Bi atolyeyên Jineolojî re ber bi guherîna ferasetê ve – 2

Di serdemeke tarî ya ku agahî li jinan hatiye qedexekirin de, jin hîn caran li malek, hîn caran li taxek dighên hev, bi atolyeyên Jineolojî zêde dibin û xwe birêxistin dikin.

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed – Jinan bi Jineolojiyê re dest bi rêwîtiyek demdirêj kirin. Qadên sereke yên ku Jineolojî li ser hûr dibe, azadî, têkiliya jin-mêr, mêrantî, civakîbûn, hevjiyan, etîk-estetîk, siyaset, aborî, demografya, dîrok û şoreşa jinê ne. Di navenda hemû van sernavan de ronîkirina xwezaya jinê esas tê girtin û hewl tê dayîn ku “cewhera civakî” derkeve holê.  Jineolojî, balê dikşîne ser alternatîfên li dijî pergala ku tê xwestin bi pergala dewletê, desthilatî, mîtolojî felsefe, ol û zayendparêziyê bê avakirin.

Jineolojî, li kêleka xwe nasîn, famkirin, watedarkirina jiyanê, di nav sêgoşeya mêr-dewlet-desthilatiyê de, jinê û civakê lêkolîn dike. Bi tevî jina ku tê xwestin di vê sêgoşeyê de bê dîlkirin, dîrokeke tarî ya ku mêr jî tê kolekirin, ronî dike. Jineolojî, di serî de zanistên civakî, ji bo teşegirtina hemû zanistan jî pêşengiyê dike.

Atolyeyên Jineolojiyê

Bi bikaranîna têgiha Jineolojî û nîqaşkirina wê ya mîna “zanista jinê” re, yek ji xebatên herî bi bandor ên ji bo berfirehkirina vê zanistê, atolye bûn. Di pêvajoyeke ku tê xwestin zanîn, nîqaş û lêkolîn, bi kurtasî heqîqet ji jinan bê dûrxistin de, her atolyeyek ji bo jinan dibe qadên azadiyê.

Li Amedê jî “Atolyeya Jineolojî ya Akademiya Jinê” hat avakirin. Ev jî, ji bo atolyeyên Jineolojî bû destpêkek. Jineolojî ya ku bi nêrîna jinê ji xwezayê heta civakê, ji mîtolojiyê heta olê, heta zanistê hemû zanistan lêkolîn dike, pirsyarî dike û ji nû ve şîrove dike, bi rêya van atolyeyan kûrkirin û berfirehkirina van nîqaşan pêk tîne.

Di navenda têkoşîna Jineolojî de tenê jin tunene. Ji ber ku pergala kapîtalîst û patrîarkal tenê azadiya jinan nedizî, hewl dide li ser tevahiya civakê zextek çêke. Di vê civakê de mêr ji aliyek ve li hember jinan wek hêz, zêxtê tê bikaranîn, ji aliyê din ve jî wî dikin koleyê pergalê jî. Di nav vê pergala heyî de rêya azadiya mêran û xilasbûna wan a ji tiştên ku pergal li wan ferz dike jî, di Jineolojiyê re derbas dibe.

Endama Akademiya Jinê FîgenAras, li ser duh û îroyê atolyeyên Jineolojiyê, ji bo beşa duyemîn a dosyaya me nirxandin kirin. Fîgen Aras diyar kir ku bi nîqaşkirina têgiha Jineolojî re, jinan hêcanek mezin hîs kiriye lê ji bo nîqaşkirina vê têgihê xwedî agahiyên têra wan bike, nebûne. Fîgen da zanîn ku di destpêka sala 2010’î de di Akademiya Jinê û komeleyên jinan de hatine ba hev.

