Nimûneya jiyana komînal: Gundê Carûdiyê

Li gundê Carûdiyê yê Dêrikê ku nimûneya jiyana komînal e şênî bingehên neteweya demokratîk bihêz dikin. Jinên li gund dijîn dibêjin ku bi komîn û xebatên kooperatîfê yên ava kirine, hevgirtinê pêk tînin û pergala komîn û kooperatîfan bersiva êrişan e.

BÊRÎVAN ÎNATÇÎ

Dêrik – Bi komînên tax û gundan û kooperatîfên li gundan, bingeha neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê bihêzkirin. Yek ji gundên ku pergala komînan lê jiyanî bûye û bi awayekî xurt xebatên xwe dimeşîne gundê Carûdiyê, yê girêdayî Dêrikê ye. Li gund bi pêşengiya jinan pirsgirêkên gund li komînê tên çareserkirin û bi kooperatîfa ku gundiyan ava kirine, aboriya xwe ya komînal bi pêş dixin.

Gundê Carûdiyê yek ji nimûneyên ji pergala komîn û kooperatîfa gund e. Gund ji 47 malbatên ji 7 eşîrên cuda pêk tê. Bi destpêkirina Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di 19’ê Tîrmeha 2012’an de komîna gund a bi navê Komîna Şehîd Kanî hatiye avakirin. Bi demê re di bin sîwana komînê de xebatên aborî, çandî, tendirustî, heta lijneya sulhê û hwd. hatiye avakirin. Girêdayî xebatên aborî yên Komîna Şehîd Kanî xebatên kooperatîfê jî hatine destpêkirin.

Di serdana me ya Dêrikê de ji bo dîtina jiyana komîn û xebatên kooperatîfê yên li Carûdiyê me jî berê xwe da gund. Jinên li gund ên di nava kooperatîfê de cih digrin li ser erdê ku çandiniyê lê dikin pêşwaziya me kirin. Heya nîvê şevê di nava erdê çandiniyê de me bi jinan re demê derbas kir, hinek fêrî xebatên wan bûn û paşê me berê xwe da gund.

Girêdayî pergala komînê û kooperatîfên ku li gund hatine avakirin hevseroka Komîna Şehîd Kanî ya gundê Carûdiyê û yek ji berpirsyara kooperatîfa gund Nêrîman Hisên axivî.

Pirsgirêk li komînê tên çareserkirin

Nêrîman Hisên avakirina pergalekê rast a komînê û bandora wê li ser têkiliya di navbera malbatên li gund dijîn de wiha vegot: “Ji berê ve hezkirina şêniyên vî gundî ji hev re heye. Malbatên li gund ji hev hez dikin û hevgirtineke mezin di navbera wan de heye. Ruxmê ku 7 eşîr li gund hene jî mirov nizane ku 7 eşîrên cuda ne. Ruhekî fedakar di nava gund de heye. Ji destpêka şoreşê ve me nehiştiye pirsgirêkek me biçin cihên jor. Em li cihên jêr çareser dikin. Ger pirsgirêkek me hebe em li gel hev rûdinên, komîteyên me hene û çareser dikin. Pirsgirêka gund be, rewşeke cuda be, her çi be em di navbera xwe de çareser dikin.”

Nêrîman Hisên anî ziman ku di bin sîwana komînê de rehendên sereke jî hatine avakirin û wiha got: “Komîteyên me yên silhê hene, yên aborî yên akademî hene. 5-6 sal berê perwerdeyek li gund dest pê kir 30 kes fêrî karê tendirustiyê bûn. Ez yek ji wan im ku fêrî alîkariya lezgîn, derzîlêdan û serûmê bûme. Perwerdeya hêzên cewherî jî li gund hat dîtin. Nêzî 30 kes, di parastinê de serwer bûn di nav wan de jin jî hene. Jin di vir de rola xwe baş dilîzin. Bi taybetî li gundê Carûdiyê karê jinan li pêş e yanî jin pêşengiya her tiştî dikin.”

Li gund yekem ceribandina kooperatîfê

Nêrîman Hisên anî ziman ku piştî di bin komînê de rehenda aborî jî hatiye avakirin biryar dane ku têkildarî xebatên aborî dest bi kooperatîfek bikin û wiha pê de çû: “Piştî ku şoreşê dest pê kir û me komîna xwe ava kir em gundî li hev rûniştin. Me got em ê tiştekî wisa berbiçav bikin ku hemû gundî jê sûdê bigrin. Wê demê bi alîkariya hemû gundiyan me hedîqeyek ava kir. Destpêkê me dar çandin yanî ne darên fêkiyan bûn. Paşê me got tiştekî bi sûdtir be wê baştir be. Me got em tiştekî bikin ku zarok û malbat jê bixwin. Me darên fêkiyan jî çandin paşê li kêleka wê hedîqeyê. Niha li hedîqeya me darên fêkiyan hene. Berhemên hedîqeyê li gemû gund tên parvekirin. Niha hêjîr û hinar hene li wê baçxeyê. 32 malbatên li gund bi hev re wê baxçeyê diçînin, li daran dinêrin û diparêzin.”

Bi hev re ked tê dayîn berhem wekhev tên parvekirin

Di kooperatîfa gundê Carûdiyê de li ser erdê 50 doniman îsal genim, kezbera û dexil hatine çandin. Nerîman Hisên da zanîn ku tevahî karûbarên pêwist ên kooperatîfê bi tevkariya malbatên di kooperatîfê de cih digrin bi awayekê koordîne tê meşandin.

