Jinên Îranê di dîrokê de berxwedaneke mezin nîşan dan (8)

Di jiyana kar de pêşdarazî û cudakariya li dijî jinan

Rengê jinan di jiyana kar de li Îranê hema bêje tune ye. Li welatê ku rêjeya bêkariyê ya jinan ji sedî 84'an zêedtir e, her çend hin qanûnên qaşo li gorî jinan bin jî, 'rizaya mêr' cihê jinan diyar dike.

MALVA MIHEMED

Navenda Nûçeyan – Di vê beşa dosyaya xwe de ku em tê de behsa zehmetiyên jinan di warê kar û xebatê de li Îranê dikin, em ê têkoşîna jinan ji bo zêdekirina berçav û dengdana xwe di warên kar û aborî de bişopînin. Yek ji qadê girîng a kesên ji bo azadiya jinê têdikoşin li ser radiwestin, cihê jinê di kar û xebatê de ye. Li Îranê jin ne tenê li dijî zagonên zayendî, bi astengiyên qanûnî yên di jiyana kar de jî têdikoşin.

Di Destûra Bingehîn a Îranê de, di qanûna medenî û kar de xalên bingehîn ên qanûnî hene ku rola jinê di jiyana kar de diyar dike. Her çend di zagonan de li dijî karkirina bi darê zorê û cudakariya li dijî jinan hikmên xwe hene jî, lê di rastiyê de bi fîlterkirina qanûnên îslamî an ne li dijî qanûnên îslamî têne bicîh kirin.

Her çend Îran ji sala 1976’ê ve alîgirê Peymana Navdewletî ya Mafên Aborî, Civakî û Çandî ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya 16’ê Kanûna 1966’an e û pabendbûna xwe bi "temînkirina wekheviya di navbera cinsan" de ku di Peymannameyê de hatiye destnîşankirin dihewîne, lê dîsa jî ew rasterast nake. cudakarî li jinan tê kirin.

Îran jî di nava xwe de Peymana Navnetewî ya Rêxistina Kar (ILO) limare 111 li ser cuhêkarî (kar û pîşeyê) (1958) û Peymana Wekhev mûçe (1951), ango peymana pêşdibîne ku divê jin û mêr xwedî mûçeyên wekhev û mafên civakî ji bo karê wekhev bin, pênc ji wan pejirandiye.

Îran di nav çend welatan de ye ku peymana nehiştina her cure cudakariya li dijî jinan an jî CEDAW îmze nekiriye.

Li gorî rapora gulana 2013’an a Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a bi navê “Ev klûbeke mêran e”, jinên ku li Îranê dixebitin ji aliyê kardêran ve di sektorên giştî û taybet de rastî pêkanînên cuhêkariyê tên û neçar dimînin ku jiyana xwe ya xebatê bidomînin bêyî parastina têrker a li gorî qanûnê. Dema rapor hat weşandin, ji bo ku cudakariya li ser jinan ji holê bê rakirin, pêşniyar hat kirin ku ji bo jin karibin pasaportan bistînin, bibin xwedî azadiya ger û rêwîtiya derveyî welat, guhertin bên kirin. Ji bo ku ev mijar li welêt derbasdar bin divê "rizaya hevjînê" ya ku di zagonan de tê gotin hebe, ango jin ji bo van tiştan divê ji zilamê ku pê re zewicî ye destûrê bigire. Ger jinek xwedî pasaport be jî, ji bo seyahetê destûr lazim e. Dîsa ger mêrek naxwaze jinek seyahatê bike dikare li pêşiya pasaport derxistina wê de bibe asteng û xwedî “mafê” astengkirina gera wê ye.

Werin em li çend xalên qanûnên Îranê yên ku jinan şermezar dikin û cihêtiyê dixin navbera jin û mêran de, binihêrin.

Xala 1105 a qanûna medenî "reîsiya malê" dide mêr. Xala 1117 a ku bi vê maddeyê ve girêdayî ye, bi kurtî wiha dibêje: “Mafê mêr heye ku ji bo parastina namûs û exlaqê malbatê nehêle jin li derveyî malê bixebite.” Ev made jin ne weke parçeyek ji sazûmana malbatê dibîne, berevajî dike milkê mêr.

