Jinên Îranê di dîrokê de berxwedaneke mezin nîşan dan (10)
Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, dewam dike. Lê belê ev serhildana li welêt ji bo jinan ne cara yekem bû. Di pêvajoya ku bû sedema protestoyan de mirov dikare behsa gelek berxwedanan bike.
MALVA MIHEMED
Navenda Nûçeyan – Ji aliyê “polîsên exlaqê” ya rejîma Îranê ve bi hinceta ku ferzkirina hîcabê pêk neaniye qetilkirina Jîna Emînî, li welat di warê têkoşîna jinan de serdemekê nû jî bi xwe re anî. Qetilkirina Jîna Emînî hema bêje li hemû bajaran hat protestokirin, ev çalakî bi dirûşma "Jin, jiyan azadî" veguherî serhildanê. Xwepêşandanên protestoyî yên bi daxwaza îstifakirina rêveberiyê û daxwaza şoreşê li her derê dewam dikin.
Li Îranê ferzkirina hîcabê ji Adara 1979’an vir ve, dema ku Xumeynî daxuyand ku “Divê jin li gorî pîvanên Îslamî cil û bergên xwe li xwe bikin” dest pê kiriye. Ferzkirina hîcabê ku weke yek ji qadên herî mezin ên aloziyê li welat tê dîtin, weke yekem reaksiyona li dijî rejîma Îslamî cihê xwe girt. Îran yek ji wan welatên kêm ên cîhanê ye ku jinan neçar dike ku hîcabê li xwe bikin bêyî ferq û cudahiya olî. Beriya mirina Jîna Emînî, 2 carên din jî bi bertekan ferzkirina hîcabê hat rojevê. Di meha tîrmehê de, nivîskara Îranî Sepideh Rashno ji ber ku vê ferkirinê pêk neanîbû, hatibû binçavkirin. Wêneyên wê li ser medyaya dîjîtal belav bûn. Demek şûnda, Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî şertê hîcabê berfireh kir û di nav profîlên medyaya dîjîtal de cih girt. Ev hemu ji aliyê kesên ku bûyerên li welat dinirxîne weke pişt perdeya serhildanên îro hat nirxandin.
Ji Medan heta niha
Encamên lêkolînên li Îranê nîşan didin ku jinan ji serdema Medan hîcabên ku di nav wan de kirasên bejn dirêj, pantolonên dirêj û çadirên dirêj li xwe kirine. Lêkolînên din destnîşan dikin ku hîcab di dema xanedanên cuda yên farisan de hevpar bûye û di serdema xanedana Axamenîsiyan de, ango beriya hatina Îslamê li welêt, belav bûye û ferz bûye. Yek ji rêberên pêşeng ên tevgera Babî, ku yekem protestoyên wî di sedsala nozdehan de rabûn, çalakvan Tahera Karat al-Ain di sala 1848 de rakirina hîcaba xwe bi raya giştî re bû sedema protestoyek li dijî ferzkirina hîcabê ya jinên Îranî. Jinên wekî helbestvan û nivîskar Îsmet Mostofî Aştîyanî (1861/1868-1911) di meclîsên taybet de hîcaba xwe derxistin. Çalakiyên bi vî rengî her ku diçe zêdetir dibin.
Li dijî ferzkirina hîcabê derketin
Çalakgerên tevgera femînîst a Îranê bal kişandin ser avakirina dibistanên ji bo zarokên keç di sala 1906’an de, li gorî destûra bingehîn, bêyî ku destwerdana mijara hîcabê mecbûrî bikin, ji ber ku dê qada perwerdehiya keçan teng bike. Di sala 1907’an de kovar û rojnameyên li ser pirsgirêkên jinan derketin. Jinan bi van kovaran diyar kirin ku ew li dijî çewisandina bi zorê ne û hîcabê dan aliyekî. Di heman salê de komek jin li paytext Tehranê bêyî ku serê xwe li xwe bikin derketin cihên giştî û ji bo azadiya jinan a ji qedexeyên olî, dirûşme berz kirin. Lê belê rayedaran ev xwepêşandan tepeser kirin.
