Jinên Îranê di dîrokê de berxwedaneke mezin nîşan dan (5)

Destpêka sedsala bîstemîn nîşaneya guhertinên civakî û çandî di Îranê de bû, jin bi hejmareke mezin beşdarî karûbarên giştî bûn û astên girîng di çapemenî û komeleyan de girtin. Mafê perwerdeyê yek ji daxwazên sereke yên tevgera femînîst a Îranê bû.

MALVA MIHEMED

Navenda Nûçeyan - Tevgera Femînîst a Îranê di sedsala 20'an de dikaribû jinan ji malan derxe dibistan û zanîngehan û daxwaz kir ku di rastiyê de guhertinek pêk were û mafên xwendinê ji bo jinan were dayîn.

Di salên piştî Şoreşa Destûrî de, ji mijarên di rojeva aktîvîstên femînîst de, hêsankirina gihandina jinan a xizmetên tendirustî û bijîşkî, pêşxistin û hêsankirina kar û xebata aborî ya jinan û guhertina rewşa wan a di malbat û civakê de bû.

Newekheviya di nav malbatan de ji bo hemû jinan hevpar bû. Lê daxwaza guhertina zagonên malbatê veguherî daxwazeke çînî, lewra dengvedana nerazîbûnan ​​tenê ji aliyê jinên xwende û jinên çînên bilind ve bû.

Keçên serdema Qacarî (1781 - 1925) tenê heta heft saliya xwe dikaribûn prensîbên xwendin, nivîsandin û xwendina Quranê hîn bibin, hin ji wan li cem bavên xwe hîn bûn.

Çend dibistanên ku ji aliyê rojhilatnasên Amerîkî û Ewropî ve hatibûn damezrandin, ji bo perwerdekirina keçên kêmaran hatibûn veqetandin. Piştî sala 1873'an destûr dan keçên misilman ku li van dibistanan bixwînin, her çend perwerde ji bo malbatên çînên bilind hatibe veqetandin jî.

Tevgera perwerdeyê li Îranê di wê demê de pêşketinek berbiçav dît, nemaze piştî ku Muzefer El-Dîn Şah (1853-1907) piştî mirina bavê xwe Nasireddîn Şah di sala 1896'an de dest bi desthilatdariyê kir.

Tevî damezrandina jimareke mezin ji dibistanan, perwerdeya keçan di nava komeke biçûk de ma, beşek ji wan li malê ji aliyê jinên temenê wan mezin ve fêrî prensîbên ziman û olî bûne, yên mayî jî ji xwendinê bêpar bûn.

 Keç dema ku temenê wan digihîşt hîcabê, ango digihîştin heft saliya xwe ji xwendinê bêpar diman.

Nivîskara Rûsî Marîly Markovîç di gotareke xwe ya ku di Tîrmeha sala 1908'an de di kovareke Fransî de bi sernavê “Rastiya jinên Îranî” hatiye weşandin de wiha got: "Jinên xwenda li Îranê hindik in. Kesên dewlemend keçên xwe bi kurên xwe re di malên xwe de hîn dikirin heta ku temenê wan digihîşt hicabê û piştî wê rê li ber hînbûna wan digrin. Keçên çînên feqîr jî dema ku temenê wan digihîşt hîcabê ji xwendinê dihatin dûrxistin."

Dibistana "Piroreş" yek ji destkeftiyên herî berbiçav ên tevgera femînîst e

Di sala 1903'an de Tuba Ruşdî yekem dibistana keçan bi navê “Piroreş /El-Terbiyeh” ku tê de 17 xendekarên jin hebûn vekir lê ji sê rojan zêdetir nedomand, di roja çaran de, dijberên perwerdeya jinan pankarta dibistanê daxistin.

Bi destpêkirina Şoreşa Destûrî (1905-1911) jinên Îranê roleke mezin di belavkirina hişmendiya der barê mafên xwe de lîstin. Hejmareke mezin ji jinan beşdarî karûbarên giştî bûn û di çapemenî, dibistan û komeleyên ku di navbera salên 1911 û 1925'an de bi pêş ketin de, cîhên girîng girtin.