Tê zanîn ku Peymana Navdewletî ya Mafên Aborî, Civakî û Çandî ya Netewên Yekgirtî di sala 2014’an de ji bo betalkirin yan serastkirina benda 1117’ê ya yasaya medenî ya Îranê gav avêtibû, lê ew madde hêj di şiklê xwe yê dawî de ye.

Dema ku ev rewş ji bo jinên zewicî yên di jiyana xebatê de ye, ji hêla karsazên di sektora giştî an taybet de di pêvajoyên tevlêbûna beriya zewacê de yên jinên karker û yekane de belgeyek tê xwestin ka gelo ew "destûra karkirinê ne" û berdewamkirina peymana kar li gorî wê tê diyarkirin.

Li Îranê di dozên hevberdanê de, maddeya 1117’an li dijî jinan tê bikaranîn û ji aliyê mêran ve wek sûcdarkirina xwedîkirina zarokan tê destgirtin.

Karkirina jinan di jiyana kar de li Îranê

Jin her tim di jiyana kar û xebatê de li Îranê koma herî qels ava kiriye. Ew xebatkarekî çîna duyemîn tê hesibandin û ji bo xebata wekhev di bin mafên newekhev de ye. Kêm mûçe û bêewlehiya kar ji pirsgirêkên sereke yên karkerên jin li Îranê ne.

Di rastiyê de, dane hene ku ji bo me wêneyê li Îranê bi baldarî vedibêjin. Yek ji wan rapora Korbenda Aborî ya Cîhanî ya sala 2017`an a Cîhanî ya Cudabûna Zayenda Civakî ye ku ragihandibû ku Îran di nav 144 welatan de di rêza hevsengiya jin û mêran de di rêza 140 de ye. Jin di sala 2017’an de ji sedî 19’ê hêza kar pêk tînin, ji sala 1990’î û vir ve ji sedî 7 mezinbûne. Li gor texmînên Rêxistina Navneteweyî ya Kar û Banka Cîhanî, rêjeya beşdariya aborî ya jinên Îranî ji ya mêran gelekî kêmtir e, ji ber ku tenê ji pêncan yek ji hêza kar pêk tînin.

Kûrbûna krîza aboriyê ya li welêt her roja ku derbas dibe ji ber çavê xwe li karkerên jin dide, jinên ku weke "hêza kar a erzan" an jî wekî karkerên "kalîfiye" tên dîtin, li kargehên ku girtî yan jî kêm dibin qurbaniyên yekemin. Di rastiyê de, karkerên jin bingehê kargehên ku hilberîna li jêr firoşgehê çêdikin wekî kargehan, bi taybetî îstihdama nefermî ava dikin. Bê guman, jinên ku karekî metirsîdar û neqeydkirî li ser wan tê ferzkirin, bi rastî piraniya hêza kar a welat pêk tînin.

Xala 148 a yasaya kar, kardêran li Îranê ferz dike ku li gorî "Qanûna Ewlehiya Civakî" karmendên xwe bîme bikin. Jin dikarin ji sîgorteya tenduristiyê sûd werbigirin dema ku hevjînên wan bêkar bin an jî neçar bin ku bi tenê berpirsiyariya malê bigirin ser xwe.

Rapora Cûdahiya Zayendî ya Cîhanî ya sala 2016’an eşkere dike ku ji sedî 41’ê jinan li Îranê ji hevpîşeyên xwe yên mêr kêmtir qezenc dikin. Her wiha hat destnîşankirin ku jin di bazara karî de ji mêrên ku heman karî dikin kêmtir qezenc dikin, lê ev yek ji bo jinên ku bi awayekî fermî dixebitin rast e. Rapora Cûdahiya Zayendî ya Cîhanî ya sala 2015’an, ku ji hêla Foruma Aborî ya Cîhanî ve hatî weşandin, beşdarbûna aboriya wekhev jî di nav de di nav 5 welatên rêzên dawî de cih dide Îranê.

Ji bo jinan betlaneya bi pere ya dûcanîbûnê

Qanûn gelek caran demên betlaneya dayikbûnê û betlaneya şîrdanê zêde dikin. Di sala 1995'an de bi qanûna kar 4 meh, di sala 2006'an de jî 6 meh zêde kir. Di sala 2013’an de parlementoyê qanûnek din pejirand ku destûrê dide hikûmetê ku betlaneya dayikbûnê ji bo 9 mehan zêde bike û du hefte betlaneya dê û bavtiyê bide bavan. Her çend ev geşedan erênî xuya bikin jî, armanca sereke ew e ku jinan ji jiyana kar dûr bixe û teşwîqkirina dayikbûnê ye.

