Tîrêjên temamkirina projeya azadiya jinê: Zehra, Hebûn û yadê Emîne – 2

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Zozan Bekir da zanîn ku wan bi heval û têkoşerên weke Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî re, projeya xwe temam kirine û êrîş vala derxistine.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket û projeyên xwe ragihand, yekser bû armanca komployên hêzên hegemon. Ev hêzên ku di dirêjahiya dîrokê de her kes, civak û bîrdoziyên ku li ser hebûna wan bûye metirsî daqurtandine, heman nêzîkatî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dilsozên wî jî nîşan dan.

Wekî ku me di beşa yekemîn ya dosya xwe de jî anî ziman, şopdarên herî dilsoz yên proje û bîrdoziya Abdullah Ocalan jin bûn ku ew jî di gelek nirxandin û perspektîfên xwe de vê xalê teqez dike. Ji ber vê jî piştî girtina wî ya di girtîgeha gireva Îmraliyê de, gel û jinên Kurd di bin navê ku kes nikare roja wan tarî bike de têkoşîna xwe berdewam û mezintir kirin. Ji bo vê jî dema ev hêz dibînin ku girtina Rêber Apo xeteriya li ser wan ji holê ranekir û li pêşiya pêkhatina projeyên wî nebû asteng, êdî komployên cuda bipêş xistin. Yek ji van planan ku heta mirov dikare weke komployeke hevbeş jî bide naskirin, êrîşên li ser şoreşa jinan ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Di van hewildanên tepisandina yek ji girîngtirîn projeyên Ocalan, bi sedan jinên pêşeng, hevserok, rêveber, fermandar, siyasetmedar, rojnemevan, ciwan û dayîk hatin qetilkirin. Komkujiya Helincê jî, yek ji van hewildanan bû.

Lê gelo ev êrîş heta kîjan astê gihîştin armanca xwe, ango îro ev jinên ku ked dan û ji bo pêkanîna projeya azadiya jinê canê xwe feda kirin, mîrateyeke çawa li pey xwe hîştin? Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zozan Bekir ev xal bi berferehî nirxand û peyama jinan ya bi wesîleya 5’emîn salvegera komkujiya Helincê ragihand.

‘Komkujiya Helincê destpêka planek mezin bû’

Zozan Bekir diyar kir ku komkujiya Helincê destpêka planek mezin ê tunekirina şoreşa jinê bûye û wiha got: “Di kesayeta şehîdên komkujiya Helincê de, em tevahî têkoşerên jinên ku di oxira temamkirina pirojeya azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk û wekhev de canê xwe feda kirin, bibîr tînin. Çeteyên DAIŞ’ê piştî serkeftina berxwedana Kobanê, di 25’ê Hezîrana 2015’an de komkujiyeke hovane li ser gelê Kobanê pêk anîn ku di encamê de bi dehan zarok, jin, mêr, pîr û kal hatin qetilkirin. Hîn birînên vê komkujiyê nehatibûn girtin, gelê Kobanê bi komkujiyeke din re rûbirû hat ku ew jî di 23’ê Hezîrana 2020’an de pêk hat. Di vê komkujiyê de sê jinên ku ji bo azadiya jinê pêşengî dikirin, ji bo avakirina civak û pergaleke demokratîk û wekhev têdikoşiyan û bê navber ked didan, hatin qetilkirin. Dewleta Tirk cara yekemîn bû ku rêbazekî wiha di êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bikar tîne. Êrîşên bi riya balafirên bê mirov, neçariya dewleta tirk a li hember berxwedan û îsrara gel û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir. Dewleta Tirk bi armanca qirkirin û tesfiyakirina şoreşa me, rêbazên hovanetir bipêş xist. Komkujiya ku li gundê Helincê jî pêk hat, destpêka planeke berfireh ê tunekirinê bû ku mêjiyê mirov dîmenên bûyerê ranakin.”

‘3 jinên ku ji bo me xeta têkoşîn û xwegihandina azadiyê diyar kirin’

Zozan Bekir bal kişand ser her 3 jinên ku di vê komkujiyê de hatin qetilkirin û got: “Yadê Emîne dayîkeke ku dil û mala xwe ji bo kar û xebatên jinan vekirî û bi taybetî xwedî li Kongra Star derdiket û wê jî bi vî rengî erka xwe ya li beramberî şoreşa jinê pêk anî. Her wiha yadê Emîne hemû zarokên xwe bi vê nasname û têghîştinê mezin kirin ku hemû di nava qadên cuda yên xebatê de mîsyona xwe dilîstin. Her wiha Zehra ku mirov di azadîxwazî, rûkenî û kedê de dikare wek mînak nîşan bide. Zehra hemû dema xwe ji bo jinan veqetandibû, li ku derê yan jî kîjan seat be hevala Zehra xwe digîhand jinan di piştigirî, çareserkirin û guhertina civakê de têdikoşiya. Şehîd Zehra di kesayeta xwe de nûnertiya projeya azadiya jinê dikir û ji bo ku di nava civakê de mayînde bike her tim di nava liv û tevgerê de bû. Têkoşer Hebûn jî yek ji sembolên berxwedana Kobanê bû ku tevî rewşa xwe ya tendûristî jî, bi heman rihî di nava her navçe û gundekî Kobanê de xebat meşand da ku civakeke demokratîk û ekolojîk ku xwe bispêre nirxên jinan ava bike.”