Di destpêka sedsala bîstan de, tevgera femînîst yekem dibistanên keçan li pey hev li Tehran û bajarên din vekirin lê daxwaza tevgera femînîst ne hêsan bû ku zû bigihîje, çalakvanên femînîst li hemberî zext û gefên tundrewan û urf û adetên kevnar sekinîn. Çalakvanên femînîst bêwestan xwestin dibistanên keçan belav bikin û li hemberî dijberan dengê xwe bilind kirin.

Bidestxistina mafên jinan ê perwerdeyê û avakirina dibistanên taybet ji bo keçan yek ji daxwazên herî sereke yên femînîstan bû. Komên curbecur ên çalakvanan xwestin dibistanên keçan ava bikin.

Nivîskar û pêşenga tevgera femînîst a Îranê Khanum Astrapadi di sala 1906'an de li Îranê yekemîn dibistana keçan bi navê "Dibistana Seretayî ya Keçan" damezirand. Perwerdeya keç û jinan li welat ew qas xerîb xuya bû ku ji dibistanan re digotin "malên fihûşê."

Khanum Astrapadi mala xwe veguherand dibistanek ku hem keçên ciwan û hem jî dayikên wan lê dixwînin. Ji bo hin jinên temenê wan mezin, ev derfetek bêhempa bû ku yekem car di jiyana xwe de perwerdeya fermî dibînin. Lê di rojên destpêkê de dibistan bi fanatîkên olî re rû bi rû ma.

Vekirina dibistanê rastî pêleke dijberî û nerazîbûna mêran hat û hin dijberên xwendina keçan jî xwestin dibistanê wêran bikin.

Khanum Astrapadi piştî ku giliyê wezîrê perwerdeyê kir, hiştin ku dibsistanê veke lê bi şertê ku tenê keçên di navbera 4-6 salî de qebûl bike.

Çend jinên din di navbera salên 1911 û 1912'an de ji bo koordînasyona xebatên dibistanên nû yên keçan konferans saz kirin û xwestin van daxwazan belav bikin û daxwaz û daxwazname pêşkêşî parlamento û hukûmetê kirin ji bo ku erêkirina avakirina dibistanên nû bigrin. Her wiha di rojnameyan de gotar nivîsandin bi mebesta razîkirina meleyên destûrî ji bo perwerdekirina jinan.

Jinên Îranê yekem dibistanên keçan bi mesrefa xwe ava kirin, pêşkêşkirina bernameyên hunerî yek ji rêyên dabînkirina lêçûna darayî bû. Di bihara sala 1910'an de li parka Atabek a Şîrazê şanoyek hat lidarxistin û çalakvanan bi vê şanoyê 400 tûmen (pereyê Îranê) ji bo avakirina dibistanek ji bo keçên sêwî, navendek ji bo perwerdekirina kesên temenê wan mezin û klînîkek jinan berhev kirin. Komeleyên jinan ji bo keçan dibistan ava kirin û ji bo xwendekarên keç ên ku ji ber şert û mercên zehmet ên aborî êşê dikşînin, cil û berg û pêdiviyên dibistanê ji wan re peyda dikirin.

Di nav damezrînerên din ên dibistanên keçan de Meryem Emîd damezrînera dibistana "Dar El-Ilm we Sînaet El-Finûn", Maher Kohr Shanas damezrînerê dibistana "Nihûd El-Feteyat" û çalakvan û rojnamevan û yek ji pêşengên herî diyar ên tevgera femînîst li Îranê Sedîqa Dolatabadî damezrînera dibistana "Mektebet Şerîa" ku di nav wan dibistanan de tekane dibistan e ku ji aliyê hêzên mezhebî yên li dijî perwerdeya jinan rastî gef û girtinê nehat, xuya ye ku ew li gorî kêfa wan bû jî hebûn.

