, di çarçoveya lêpirsînê de jî îfadeya xwe dubare kir. Gulşen Koçuk diyar kir ku Ajansa Anadoluyê (AA) gelek caran qala kuştina Rêvebirê PKK’ê Bahoz Erdal kiriye, lê li ser nûçeya ku paşê derketiye holê ku bêbingeh, parvekirinek îronîk kiriye.
“Min bi nasnameya xwe  ya rojnamevantî tiştên qewimî parve kir”
 
Rojnameger Gulşen Koçuk piştî ku serokê dadgehê got, "Li ser medyaya civakî tiştên bi vî rengî diqewimin" dubare kir ku AA’ê beriya niha gelek nûçe di vê mijarê de cih girtiye û ji ber vê yekê îronî kiriye. Gulşen Koçuk diyar kir ku ew gotar û dîmenên ku di îdianameyê de di derbarê girtina bajarê Minbicê ya Sûriyeyê di sala 2016’an de ji destê DAIŞ'ê hatiye derxistin, bi armanca ku bûyeran ragihîne weke rojnamevanekî parve kiriye.
Parêzer Resûl Temur ku parastin kir diyar kir ku ew tevlî îfadeyên muwekîlê xwe dibe û got piştî ku dozgerî der barê esasê de nêrîna xwe pêşkêş bike ew ê parastina xwe bikin. 
Dozgeriyê bi hinceta " Propagandaya rêxistinê kiriye " xwest rojnameger Gulşen Koçuk bê cezakirin. Gulşen Koçuk li ser hesabê xwe ya medya yê ku li ser navê wê  qeytkiri  bi parvekirinên PYD û YPG'ê ku, rêbazên ku zor, gef û tundiyê di nav xwe de ne rewa nîşan didin, bi sucê “progandaya rexistinê kiriye” bê ceza kirin.
"Parvekirin di çarçoveya azadiya ramanê de ye" 
Parêzer Resûl Temûr diyar kir ku ew li ser esasê tevlî mutalayê nebûn û destnîşan kir ku parve kirinên muwekîla wî di çarçoveya azadiya fikir û ramanê de kiriye û şîdetê teşwîq nake.
Di danişîna yekem de cezayê girtîgehê!
Heyeta dadgehê bi îdiaya ku "propagandaya rêxistinê kiriye " salek û 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Gulşen Koçuk birî. Dadgehê biryara taloqkirina eşkerekirina biryarê da.