Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vejîna jinan: Me ji bo xwe modeleke jiyana nû afirand – 1
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi avakirina modeleke jiyana azad û bi rûmet a ji bo jinan, dikaribûn bi rengekî hevbeş du projeyên sereke yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan temam bikin.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Li ser erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Rojhilata Navîn, pirojeyeke ku bi hemû hûrguliyên xwe ve alternatîfa rizîna civakê, zordarî, navendîbûn û aloziyên ku pergala modernîteya kapîtalîst afirandine, tê pêkanîn.
Projeya Netewa Demokratîk a ku yek ji berhemên bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, bi rêgezên xwe yên sereke civaka demokratîk, azadiya jinê û ekolojîk, li dijî hişmendiya netew-dewlet, endustrîalîzm û kapîtalîzmê xwe birêxistin dike û dibe bersiv. Di nava vê pirojeyê de çareserkirina pirsgirêka azadiya jinê, yek ji armancên sereke yên Ocalan in. Heta piştî girtina xwe ya bi riya komployeke navdewletî ya di Sibata 1999’an de jî, projeya azadiya jinê wek projeyek nîvco mayî binav dike. Di vê çarçoveyê de û bi piratîkkirina pirojeya Netewa Demokratîk li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî salên 2012’an, jinan biryar girtin ku bi azadiya jinê, netewa demokratîk jî pêkan e.
Li ser vê bingehê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe spartin perspektîf û bîrdoziya rêberê xwe Abdullah Ocalan û ji bo xwe modela jiyaneke nû afirandin.
Ji bo naskirina vê model û projeyê, her wiha xebatên ji bo mayîndekirina vê pergalê di Sûriyeya pêşerojê de, emê dosyayeke ji du beşan pêk tê, pêşkêş bikin.
Endama Koordînasyona Kongra Starê ya kantona Firatê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Peyman Elûş ji ajansa me re behsa modela xwe kir. Hêjayî gotinê ye ku Kongra Star yek ji rêxistinên jinan yên herî çalak, bibandor û girîng yên birêxistinkirina jinan e.
Di rêwîtiya ber bi azadiyê de bîrdoziya Abdullah Ocalan çavkanî ye
Peyman Elûş bi van gotinan behsa şoreşa jinê û çawaniya derketina wê dike: “Li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa jinê heye ku ev di asta cîhanê de tê nasîn. Ev şoreş di naverokê de xwe dispêre bîrdoziya Rêber Apo. Bi taybetî me projeya Netewa Demokratîk, li dijî şaxên modernîteya kapîtalîst, netew-dewlet û endustriyalîzmê di şoreşa xwe de esas girt. Rêber Apo ev proje ji bo tevahiya mirovahiyê pêşkêş kir ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pratîka wê tê jiyîn. Netewa Demokratîk di cewherê xwe de demokrasî, azadiya jinê û ekolojiyê digre dest, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li ser vê bingehê ji bo xwe pergalek ava kirin û xwe birêxistin kirin. Ev proje bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re destpê kir ku em îro berhemên wê di rastiyê de dibînin.”
Peyman Elûş destnîşan dike ku palpişta têkoşîna wan bîrdoziya Abdullah Ocalan e û wiha bilêv dike: “Rêber Apo ev proje bi gelek pêvajoyan bipêş xist, bi taybetî di salên 80’yî de ku rêgezên bîrdoziya rizgariya jinê pêşkêşî hemû jinan kir û bi riya wê têkoşîna li dijî hişmendiya baviksalar û netew-dewlet, her wiha çawaniya xwe gihandina azadiyeke sedîsed, nîşan da. Heta di nirxandinên Rêber Apo yên herî dawî û nû de, careke din ew balê dikşîne ser dîroka koletiya jinan, heqîqeta wê û berovajîkirina cewhera jinê. Bi taybetî behsa çanda jinên Qesrê dike ku ew jin ji ber hişmendiya feodal û kevneşopî di mal de maye, bi heman rengî çanda Satî ku çarenûsa jinan bi ya zilaman ve girêdayî ye û herî dawî Rêber Apo li dijî vê çandê, êrîşên zayendperest û hişmendiya li ser jinan hikumdar e, wek bersiv bîrdoziya azadiya jinê derxist holê ku em jin îro têkoşîna mayîndekirina vê bîrdoziyê dimeşînin.”
‘Çawa navenda pirsgirêkan yek e dê çareserî jî yek be’
Peyman Elûş diyar kir ku wan dikaribû bi têkoşîneke bi heybet ji bo jinan cîhan û jiyaneke azad û bi rûmet ava bikin û wiha pê de çû: “Pergal ango şoreşa ku me li jor anî ziman, weke jin me di vê çarçoveyê de destpê kir ku em bikaribin ji bo hemû jinan cîhaneke azad û bi rûmet ava bikin. Di vî warî de em tenê jinên Rojavayê Kurdistanê nagirin dest, hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî vê projeyê dibin û bûn parçeyek bingehîn di avakirina vê pergalê de. Di encamê de heman hişmendî li ser hemû jinan hatiye ferzkirin, ji bo pergala serdest erdnîgarî ango netew bandor nake, ya girîng ku civakê û di nav de jin ji bin serweriya wan dernekevin. Ji lewra pirsgirêka hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevbeş e, ji ber vê yekê jî gelek xwezayî ye ku di warê avakirin û çareserkirina vê yekê de jî yekîtiya xwe ava bikin. Li ser vê bingehê jin bi hêz û biryardariyeke mezin rola pêşeng di xebatên Rêveberiya Xweser, civaka sivîl, partî, ciwan û wekî din de dilîzin.”