Tevî gelek astengiyan jî di sala 1913'an de li Tehranê di 63 dibistanên keçan de herî kêm 2500 xwendekarên keç hebûn.

Piştî çend salan xwendina taybet a neqanûnî û piştî zext û daxwazên çalakvanên femînîst, di sala 1918’an de perwerdeya jinan hat giştîkirin û 10 dibistanên keçan û koleja fermî ya mamosteyan a girêdayî hikûmetê li Tehranê hatin avakirin ku ev yek weke serkeftina herî mezin a jinên têkoşer ên Îranî di Şoreşa Destûrî de hat dîtin.

Çalakvan Sedîqa Dolatabadî di sala 1918’an de şirketa “Seyidat Îsfehan” damezirand û li Îsfehan, Yezd û Kermanê sê kargehên çêkirina cilan bi awayekî hevkar û bi sermayeya jinan vekir û hemû xebatkarên wê jin bûn ji bo bidestxistina serxwebûna aborî ya jinan.

Piştî ku Sedîqa Dolatabadî di sala 1921’ê de çû Tehranê, şîrketa “Tecarib El-Seyidat” ava kir ku berdewama armancên şirketa “Seyidat Îsfehan” li wî bajarî ye.

Ji bo başkirina rewşa jinan gavên yekem

Yekser piştî damezrandina dewleta Pehlewî (1925 - 1941) Şahê Îranê Riza Xan Pehlewî dest bi kampanya nûjenkirina welat kir. Bi kampanyaya xwe di warê başkirina şert û mercên jinan de gavên mezin avêtin. Di sala 1933'an de ferman da saziyên perwerdeyê bi taybetî zanîngeha Tehranê ku xwendekarên keç qebûl bikin.

Di destpêka desthilatdariya Şah Mihemed Riza Xan Pehlewî de rêjeya keçên xwenda heta destpêka sala 1933’an gihîşt ji sedî 8 lê piştî ku li Tehranê saziyên perwerdeya keçan hatin avakirin ev rêje derket ji sedî 38. Di wê demê de.

Di sala 1928'an de ji bo xwendina li derveyî Îranê alîkariya madî ji çalakvanan re hat dayîn û di sala 1935'an de daxwaza xwendinê li zanîngeha Tehranê kirin û di sala 1936'an de, nêzî sî sal piştî damezrandina yekemîn dibistana keçan, 12 jin cara yekem li zanîngeha Tehranê hatin qebûlkirin û di sala 1944'an de xwendin ji bo keçan bû mecbûrî.

Marjînalkirin û teşwîqkirina îmajên qalibê jinan

Piştî serkeftina şoreşa îslamî rêjeya xwendina jinan kêm bû, rê li ber çûyîna bi rêkûpêk a xwendinê li jinan hat girtin û her wiha danûstendina di navbera jin û mêran de hat qedexekirin.

Şoreşa Îranê guhertinên civakî pêk anî û bû sedem ku zêdetir jin beşdarî zanîngehan bibin.

Desthilatdarên Îranî hê jî jinan di çarçeveya karên taybet de weke mezinkirina zarokan û xizmeta hevjînên xwe û her wiha xwendina heta dereceyek diyarkirî û li ser pisporiyên ku ji aliyê hikûmetê ve hatibûn hilbijartin, bi cih dikin.

Di sala 2001'ê de, zanîngehên "Terbiyet Muderis", Allama El-Tebatbaî" û "El-Zehra" xwendina jinan ji bo masterê di hunerê de pejirand û piştî demek nêzîk, zanîngeha Tehranê bernameyek bi heman rengî pejirand. Di serjimêriya sala 2002'an de rêjeya jinên ku dikaribûn bixwînin û binivisînin li Îranê ji sedî 70,4 bû.

Di sala 2006'an de, zêdetirî nîvê xwendekarên zanîngehên Îranê û ji sedî 70 ji xwendekarên zanîngehên zanistî û endezyariyê jin bûn. Vê yekê komên kevneperest ên Îranê tengav kir.