‘Kovar û pirtûkan tevkarî dan atolyeyan’

FîgenAras, tecrubeya têkildarî Jineolojiyê wiha vegot: “Lê belê tiştên ku me dikir û nîqaş dikir, wek dubareya tiştên ku beriya niha hatine kirin xuya dikir. Me bîrdoziya rizgariya jinê nas kiribû. Jixwe di mijarên wekî ‘hevberdana bêdawî’, ‘malbata demokratîk’, awayê nirxandina jinê ya di dîrokê de, me tiştan xwendibû û nîqaşên me hebûn. Her ku nîqaşên têkildarî Jineolojiyê bipêş ketin, bi demê re me ferq kir ku pêwîst e metoda watedarkirin û şîrovekirina jiyanê, bê nîqaşkirin. Di vê qonaxê de Kovara Jineolojî derket. Pirtûka Jîneolojî ya ku ji aliyê 17 dîlên jin ên di girtîgehên cuda cuda de ne ve hatiye amadekirin, derket. Pirtûka ‘Destpêka Jineolojî’ hat çapkirin. Metod û awayê nîqaşkirina mijaran a di vê pirtûkê de, di aliyê domdarkirina xwe de bi bandor bû. Dawiyê jî, pirtûka Nîşeyên Dersa Jineolojî derket. Metoda di vê pirtûkê de jî, tevkarî da nîqaşên li atolyeyan.”

‘Xwezanîn, watedarkirina jiyanê gelek hêja bû’

Fîgen da zanîn ku yek ji wan jinên beşdarî atolyeya Jineolojî bûne jî ew bûye û tecrubeya xwe ya yekem, bi van gotinan anî ziman: “Xala ku herî zêde hêcan da min, xwedîtin, xwenasîn bû. Belê tecrubeyek, teoriyek hebû. Helbet em hemû rêxistinkirî bûn, me hemûyan di nav têkoşîna jinê de cîh digirt, lê aliyek din ê efsûnî yê Jineolojiyê hebû. Me nedikarî wê efsûnê fêm bikin. Ez kî me, hebûn bi xwe divê çawa bê pênasekirin? Belê, Tevgera Jinê ya Kurd, ev nêzî 30 sal in ku têdikoşe. Ji ber ku em behsa 15 sal berê dikin, wê demê lîteraturek tevgera jinê hebû. Mijara metoda Jineolojiyê, em ber bi zelalbûnek di mijara atolyeyan de birin. Di nîqaşên Jineolojiyê de di avabûna atolyeyan de xala ku me herî zêde jê hêcan girt, bi rastî divê ji zanînê neyê tirsîn bû. Xwe zanîn, watedarkirina jiyanê, gelek hêja bû. Jinan bi hev re dikir, hêz didan hev û di nav piştevaniyek de bûn, ev jî pir hêja bû.”

‘Atolyeyan rêxistinbûna jinê bi xwe re anîn’

Fîgen anî ziman ku di salên 1960’î de li Ewropa û Emrîkayê jin di bin baneya tevgerên Femînîst de li malan kom bûne û tecrubeyên xwe parve kirine. Fîgen ragihand ku li atolyeyên Jineolojiyê jî rewşa kirdebûnê ya jinê hatiye axaftin. Fîgen Aras, wiha got: “Di atolyeyên Jineolojî de ji parvekirina derdên xwe û asta nesnebûna jinê wêdetir, me dest bi axaftina li ser rewşa xwe ya kirdebûnê û hezkirina ji xwe, kir. Bi destpêkirina ji xwe hezkirinê re, mirov dixwaze ku hemû jin xwe hêja bibînin, vêya jî bi xwe re rêxistinbûnê anî. Me xwest em zêdetir atölye vekin, van atolyeyan berfirehtir bikin. Ji ber ku êdî atolyeyên heyî têr nedikirin.”

‘Jineolojî hemû qadên jiyanê dihewîne’

Fîgen destnîşan kir ku di atolyeyên Jineolojî de feraseta ders dayîn an jî ders girtinê tuneye. Fîgen di vê mijarê de wiha got: “Me di atolyê de ev tişt ferq kirin; Jineolojî bi tena serê xwe zanistek jinê nîne. Pêşniyarkirina zanista jinê ya ku ji zanistek civakî ya jiyana ku jin dîroka xwe lêkolîn dike, pêşeroja xwe plan dike wêdetir e. Ev bû sedem ku di plansaziya serdema nû de em zêdetir xwedî vînek bin û di biryardayînan de hêz da me. Atolye tenê cîhekî ku mirov bi feraseta derse lê binhêre nîne. Di heman demê de rêhevaltiya jinê ye jî. Bi kurtasî Jineolojî, hemû qadên jiyanê dihewîne.”