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê du projeyên bingehîn ava dikin
Peyman Elûş bi berfirehî wiha behsa pergala jinan dike: “Jinên ku bi salan ji îradeya xwe ya fikrandin, biryargirtin, bingehgirtin û wekî din bê par hatiye hîştin, a niha behsa maf, hevjiyaneke azad û jiyana hevbeş ya di asta malbat, civak, kar û xebatên xwe de dikin. Bê guman ev xalên ku me anîn ziman, mijarên têkoşînê ne. Bi taybetî jî têkoşîna guhertina hiş û hizrê mirovan gelek dijwar e. Ji ber vê yekê jî jin têkoşîneke sedîsed û di asta lutkeyê de dimeşînin, em ji bîr nekin ku em rû bi rûyî hişmendî û pergaleke temenê wê zêdetirî 5 hezar salan in. Ji bo vê jî weke jinên ku em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn û têdikoşin, di hemû qadên jiyanê de ji perwerdehî, hiqûqî, siyasî, aborî, çand û hûner, çapemenî, civakî, xweparastin û di dehan beşên din de me xwe birêxstin kiriye û palpişta xwe xurt kiriye. Ez dikarim di vî warî de mînakeke berbiçav jî bînim ziman: bi salan e jin bi mêjiyê zilam tê perwerde û mezinkirin. Me bi riya perwerdeyên xwe ev yek ji holê rakir, a niha jin bi nêrîn, nirxandin, lêkolîn û zanista jinê perwerdeya xwe dibînin.”
Peyman Elûş wiha dewam kir: “Li vir xaleke girîng heye ku divê mirov bîne ziman, em bi vê şêwazê herdû zayendan perwerde dikin. Mêrên ku vîn û hebûna jinan înkar dikirin û weke milkek dinirxandin, bi riya perwerde û pergala ku Rêber Apo ji me re nîşan da ev yek heta asteke mezin hat guhertin. A niha zilam li gel jinan hevserok in, her wiha jin di hemû astên bilind de bi rola sereke radibe. Yanî em dikarin bêjin şikandinek di têgihîştin û mêjiyê mêrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hatiye. Piştî têkoşîn, ked û bedêlên ku hatin dayîn, me dikarî em bidin teqez û zelalkirin ku jin jî zayendeke xwedî maf û azadî ye, her wiha bi qasî ku jin ji aliyê pergalê ve hatiye kolekirin, zilam jî kole ye. Jixwe ya rast ev e, ger jin û mêr azad nebin em nikarin behsa civakeke azad û demokratîk bikin. Lewra pêwîstiya me bi azadkirina herdû zayendan jî heye.”
‘Pergala me rêya herî nêz û rast a xwe gihandina azadiyeke sedîsed e’
Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Peyman Elûş anî ziman ku ew gelek serbilind in bi pergal û destkeftiyên xwe. Peyman Elûş wiha got: “Tecrûbe û modela niha li gel me tê jiyîn, bûye mînak. Jinan li aliyekî ji bo xwe pergaleke xweser ava kirine, di heman demê de rola pêşeng di sererastkirin û biserxistina pirojeya Netewa Demokratîk de dilîzin. Dema em îro dibînin bi hezaran jin di dezgeh, rêxistin û saziyên herî bingehîn ji rêveberî, siyaset, leşkerî, diblomasî û hwd cih digrin, ji bo me serfîrazî û serbilindiyeke bê hempa ye. Ji bo vê jî em bi baweriyeke mezin dibêjin ku pergala me demokratîk e û di bingeha xwe de azadî û mafê hemû jinan di çarçoveyeke civakî, hiqûqî û destûra bingehîn de mîsoger bikin. Wiha jî ez dikarim bêjim ku model û pergala me ji bo xwe avakiriye ji bo hemû civak û jinên azadîxwaz, rêya herî nêz û rast a rizgariyê ye. Li ser vê bingehê hêviyên me ew in ku modela Rêveberiya Xweser û Netewa Demokratîk li tevahiya Sûriyeyê jî were pêkanîn. Ji bo ku hemû jinên Sûriyeyê yên Durzî, Elewî, Ereb, Asur û wekî din cihê xwe di nava pergala me de bigirin, wê hewldan û têkoşîna me berdewam bike.”
Bi vî awayî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji gel xwe ve dest bi têkoşîna azadiyê kirin, ked dan û qezenc kirin. A niha jî ew di nava hewildan û têkoşîna berfirehkirina vê pergalê de ne ku di Sûriyeya pêşerojê de mayînde û mîsoger bikin.
Sibê: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vejîna jinan: Emê bi hevpeymana civakî a jinê, pêşeroja jinên Sûriyeyê mîsoger bikin – 2