‘Bi mîsogerkirina nasname û hebûna jinê re dê rûyê cîhana me bê guhertin’

Zozan Bekir cudahiya bîrdoziya jinê ya ku hişt bibe armanca hêzên netew-dewlet wiha bilêv kir: “Êrîşên hêzên serdest û hişmendiya mêr-dewlet ku bi hezaran sal e hewl didin xwe bihêztir û mezintir bikin, ev her sê jinên pêşeng kirin armanc. Heger em nirxandineke rast bidin vê mijarê, em dikarin teqez bikin ku tirsa vê pergalê ji nasname, hebûn, zenebûn û rêxistinbûnê derdixe holê. Ev hêz jî dizanin ku bi pêşketin û hebûna jinan re dê guhertin di rewşa jinan de were çêkirin ku wê bi xwe re jî civakan û dinyayê jî derbasî pergaleke nû ya alternatîf bike. Alozî û şerên ku niha li Rojhilata Navîn û cîhanê pêk tên hemû jî ji bo berjewendiyên hegemondariya van hêzan e. Lê cîhan û pergala ku jin ji bo wê têdikoşin û heta canê xwe jî feda dikin, jiyan û hişmendiyeke edalet, aştiyane, demokratîk, wekhev û azad e. Bê guman em jî di vê têkoşîna xwe de bîrdoziya Rêber Apo bingeh digirin. Lewra jî hemû hêzên hegemon û dewleta Tirk jî di nav de metirsiyên wan bipêş ketin. Dema ev hêz dîtin ku jin di têkoşîna xwe de cidî û bi îsrar in, ew jî têgihîştin ku wê jin projeyên Rêber Apo yên azadiya jinê û Netewa Demokratîk biser bixin, dê pêşengiya avakirina civakeke aştiyane û demokratîk ku hemû netewan hembêz dike, bikin.”

Zozan Bekir destnîşan kir ku jin perçeyên bingehîn yên pêkanîna projeyên Abdullah Ocalan in û wiha pê de çû: “Pêşketin û jiyanîkirina projeyên Rêber Apo, tên wateya têkçûna hebûna van pergalan. Ji ber hişmendiya netew-dewlet wiha kiriye ku divê ji bilî serdestiya wan, bandora kesî li ser civakê nebe. Li beramberî vê yekê bîrdoziya Rêber Apo bi hemû xetên xwe yên zirav û qalind, li dijî vê modernîteyê ye. Rêber Apo jî li ser vê bingehê dest bi têkoşîna xwe kir ku jin jî kirin parçeyekî çalak û bingehîn di têkoşîna xwe de. Ji ber vê jî ev peyamên Rêber Apo yên herî dawî ku ji bo navenda lêkolînên zanista Jineolojî şandin, dibêje ku projeya min ya azadiya jinê ya ku nîvco ma temam bû, tenê xebata wê ya pratîk maye.”

‘Temamkirina projeyê bersiva bi sedan komkujiyên jinan e’

Zozan Bekir serbilindiya xwe ya li beramberî nirxandên Abdullah Ocalan yên li ser têkoşîna jinan wiha anî ziman: “Nirxandinên Rêber Apo yên di vê pêvajoyê de tên wateya ku tevî hemû şert û mercan, êrîş û hewldanên pergala mêr-dewlet yên tunekirin û tesfiyakirina projeya azadiya jinê ku di rastiyê de tunekirina destkeftiyên jinan vala derxistina têkoşîn û projeyên Rêber Apo ye jî. Dewleta Tirk bi qetilkirina Zehra, Hebûn û yadê Emîne dest pê kir û di van salên borî de bi dehan bûyerên bi heman armancê pêk anîn. Ev diyar dike ku dijminên pirojeya azadiya jinê û Netewa Demokratîk gelek in, bi taybetî bi hedefgirtina jinan re jî dixwazin ku van projeyan tune bikin. Di vî warî de peyamên Rêber Apo li dijî bi dehan komkujiyên ku pêk hatin, bû bersiv. Bi baweriya Rêber Apo û îsrar, biryardarî û berxwedana jinan, planên van hêzan berovajî bûn û projeya me temam bû.”

‘Projeya azadiya jinê temam bû em dest bi piratîka wê dikin’

Endama Koordînasyona Kongra Star Zozan Bekir nirxandinên xwe bi van hevok û peyaman bi dawî kir: “Tê bîra min, gelek caran ji bo tevgera balafirên bê mirov jinan nikaribû xwe bighînin cihê civîn, perwerde û xebata xwe. Jinan li dijî van astengiyan serî hildan, bedel dan û ji xeta xwe venegeriyan. Heta niha jî jin di hemû qadên jiyanê de ji komînan heta meclîs, siyaset, parastin û xebatên cuda, li ser karê xwe ne.  Weke jin û gelê Kobanê jî, ez dikarim teqez bikim ku vîn û îsrara me bilindtir bû. Bi windakirina pêşengên tevgera jinê ya Rojavayê Kurdistanê Kongra Star e, wêrekî û biryardariya jinan a berdewamkirina xeta Zehra û Hebûnan gihîşt lutkeyê. Wiha jî me xebatên xwe yên rêxistinî û bîrdozî zêdetir kirin da ku em bersiva xwe bi rengekî tê xwestin bighînin dijminên jinan. Rêxistinbûn, sekin û pirojeyên jinan di vê astê de ne. Heta ji bo ku jin bikarbin di pêşeroja Sûriyeyê de bi nasnameya xwe ya rast, nêrîn û fikrên xwe xwedî hebûn bin, li dijî karakterê ku ji aliyê dewletê û hişmendiya zilam ve hatiye avakirin xwedî bîrdozî û kesayeta ku Rêber Apo pênase dike, em têdikoşin.”