Biryara berdewamkirina girtina endama TJA'yê Zeynep Boga hat dayîn

Yekane girtiya doza ku endamên TJA'yê yên li Enqereyê dihatin darizandin Zeynep Boga bi hinceta "gumana revê" nehat berdan.

Navenda Nûçeyan-Duyemîn danişîna doza 9 aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ku di 2'yê Kanûna 2022'yan de di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de hatin girtin, bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Rêxistinê ava kiriye an jî bi rê ve dibe", li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Fîgen Ektî, Hatîce Gungor û Hatîce Yaman ên di danişîna ewil a di çarçoveya dosyayê de hatin berdan, ji Amedê bi Sîstema Agahdariya Deng û Vîdyoyê (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Siyasetmedara girtî Zeynep Boga jî li salona dadgehê amade bû. 

Endamên Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî), parlamentera Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp û Hevseroka Rêxistina DEM Partî ya Enqereyê Tatlîgul Gul tevlî danişînê bûn. 

Dosyayên ku li Amedê ya derbarê Zeynebê de hatî vekirin bi dosyaya Enqerê ve kirin ye. Zeynep parastina xwe bi kurdî kir û diyar kir ku tişta ku tê kirin zilm e. Zeynep, daxuyand ku wek aktîvîst û xebatkara meclîsa jinan e û wiha got: "Her kes min nas dike. Em mafdar in û em dixwazin vî welatî biguherînin û demokratîk bikin. Bihêlin ku em biçin bixebitin."

Zeynep derbarê îfadeyên şahîda bi nasnavê Emînê de jî wiha axivî: "Di dosyayê de her heman tişt tê gotin. Ev zîhniyeta heyî hewl dide ku xebatên me yên jinan asteng bike. Li Amedê dosyayek hat vekirin û darizandineke edilane pêk nehat. Ez Umît Akbiyik nasnakim. Lîsteyek datînin li ber van û îfadeyên wan digirin."

Piştre jî parêzer Gulşen Ozbek Yildirim parastin kir û got: "Dosyayên ku kirin yek heman naverok in. Muvekîla min di sala 2009’an de hat girtin û 5 salan li benda parastinê ma û herî dawiyê jî beraet kir. Niha bi heman darizandinê re rûbirû maye. Ev tişt ne qanûnî ye. Xebatên jinan dide meşandin, li herêma Serhedê dixebite. Çawa dikare bi dehan cihê bixebite û cih bigire em ji vir dipirsin?" 

Piştî Parêzer Cahît Kirkazak jî parastina Zeynebê kir, dozger daxwaza xwe berdewamkirina rewşa girtîbûnê dubare kir. Zeynebê carek din mafê axaftinê girt û daxwaza tehliyeya xwe kir. 

Şandeya dadgehê biryar da ku rewşa girtinê ya Zeynebê bidome û ji bo 8 jinên din jî biryara berdewamiya tedbîra kontrola edlî û qedexeya derketina li derve da. Doz taloqê 30'ê Nîsanê hat kirin.