Di 12'ê Gulana 2015'an de Dadgeha Îdarî bi biryareke hevpar daxwaz kir ku ji bo jinên di sektora dewletê de 9 meh betlaneya dayikbûnê bê dayîn. Li gorî lêkolîn û rapora ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan ve hatiye weşandin, tê ragihandin ku gelek şîrketên sektora taybet 9 meh betlaneya jidayikbûnê li jinan nakin û bi 6 mehan sînordar dikin.

Di 10’ê Gulana 2016’an de, Parlamentoya Îranê ji bo jinên ku weke ‘rîsê malê yê bekar’ penase dike ji bo mêyzekirina zarokên wan ên ji 6 salî biçûktir û kêm endemên li malbatê heye, seatên kar ji 40 seatan daxist 36 seatan, lê di raporan de derbas dibe ku di sektorên taybet de ev yek nayên pêkanîn.

Li welêt bêkariya jinan du qat ji ya mêran zêdetir e. Ji sê jinên ku lîsansa bilind heye niha yek bê kar e. Li gor amarên fermî di navbera Adara 2016 û Adara 2017’an de, tenê ji sedî 14.9’ê jinên Îranê û ji sedî 64.1’ê mêran di hêza kar de ne. Navenda Ragihandina Stratejîk a Wezareta Kar û Refahê ya Îranê îdia kir ku li hember kêmbûna ji sedî 32.2 rêjeya hêza kar a jinan di sala 2018’an de zêde bûye.

Di demekê de ku guhertinên li pey hev di siyasetên aborî yên hikûmetan de û meyla daketinê ya aboriya herêmî yek ji sedemên zêdebûna rêjeya bêkariya jinan li welat tê binavkirin, Dezgeha Lêkolînên Aborî ya Odeya Bazirganiyê li Tehranê diyar kir ku di sala 2018’an de hejmara jinên bê kar li welat ji 33 milyon jinan daket 28 milyonan û got ku ev hejmar bi şeklê rêjeyê ye, ango ji sedî 84 derbas kiriye. Di sala 2019’an de tê zanîn ku ji ber Kovîd-19’ê zêdetirî milyonek jin tevlî jinên bê kar bûne.

Hin pîşe ji bo jinan ‘guncav’ nayê dîtin

Ji bo şikandina yekdestdariya zayendîparêz a di pîşeyan de, îfadeyên ku zêdeyî nîv milyon namzetên jin ên ku li zanîngehan tên qebûlkirin, daxuyaniyên mîna "endezyariya mekanîn, di kanan de xebitîn, çandinî ji bo jinan ne guncav e” hê di hafizayan de cihê xwe digre.

Ji bo jinan atolyeyên tamîrê yên teknîkî hatin vekirin û ji bo bi awayekî profesyonelî bi pêş bikevin kurs hatin destpêkirin. Di sala 2018’an de dema hat vekirin eleqeya mezin a ji bo kursên tamîrkirina otobusan bal kişandibû û jinan di atolyeyan de dest bi kar kiribûn.

Ji ber ku jin derbasî gelek qadan bû, civaka kevneperest nekarî wê asteng bike û jin bûn ajokara taksiyê û otobusê. Mesûme Sultan Belaxî yekemîn jin bû ku li Tehranê otobus ajot. Di heman demê de endezyarê firîna yekem, Fehimeh Ahmadi Dastarjerdi, di heman demê de hevpîlot e û yekane kesê ku Airbus 320 şixulandiye. Hacer Askerî ku 10 sal e di balafirê de ye, yekem jina Îranî bû ku di sala 2014’an de pîlot kar kir û lîsansa xwe wergirt.

Ji ber ku şertên xebatê yên karkerên jin ên li Îranê ji hempîşeyên wan pir cûda ye, îro jî dengên ku cihêkariyê dimeşînin derdikeve, jin di qada perwerde, xebatê de di astekê mezin de tên marjînalkirin. Jin li gelek gund û herêman di warê aborî de hîn bêhtir rastî zehmetiyan tên û neçar dimînin di temenê biçûk de dev ji dibistanê berdin. Ev yek wan ji firseta ku di salên paşerojê de rolek girîng bilîzin, bêpar dihêle.

Dê bidome...