Cezayê rexnekirina hîcabê
Gelek parêzvanên mafên jinan û dijberên ferzkirina hîcabê, rastî gefan hatin. Mala rojnamevan, aktîvîst û rêvebirê kovara "Cîhana Jinan/Cahan Zen" Fakhr Afaq Parsa rastî êrîşa çekdarî hat. Ji ber piştgirîkirina beşeke gotara xwe ya bi navê “Tehe Hijab in Iran (Hîcaba li Îranê)” ji Meşhedê sirgûnî Tehranê hate kirin. Di sala 1919’an de Sedîka Dolatabadî, yek ji navdartirîn aktîvîstên mafên jinan û damezrînerên kovara “Lîsan el-Wal’a/Zaban Zanan”, ji ber rexneyên xwe yên eşkere û eşkere yên li ser hîcabê, bi kuştinê hat tehdîdkirin.
Di berdewamiya dijberiya hîcabê de, di sala 1921’an de hin jin ji bajarên curbicur ên Îranê bi taybetî ji bakurê Tehranê bê perde daketin kolanan. Di nav van çalakvanan de rojnamevan Şehnaz Azad di sala 1923 de jî hebû. Hevjîna wî Ebû El-Kasim Azad, "Kolektîfa Hicabê Berdin" damezirand ku daxwaza mafê li xwe nekirina hîcabê dikir. Civîn di nava salekê de hat rawestandin. Ebû El-Qasim Azad ket girtîgehê û sirgûn kirin. Di sala 1925’an de hinek jin bê hîcab û cil û bergên dirêj li kuçe û kolanên welêt dimeşiyan.
“Roja Azadiya Jinan!”
Riza Xan Pehlewî piştî serdana xwe ya Tirkiyeyê di sala 1934’an de ji çanda Ewropayê bandor bû. Di nav gavên ku Şah Riza Xan avêtibû, di sala 1932’an de li paytexta Îranê Tehranê bi serokatiya keça wî Şems Pehlewî li Rojhilat Konferansa Jinan hat lidarxistin. Ew piştgirî da ku dibistanên modern bên vekirin. Wê bang li wezîr û endamên parlementoyê kir ku ji bo riya ku diçe qraliyetê jin hîcaba xwe rakin. Dema ku ji Tirkiyeyê vedigere, di 8’ê Çileya 1936’an de biryarnameyek derxist û lixwekirina her cure hîcabê li jinan qedexe kir. Wê ew roj wek “Roja Azadiya Jinan” ragihand. Li gorî belgeyên Weqfa Xwendina Dîroka Hemdem a Îranê, biryarname rastî rexneyên tund ji alimên olî yên Îranî û raya giştî ya îranî ya ku piştevaniya hîcabê dikin, hatiye.
Biryara qedexekirina “hicabê” ya jinan li Îranê zêde dom nekir. Belkî serdemeke zilmê ku berê qet nehatibû jiyîn hat destpêkirin. Piştî şoreşa Îranê di sala 1979’an de, ku rejîma komarî ji padîşahiyê veguherand, jinên ji çar aliyên welêt û ji hemû olan neçar bûn ku cil û bergên îslamî yên ku ji çakêtekî fireh, hîcabek reş û kûr û bi cil û bergan pêk tê, li xwe bikin. Bi demê re, li ser bingehê teoriya Wilayat al-Faqih a ji aliyê Ayetullah Ruhollah Mousavi Xumeyni ya avakerê Komara Îranê ve hatiye destpêkirin lixwekirina hîcabê kirin weke tiştekî pîroz.
