Fatiha Shtato: Zagona li dijî tundûtûjiyê gavek erênî ye lê gelek valahî tê de hene
Divê pêşnûmeqanûna têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, li ser esasê nêzîkatiyeke giştî ya li hemberî şîdeta li ser jinan a di hemû qadan de bê nirxandin û divê diyalogeke niştimanî hebe, ji ber ku Mexrib xwedî erkên navneteweyî ye her wiha destûra 2011’an ku bi gelek mafan ve hat jî heye. Dem dema wê yekê ye ku ev qanûn li gorî qanûnên navneteweyî were guheztin.
HENAN HARIT
Mexrib- Li Mexribê di sala 2018’an de qanûna têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ket meriyetê, lê piştî sê salan ji cîbicîkirina wê hê jî tundûtûjî berdewam dike. Amarên fermî belavbûna zêde ya tundûtûjiya li ser jinan bi taybetî tundiya nava malê piştrast dikin.
Endama Rêveberiya Meclisa Mafên Jinan a Federal parêzer Fatiha Shtato di hevpeyvînek ji ajansa me re, diyar kir ku gelek astengiyên ku rê li ber sepandina vê qanûnê li vedikin hene. Her wiha ew dibîne ku zagona têkoşîna li dijî tundûtûjiyê jî wekî gaveke erênî ye lê dîsa jî valahî tê de hene.
Sê sal piştî aktîfkirina qanûna têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan gelo we pêşveçûnên vê qanûnê dîtin?
Zagona 13/103 ya têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, pêwîstiyên nû yên nayên înkarkirin bi xwe re anî û ji bo parastina jinan ji tundiyê em vê wekî pêngaveke erênî dibînin. Ji ber ku çarçoveyeke nû ya têgihîştinê ji bo diyarkirina hemû cureyên tundiya li ser jinan ava kir.
Her wiha qanûn gelek kiryarên ku berê sûc nedihatin dîtin jî sûc dibîne, di nav de derxistina ji malê ya jinan an jî redkirina vegerandina mêrê dersînorkirî ji mala wî. Her wiha qanûn ji bo sazîkirina hucreyên şîdetê yên ku kursên perwerdeyê lê hene û her wiha kursên ku bi civaka sivîl û hemû aktoran re di çarçoveya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de hevdîtinan pêk tînin, kar kir. Di heman demê de di ragihandin û şopandinê de jî li gorî berê, ji ber ku jin di gihandina edaletê de ji ber tundiya ku li dijî wan tê kirin, zehmetiyan dikişandin lezek çêbû.
Li aliyê din Serokatiya Serdozgeriya Komarê her wiha amar û raporên li ser dosyayên tundûtûjiyê yên li dadgehan, der barê sûc û biryara tawanan de pêşkêş kir ku ew jî dikeve bin mafên agahdarkirinê. Ev tiştên me berê tunebûn lê daxistina qanûna ku di sala 2018’an de pêk hat pêkanînek tavilê bû ket meriyetê.
Çima qanûna têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan nikaribû vê diyardeyê kêm bike, tevî geşedanên ku bi xwe re anî û we piştrast kir?
Belê di civaka Mexribê de tevî ku qanûn beriya sê salan ketiye meriyetê, tundiya li ser jinan her ku diçe zêde dibe. Mixabin em bi wê yekê re rû bi rû ne ku qanûn nikariye diyardeya tundiyê kêm bike, ji ber ku hin valahî hene ku pêşî li vê yekê digrin. Ev jî encama komek astengiyan e ku rê li ber ragihandina tawanên tund digre, di nav wan de astengiyên derûnî yên ku di tirs, windakirina hêviyê û guhdarîkirinê de di encama kombûna hin pêşdarazî û qalibên tên xuyakirin.
Aliyê hestiyariyê jî heye, ji ber ku gelek daxwazên zagona têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ji ber hesasiyeta li hemberî van geşedanan hê jî riya xwe ya sepanê nedîtiye, ji bilî nebûna alîkariyên zagonî û dadwerî ku girêdayî nezelalbûna çarçoveya zagonî ye û her wiha astengiyên prosedurê yên girêdayî reftarên hinek dezgehên cîbicîkirina zagonan.
Li gorî we, qanûn bi tenê dikare şîdeta li ser jinan bi sînor bike? Tedbîr û prosedurên ku dikarin ji bo jinên hatine çewisandin biparêzin çi ne?
Bêguman, qanûn bi tenê têrê nake ji bo pêşîgirtina li diyardeya tundûtûjiyê û tevî girîngiya wê di parastina kesên ji tundûtûjiyê rizgar bûne lê sepandina wê bi sînor dimîne. Jinên mexdûrên şîdetê hewcedarî tedbîrên parastinê ne û di çarçoveya qanûna 103/13 de ya ku me eleqedar dike, aliyê parastinê ye. Em jî hewl didin qanûnek ku pêşîlêgirtin, parastin, sînordarkirin û bêcezakirinê pêk bîne derxin, ji ber ku ev qanûn xwe dispêre nêzîkatiya giravê û mekanîzmayên parastin û cezakirinê marjînal dike, qanûn bi tenê têrê nake.
Her wiha jin ji bo zirar û ziyana ku gihandiye sererast bike pêwîstiya wê bi rehabîlîtasyona psîkolojîk û tazmînata sivîl heye, j ber ku nebûna berdêl tê wateya teşwîqkirina dubarekirina şîdetê. Ger kesê ku şîdetê li jinan dike bizane ku ew ê cezayek biçûk bide, ev yek ji bo wî dibe asteng.
Pêşniyarên we ji bo tedawiya bi bandor a pirsgirêkên tundiya li ser jinan çi ne?
Di serî de qanûn hemwelatiyên jin û civakê diparêze, ji ber vê yekê ne hewce ye ku tenê li ser beşan bisekine belkî wekî min berê jî behs kir divê metnên xwe baştir bike û cudakarî û neheqiya li ser jinan neke nava xwe.
Di çarçoveya mafê agahîdayînê de divê hin biryarên ku bi rastî ji aliyê hin dadgehan ve hatine derxistin û qanûna 103/13 di wan de hatiye sepandin, bên weşandin. Her wiha divê parastin û lênêrîna pêwîst ji wan re bê dayîn û gihandina darazê jî bê hêsankirin. Em ne behsa bajarên mezin dikin lê belê em behsa hin deverên li çolan dikin ku ji bo jinan zehmet e ku biçin dadgehan. Her wiha ji bo guherandina zîhniyetê û teşwîqkirina xwendekaran ji bo berdewamiya xwendinê divê xebat bên kirin. Divê li hemberî şîdetê tehemul neyê kirin ji ber ku ew sûc e ku divê were cezakirin û di nav malê de di navbera jin û mêran de cudahî neyê kirin.