‘Wekheviya bi mêrên heyî re nayê xwestin’

Fîgen behsa atolyeyên têkel ên ku mêr jî tê de cîh digirin jî kir. Fîgen Aras, diyar kir ku di van atolyeyan de pîvanên têgiha “wekhevî” ji nû ve tê nîqaşkirin û wiha got: “Em jin, di hêla xwenasînê, nirxandina hebûna xwe, aşkerakirina avabûna zanîna xwe de, gelek bi baldarî tevdigerin. Çima? Ji ber ku, me di hevdîtinên bi meran re de, di atolyeyan de didît ku çerxên di nakokiyên avabûna zanîna wê pergalê de, hê li ciyê xwe ne. Ew nakokî bi cîhekî ve nediçûn. Lewma jî xwezanîn gelek girîng e. Di mêrên ku beşdarî atolyeyan dibin de asteke diyar a di teoriye de heye. Bi taybetî jî, di mêrên di nav vê kevneşopiyê de, asteke diyar a teoriye heye. Belê, di aliyê pergalê de em hemû mêtingeh in, keda me tê xwarin. Hebûna me ya Kurdewar bi xwe jî heta niha gelek bedêl dan. Lê dema em bên ser mijara têkiliyên jin û mêr, dîsa mêrê ku mêtînger e li ser jinê serdestî ava dike, desthilatiyê pêk tîne. Aşkerakirina vêya gelek hêja bû, lê aşkerakirina pîvanên me jî girîng bû. Dema em bi meran re hatin ba hev, me dît ku wekhevî pir pêkan jî nîne. Yanê me got ‘wekheviya bi vî mêrê heyî re nayê xwestin’. Ji ber ku divê pîvana me ne ev bûya. Mêr diçe ser kar, ez jî herim. Mêr dikare derkeve derve, ez jî bikaribim derkevim derve, ez jî bikaribim bi dilê xwe tiştan lixwekim. Mesele ne ev bûn. Mesele bi xwe, bi tevî azadiya civakî azadiya jinê ye. Ferqkirina vê yekê, gelek hêja bû.”

Pêdiviya guherandin û veguherandina mêr

Fîgen destnîşan kir ku bi vî awayî pêdiviya guherandin û veguherandina mêrtiyê derketiye holê û wiha pê de çû: “Mêr jî ji bo vêya amade bûn. Ji ber ku kevneşopiyek, tecrubeyek çandî û tecrubeyek dîrokî heye. Lê beramberî wê jî, avabûneke mêr a ku bi hezaran salan bi xwe re aniye heye. Rolên kodkirî hene. Derbaskirina vêya, şikandina vêya, terkkirina wê konforê, ji wan re gelek zor dibû. Lê di encama nîqaşên berfireh de me dît ku ev ne wisa ye, jiyan ancax dikare wiha xweş bibe. Heta ku jin azad nebe, guherîn û veguherîna mêr jî nabe. Azadiya civakî jî nabe. Lewma jî me zêdetir bala xwe da ser atolyeyên xweser ên jinan. Li di serdema dawî de ji meran gelek daxwaza tevlîbûna li atolyeyan heye.”

Ji salên destpêkê heta niha atolyeyên Jineolojî

Fîgen Aras, diyar kir ku ji salên destpêkê heta îro nîqaşên Jineolojiyê gelek guherîne û wiha pê de çû: “Di salên destpêkê de feraseta ‘jin di zanistê de cîh nagire, jin nikare biafirîne’ hebû. Digotin ‘Em di nav vê şer û xizaniyê de bi zanistê re jî mijûl bibin?’ Lewma, gelek hevalên jin ku di van serdeman de digotin ‘dema min tuneye, derfeta min tuneye, min qet nexwendiye, ez nizanim epîstemolojî û etîmolojî çi ye. Min felsefê jî qet nas nekiriye’, îro dîtin ku ew qad, ew nîqaş qet jî ne zor in. Ferq kirin ku tiştê zor, feraseta ku desthilatiya mêr a serdest li jinê ferz dike bi xwe ye.”