Di rapora Navenda Lêkolînê ya Encumena Şûraya Îranê ku di bin destên kevneperestan de ye de wiha hat gotin: "Rêjeya bilind a tomarkirina keçan li zanîngehê bûye sedema cudahiyên civakî û nehevsengiyên aborî û çandî di navbera jin û mêran de.”

Parlamanterên tundrew nîgeraniya xwe der barê xwendekarên zanîngehê yên jin ji mêran zêdetir in nîşan dan û ev yek wekî metirsîdar dîtin. Di sala 2008'an de welat plansaziyek da destpêkirin ku tê de destnîşan kir jin û mêr bi hev re divê ji sedî 30 ji kesên ku di hemî beşên zanîngehê de hatine tomarkirin pêk bînin.

Di Hezîrana 2011'an de, Wezareta Perwerdeyê ya Îranê betalkirina qebûlkirina keçan di hin beşên akademîk de ragihand. Bi destpêkirina sala xwendinê ya sala 2012'an re, pêkanîna biryara hikûmetê ya ji bo nehiştina jinên Îranê ji xwendina zêdetir ji 70 beşên zanîngehê dest pê kir û ev yek bû sedema rexneyên navxweyî û derve.

Piştî biryara hikûmetê çîna siyasî hat dabeşkirin, ji ber ku derdorên akademîk, bi taybetî mamosteyên zanîngehan, nerazîbûna xwe li hemberî nêzîkatiya nû nîşan dan û çalakvanên mafên mirovan ev biryar li hemberî jinan neheqî dîtin. Çalakvana mafên mirovan a xwediyê Xelata Nobelê Şîrîn Ebadî û Rêxistina Human Rights Watc daxwaz ji hikûmeta Îranê kirin ku biryara xwe paşve bikşîne.

Li welat hêrsek çêbû piştî ku di sala 2020'an de wêneyên keçan ji bergê pirtûkek dersê hatin rakirin, di sêwirana pirtûka dersa matematîkê ya pola sêyem de guhertinek hat çêkirin ku hemû wêneyên keçan ji bergê hatin derxistin. Ji bo rewakirina mijarê, Wezareta Perwerdeyê daxuyaniyek da û diyar kir ku sedema jêbirina wêneyên keçan qerebalixiya qapaxê û pirbûna têgînên li ser e.

Jin di zanistên cuda de bi ser ketin

Gelek jinên Îranî di zanistên curbecur de bi ser ketin, wek stêrnas û fîzîknas Alnûş Taryan (1921-2011), ya ku bi eslê xwe Ermenî bû, ew yekem profesora jin a fizîkê li Îranê bû, ew wekî "dayika damezrîner a stêrnasiya nûjen a Îranê" dihat naskirin.

Kîmyazan Tahira Kagdache di sala 1994'an de bi navê Profesora Model hat binavkirin û di sala 1995'an de jî baştirîn nivîskar û wergervana zanistî li Îranê bû, di sala 2003'an de jî bi navê kesayetiya zanistî ya daîmî di warê kîmyayê de hat binavkirin.

Meryem Mîrza Xanî (1977-2017) di sala 1994 û 1995'an de di Olîmpiyada Cîhanî ya Matematîkê de madalyaya zêr bi dest xist û xebata wê ya di warê dînamîk de hişt ku ew bibe yekem jina di sala 2014'an de Madalya Cîhanî ya Fields wergirt.

Anûşe Ensarî Îranî-Amerîkî di 18'ê Îlona 2006'an de bû yekemîn jina Îranî ku gihîşt fezayê.

Endezyara mîmarî Leyla Iraqî piştî ku di sala 1989’an de li Tehranê pireke xwezayî dîzayn kir, li Îranê û li seranserê cîhanê navdar bû.

Her çend jin di sedsala borî de di warê endezyarî, matematîk, fizîk û gelek warên din de bi ser ketibin jî ew hê di cîhanek serdest a mêr de dixebitin.

Wê bidome...