Bersiva 15 hezar jinan
Li hember vê pêngava Xumeynî, nêzîkî 15 hezar jinên Îranî bi boneya 8’ê Adara 1980’ê ya Roja Cîhanî ya Jinan, ji bo protestokirina biryara lixwekirina hîcabê li ber avahiya Serokwezîriyê, li yekemîn xwenîşandana femînîstî daketin qadan. Xwendekar, doktor, parêzer, mêrên ji her temen û pîşeyî jî tevlî wan bûn û li Tehranê jî gelek kes ji bo protestokirina biryarê dest bi grevê kirin. Tevî ku gav bi gav hejmara xwenîşandanên femînîst zêde bû jî, ev yek bi ser neket û di sala 1983’an de qanûnek ku hîcaba li ser jinan li hemû cihên giştî û hikûmetê ferz dike, hat derxistin.
Di berdewamiya xwepêşandanên li dijî ferzkirina hîcabê de, mamostayê zanîngehê û bijîjka zarokan Homa Darabî di bihara sala 1994’an de piştî ku li meydana Tecrîşê ya Tehranê li dijî hîcabê axivî, hîcabaxwe derxist. Xwişka wê, ku wek çalakvanê mafên mirovan Yarvîn Darabî derdikeve pêş, ji bo bîranîna çalakvan û nivîskar navê wê da Weqfa Bijîjkî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û bû nivîskara biyografiya Homa Darabî ya bi navê Rage.
Keçên di bin 7 salî de jî neçar in hîcabê li xwe bikin
Li gorî madeya 638 a yasaya sizaya îslamî ya Îranê, jinên Îranî ku bêyî ferq û cudahiya ola xwe, ger qanûnên rûbirûbûnê binpê bikin, tên cezakirin. Jin bi hepsê ji deh rojan heta du mehan an jî ji pênc hezar heta pêncsed hezar rîalên Îranê bi cezayê pereyan tên cezakirin. Li aliyê din jî tê îdiakirin ku jin bi xala 21’emîn a Destûra Bingehîn ve tên parastin. Di xalê de tê gotin ku “divê hikûmet di her warî de li gorî pîvanên îslamî mafên jinan garantî bike”. Dîsa di xala 639'an a heman qanûnê de wiha tê gotin: "Kesê ku fuhûşê yan jî fuhûşê ava bike yan bixebite yan jî mirovan teşwîq bike, ji salekê heta deh salan tê cezakirin." Li gorî qanûnên hicabê yên mecbûrî yên welêt, keçên ji heft salî biçûktir jî mecbûr in ku porê xwe veşêrin.
Biryarnameya dawî serdesttir e
Di van demên dawî de, Îran bûye şahidê kampanyayên hovane yên berbelav piştî ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî di 16’ê Tebaxa 2022an de biryarnameyek îmze kir ku tê de tekezî li ser cil û bergên jinan kir û cezayên tundtir li ser her kesê ku qanûnê binpê bike, çi li kolanan û çi li ser înternetê, sepand. Ev biryar, piştî girtina bi sedan jinên nivîskar û hunermend Spîde Rachno jî di nav de ku piştî 12’ê Tirmehê de “Roja hîcabê û îffetê” hat ragihandin, hatibûn girtin hat.
Ev ne buyera ewil car e
Di sala 2014’an de, rapirsiyek ji aliyê ofîsa Serokomarê berê yê Îranê Hesen Rûhanî ve hatibû kirin, nîşan dabû ku ji sedî 49.8 ê Îraniyan hîcabê red dikin. Di heman salê de tevgera li dijî qanûnê zêde bû û li ser medyaya dîjîtal kampanyayên cûr be cûr derketin. Bi destpêkirina kampanya "Azadiya min hat dizîn" ku di sala 2014'an de hat destpêkirin, bi sedan jinên Îranî bi belavkirina vîdeoyan û weşandina wêneyên wan li cihên giştî bi hîcaba spî yan jî bê hîcabê, dijberiya xwe li dijî hicabê ragihandin. Kuştina Jîna Emînî ne sûcê pêşî yê li dijî jinan li Îranê ye.
Dê bidome...