Derbarê Hevserok Fîlîz Buluttekîn de 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin

Di doza Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn a ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin tevî biryara betalkirinê ya Dadgeha Îstînafê jî 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.

Navenda Nûçeyan- Fîlîz Buluttekin di dema ku Hevseroka Bajarê Amedê a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û piştre bû Hevşaredara Navçeya Sûrê ya Amedê bi hinceta "endamtiya rêxistinê" bi îdiaya beşdarî 42 çalakiyan bûye 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Cezayê hat birîn ji aliyê Dadgeha Îstinafê ve hat betalkirin û hat xwestin ku ji nû de darizandin bê kirin.

Danişîna doza ku ji nû ve tê dîtin li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de parêzerê dozê Sertaç Buluttekîn amade bû. Di doza ku li ser îfadeyên şahida eşkere Kezban Kuday bi dosyaya lêpirsînê re hat yek kirin de, tevî biryara dadgeha îstînafê ya ku gotibû, "Filîzê di çarçoveya xebatên xwe yên siyasî de tevli çalakiyan bûye " jî ceza hat xwestin.

Hat xwestin bi cezayê girtîgehê bê cezakirin 

Serdozgeriyê îdia kir ku kiryar û çalakiyên di dosyayên yek kirî de "sûcê endamtiya rêxistinê" ye û xwest ku Filiz bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ji 7 sal û 6 meh heta 15 salan bi cezayê girtîgehê bê cezakirin.

Parêzerê Filiz Sertaç Buluttekin ji bo parastina xwe ya li dijî mutalayê dem xwest. Heyeta dadgehê daxwaza demê qebûl kir û danişîn taloqî 29'ê Nîsanê kir.