Cezayê muebbbetê kiryarê Sakîne Kultur hat birîn

Cezayê muebbbetê li Serokê Ocakên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin ku Sakîne Kultur qetil kiribû hate birîn.

Navenda Nûçeyan- Jina bi navê Sakîne Kultur di 13’ê Gulana sala 2022’yan de ji hêla Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin ve bi îşkenceyê hate qetilkirin. Bi sûcê “Bi plankirî û ezyetê kuştiye” li Barkin doz hatibû vekirin, danaşîna dozê hate dîtin.

Daxwaza Komeleya Jinan a Rosayê ya Mudaxil hate redkirin

Danişîna biryarê ya dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hate lidarxistin. Bersûc Îbrahîm Barkin ji girtîgeha lê tê ragirtin bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Her wiha parêzerên gelek baroyan, rêxistinên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî danişîn şopandin. Bersûc Barkin, li dijî mutalaayê daxwaznameya nivîskî pêşkeş kir. Komeleya Jinan a Rosayê xwest “mudaxilî” dozê bibe hate redkirin.

‘Di dîroka bûyerê de dû kesên di wesayîtê de nehatin lêpirsînkirin’

Parêzerên gilîker diyar kirin ku tev li mutalaayê dibin û gotin ku bersûc cînayet bi plankirî pêk aniye. Parêzeran xwestin ku cezayê bersûc “ji ber tehrîka neheq” neyê daxistin. Parêzeran destnîşan kirin ku di roja bûyerê de li gel bersûc Barkin her wiha du kesên din jî di wesayîtê de bûn lê ev kes nehatine lêkolînkirin. Parêzeran daxwaza xwe ya tesbîtkirina van kesan nû kirin û xwestin ku ev kes bên tespîtkirin. 

 Biryara cezayê girtîgehê yê muebbetê

Dozger jî xwest ku Barkin ji ber sûcê “kuştina plankirî” bê cezakirin. Barkin jî xwe bi îdiayên weke “ez poşman im, rastî tehrîka neheq hatim” parast. Dadgehê ji ber sûcê “kuştina plankirî” cezayê muebbetê da bersûc Îbrahîm Barkin. Her wiha cezayê kujer Îbrahîm Barkin nehat daxistin û biryara domandina rewşa girtî da.