Li Qahîreyê bi mijara tundiya li ser jinan saziya "Jina nû" dest bi nîqaşan kir

Endama Weqfa "Jina Nû" Nevîn Obeyd destnîşan kir ku barê îsbatkirina tawanên şîdeta zayendî hê jî dikeve ser milên kesên ku rastî şîdetê hatine û jê xelas bûne ku ev yek di rûbirûbûna van tawanan de pirsgirêkek mezin e û teqez kir ku ev rewş ne tenê di asta herêmî de, di asta navneteweyî de jî pirsgirêkek mezin e.

ÎNAS KEMAL
Qahîre- Li Misirê jin û keç dema behsa bûyerên şîdeta zayendî ya ku pê re rûbirû mane dikin êşê dikşînin, tekildarî îsbatkirina qurbaniyên tundiyê endama weqfa Jina nû û Nevîn Obeyd ji ajansa me re axivî û got ku tevî hiqûqa fermî ya dewletê jî barê îsbatkirina tawanên şîdeta zayendî û ya herî ku hatiye belavkirin tacîzê, dikeve ser milên kesên ku ji tundiyê xelas bûne.
Der barê çareseriyên pêşniyarkirî, ji bo rakirina vî barî ji ser milên mexdûran Nevîn Obeyd wiha bi lêv kir: "Beşek ji çareseriyê hebûna dadgehên pispor e û em çavdêriya xwe di pêngaveke ceribandinê de tomar dikin ku ji aliyê saziya edaletê ve pêşkêşî dadgehan hatiye kirin da ku bûyerên tundiya li ser jinan di dozên sûc de binirxînin. Em di wê hêviyê de ne ku dê tevahî bûyerên tundiyê bibin dozên sûc. Ev di hevsengiya saziyên fermî yên dewletê de û di hevsengiya me ya kombûyî de wekî tevgerek femînîst gavek baş e û nû ye."
Her wiha wê wiha li gotinên xwe zêde kir: "Xizmet û piştgiriyên ku komele, rêxistin û saziyên pêwendîdar ji jinan re di warê têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan de pêşkêş dikin divê ne navendî bin, yanî li Qahîre û parêzgehên derdorê bi sînor nemîne, li her derê bê pêşkêşkirin."
Nevîn Obeyd destnîşan kir ku mimkun e xizmetkar lênêrînê bikin lê dibe ku li hemberî şîdetê ne alîgir bin û ev pirsgirêkek mezin e û got: "Hin kesên ku piştgirî û xizmetê pêşkêş dikin di hin saziyên fermî de bi hewceyî perwerdeyê ne"
Di dawiya axaftina xwe de, wê teqez kir ku pêwîst e ew karbidestiya pêşkêşkerên piştgiriyê û  xizmetê li cihên fermî bilind bikin û xwe bi ramana dadperwerî û wekheviya zayendî re bikin yek.
"Parastina ji despêkê ve"
Weqfa "Jina nû" ku îsal di bin dirûşma "Parastina ji destpêkê ve" mijara parastinê ji bo kampanyaya xwe hilbijart, di çarçoveya xebatên kampanyaya cîhanî ya 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya li ser bingeha zayendî û tundiya li ser jinan ku di 1'ê Kanûnê de li ser siyaset û rêgezên parastina jinan ji tundiya zayendî komcivînek girtî li dar xistibûn.
Lêkolînera weqfa Jina Nû Lamîa lutfî li ser pêşxistina stratejiyên ji bo parastina jinan ji şîdeta zayendî û pêwîstiya şermezarkirina tundiyê û girtina tedbîrên sîstematîk ên li hemberî tundiyê lêkolînek pêşkêş kir û ajansa me ev lêkolîn bi nivîskî bi dest xist. Her wiha wê got ku di dema pêşxistina stratejiyên ji bo dabînkirina ewlehî û parastina jinan de pêwîst e zagon û rêkarên berfireh ji bo hemû cureyên tundiyê bên danîn û pêwîst e çanda civakê ya baviksalarê bê guhertin.
"Divê ku saziyên mafên mirovan wekheviyê pêk bînin"
Lamîa Lutfî bal kişand ku pêwîst e wekhevî hebe û saziyên mafên mirovan ji bo mexdûrên şîdetê wekheviyê peyda bikin di mijarên navbera qanûnên adet û ol, mezheban de jî û behsa bûyera Raniya Reşwan a ku ji tundiyê xelas bûye kir. Da zanîn ku ew beşdarî maseya civînê bûye û çîroka wê li ser malperên tora civakî navdar bibû ku ew li derdora mala xwe ji aliyê cîranên xwe ve hatibû revandin û tundî li wê hatibû kirin. Wê xwe venekişand û zexta ku lê hatibû kirin ragihand ji bo li hemberî tundiyê bêdeng nemînin.
Lamîa Lutfî bal kişand ser pêwîstiya qanûnek ji bo parastin, piştgirî û alîkariya mexdûran û kesên ku ji tundiyê rizgar bûne û zarokên wan. Diyar kir ku li hemû deverên bajarok û gundewaran, ji bo misogerkirina parastina kesên ku rastî tundiyê hatine divê ceza li hemû kesên ku di dema lêpirsînê de, berê yan jî piştî lêkolînê daneyên agahiyan der barê kesan de eşkere kirine, bêyî ku ferq bike, bên cezakirin.
"9 stargeh ji bo piştgiriyê bidin jinên rastî şîdetê hatine li çend parêzgehan hatine vekirin"
Li aliyê din, rêvebera Beşa Plandanînê ya li Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Jinan a di Wezareta Hevgirtina Civakî de Nermîn Mensûr got ku her 9 stargehên girêdayî wezaretê, ji bo jinên ku rastî tundiyê hatine li parêzgehên Qahîre, Cîza, Dakahlia, Qalyubia, Fayoum, Beni Suef, Minya û Al-Exandria, jin ji gelek cihan wek nexweşxane, navendên polîsan û dozgeran werdigirin û li wir ji hemû lênêrînê sûdê digrin. Çi derûnî, çi zagonî, çi civakî û çi tenduristî her wiha 24 demjimêran li van navendan doz tên wergirtin. Her wiha ev stargeh ji bo jinên ku rastî tundiyê hatine hemû piştgiriyê dide û heger zarokên wan ên kur hebin heya temenê 12 salî lênerîn dike û ji bo zarokên keç her dem lênêrînê dike. Her wiha navend bi riya perwerdeya jiyanê ya ji bo karên destan hêza wan a aborî zêde dike.
"Pêwîst e qanûna ceza were guhertin"
Di nîqaşan de hat destnîşankirin ku di van salên dawî de îradeyeke siyasî heye ku balê dikşîne ser mijara têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û bersivdayîna hin mijarên ku di platformên medyaya civakî de tên hilberandin û qanûna Ceza ya Misrê pêwîst e were guhertin û sererastkirin, nemaze xalên ku rê didin sûcdarên mêr ji tawanên tundiya li dijî jinan dûr bikevin û ji ceza bifilitin.
Hat teqezkirin ku barê îsbatkirina tawanên tundiya zayendî hê jî dikeve ser milên kesên ku ji tundiyê rizgar bûne û ev pirsgirêkeke mezin e ne tenê di asta xwecihî de, di asta navneteweyî de jî wisa ye. Ketina jinan a nava dadweriya Misrê dê doz û tawanên li dijî jinan pêk bîne û hewldanên pêkanîna edaletê bi pêş bixe.