‘Em ketin pey hilberandina zanîna alternatîf’

Fîgen Aras got ku “Mesele ne ew e ku mirov agahiyan wek xwe bigre, mesele, mirov agahiyê ji nav jiyanê derxe” û li ser girîngî û taybetmendiyên agahiya bi jinê re heyî, rawestiya. FîgenAras, wiha got: “Me ferq kir ku her dayîkek me feylezofek e, dayîkên me hê jî her yek şîfakarek e. Belê, pergal agahiyê ava dike û em di bin bandora wê agahiyê de dimînin. Di atolyeyan de pêwîst e avakirina agahiyê çawa be? Ji van pirsan re li bersivan digere. An jî zêdetir avakirina agahiyê an aşkerakirin, hevparkirin û parvekirina agahiya jiyanê ye? Bi vî awayî xebatên pratîk jî hatin meşandin. Xwendin, nîqaş hatin kirin lê di heman demê de em bi dayîkan re çûn, me gîha kom kirin. An jî li Stenbolê li Parka Yogurtçu dayîkên Kurd çîrokên Kurdan gotin. Pergala heyî dibêje ku dîroka nivîskî girîng e, lê dîroka me di ser kevneşopiya devkî de jî teşe digre.”

‘Jineolojiyê dîrok lêkolîn dikir lê pê re dîrokê jî çêdikir’

Fîgen Aras, anî ziman ku jina ji duh heta îro hişmendiya xwe derxistiye holê, di aliyê pêşengî, mezinkirina azadiyê û mezinkirina têkoşînê de serkeftinên mezin bidest xistiye. Fîgen wiha got: “Aşkerakirina zanîna heyî, gelek hêja bû. Lê divê em çi bikin şûna wê? Divê alternatîf çi be? Em li bersivên van pirsan digeriyan. Destpêkê ji bicîhanîna tiştên gelek berbiçav zêdetir, me hewl da ku em li dû pirsên wiha bazdin; Jineolojî çiye? Jin çiye? Dîroka jinê dikare çawa bê nirxandin? Di serdema paleolîtîk de jin çi bû? Nêçîra pîrelkan çi bû? Lê niha, em dixwazin xebatên ku hatine kirin, berbiçav bikin, arşîv bikin û bibe para dîrokê. Em bi vî tiştî hesiyan, Jineolojî bi rastî dema ku dîrokê lêkolîn dikir, wê bi xwe jî dîrok dikir. Dibe ku 50 sal şûnde li Kurdistanê zarok dê bêjin ‘Di filan dîrokê de jinan li vir agahiyek derxistin holê, çanda me jiyandin.”

Fîgen Aras, axaftina xwe wiha domand: “Me di vê pêvajoyê de ferq kir ku divê em ji kokên xwe dûr nekevin, em li kokên xwe vegerin. Em carna zêde dikevin bin bandora zanîna ku navenda wê rojava (welatên Ewropayê). Belê, aliyên wê yên hêja jî hene, lê em jinên ku li erdnîgariya Kurdistanê hatine dinê û mezin bûne, pêwîst e ku dîroka xwe zindî bihêlin. Ji duh heta îro Jineolojî zayînê pêk tîne. Ev wek zayînek civakî ye, bi xwe re nasekine, dixwaze zêde bibe. Xebatên li hember nirxên bêhempa tên kirin, têr nakin. Ev destpêkek e. Gelek jin hê jî atolyeyan dixwazin, ev jî tê wê wateyê ku em ketine rêyeke rast.”

‘Divê ji bo banga Civaka Demokratîk em bibin bersiv’

Fîgen Aras balkişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Çareseriya Demokratîk’ ku di 27’ê Sibatê de kiribû jî. Fîgen wiha got: “Pêwîst e ku em ji bo vê bangê bibin bersiv. Divê em li gor pêvajoyê çawa tevbigerin, em dikarin çi tevlî vê pêvajoyê bikin? Divê em li ser van pirsan hûr bibin. Jineolojî pêşniyazek zanistê ye, lê ji siyaset û ekolojiyê serbixwe nîne. Em bawer dikin ku Jineolojî di nav avakirina jiyana civakî ya nû de xwe zêdetir berfireh bike, mezintir bibe û xwe bidomîne.”

Bidawî bû…