Bi berdewamî têkildarî rêxistinbûna xwe ya kooperatîfê Nêrîman Hisên wiha got: “Malbat bi hev re diçin ber derasê, bi hev re karê ser erdê dikin. Niha davêjin ber derasê gelek nemaye ku xilas bibe. Niha qismek bar dike û qismek jî davêje ber derasê. Çi pêwistiya erd û kooperatîfê hebe ev 32 malbat bi hev re tevdigerin. Mînak em li hev kom dibin destpêkê dibêjin ewqas pere ji bo çandiniyê ango semade, derman û hwd. pêwist e. Her malbat qismek pere dide ji bo van pêwistiyan. Em pê pêwistiyan distînin. Berhema erd a ku tê bidestxistin jî li ser van malbatan tê parvekirin. Ji bo karê kooperatîfê em li hev rûdinên nîqaşên xwe dimeşînin. Em koman çêdikin her komek li ser karekî disekine. Niha 7 kes berpirsyar in diçin davêjin ber derasê. Ew tên bêhnvedanê 7 kesên din diçin vê carê. Karê me wiha bi rê ve diçe.”

Bi serkeftinên kooperatîfê bawerî jî zêdetir bû

Nêrîman Hisên bal kişand ser zehmetiyên ku destpêkê di avakirina kooperatîfê de jiyane û got ku hê beriya kooperatîf bê avakirin mîna ku bêbawerbûnek an jî nêzîkatiya ‘gelo wê bi ser bikeve yan na’ hebû. Nêrîman Hisên anî ziman ku bi 22 malbatan dest bi kooperatîfê kirinê lê bi berfirehbûna kar û baweriya ku li hemberî xebatên kooperatîfê çêbû niha hejmara wan gihîştiye 32 malbatan. Nêrîman Hisên wiha berdewam kir: “Dema ku kooperatîf bi ser ket, bêhtir bawerî da avakirin. Paşê bûn 32 malbat. Her ku diçe kar zêde dibe û beşdarbûna kooperatîfê jî zêde dibe. Pirsgirêkên ku destpêkê me dijiya gelek ji wan çareser bûn. Êdî karê kooperatîfê baştir hat famkirin niha bi halê xwe xebat dimeşe.”

Nêrîman Hisên bal kişand ku bi firotina berhemên zêde yên di destên wan de dimînin pêdiviyên kooperatîfê jî pêk tînin û wiha mînaka vê yekê da: “Par me patat di baxçeyê xwe de çand. Me pêwistiyên malan jê girtin û tiştên zêde mayî jî me bir Qamişlo li sûkê firot. Bi pereyê ku me bi dest xist me dubare pêdiviyên kooperatîfê pêk anî. Bi vê awayê me kooperatîfê jî bi pêş xist.”

Pêdiviyên gund bi nîqaşên li komînê tên destgirtin û çareserkirin

Nêrîman Hisên destnîşan kir ku hemû pêdiviyên binesaziyê yên gund jî bi nîqaşên di komînê de tên destgirtin û çareserkirin û wiha got: “Dîsa di bin sîwana komînê de em gundî li hev rûniştin di nîqaşan de hat ziman ku pêwistî bi çêkirina rê heye. Em bi şaredariyê re rûniştin, me daxwaz kir. Wan alî me kirin û me jî di nav xwe de pere kom kir ji gund û gundên li ser rê. Ew jî bi me re bûn alîkar û riya ku hem tê gundê hem jî diçe çend gundên din çêkir. Heta niha paqijiya gund li ser milên gund e. Em hemû bi hev re derdikevin û paqijiyê dikin. Heya niha me nehiştiye ku şaredarî were paqijiya gund bike.”

‘Pêşxistina kooperatîf û komînan bersiva êrişan e’

Di dawiya axaftina xwe de Nêrîman Hisên bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêgiriya ku li ser heremê tê pêkanîn. Nêrîman Hisên bi gotinên; “Dixwazim her gundekî karê kooperatîfê bi pêş bixe û ew bi xwe xwe bi rê ve bibin” bal kişand ku pêşxistina pergala komînê û xebatên kooperatîfan bersiva esasî ya li hemberî êrişan û rêgiriyê ye. Nêrîman Hisên got:

“Her gundekî dikare kooperatîfa xwe ava bike û xurt bike mîna gundê Carûdiyê. Pêdiviyên wan bi çi hebe ew dikarin li hev rûnin her gundekî dikare karê kooperatîfê bi pêş bixe. Em dixwazin her gundekî berpirsiyariyê bigre ser milên xwe, bi xwe xwe birêve bibe, karê kooperatîfê xurt bike. Pêşxistina karê kooperatîf û komînan bersiva wan kesan e ku dijminahiya vî gelî dikin. Her ku karê me bi pêş bikeve ew çiqas deriyan jî li me bigirin em ê têra xwe bikin û bi ser bikevin.”

‘Bi komîn û kooperatîfan hevgirtina me bihêz dibe’

Ji şêniyên gund û di heman demê de hevseroka lijneya silhê ya komîna Şehîd Kanî ya gundê Carûdiyê Najda Xelîl jî li ser jiyana xwe ya komînal a li gund nêrînên xwe anî ziman. Najda Xelîl jî bal kişand ku bi komîn û kooperatîfan ew hevgirtina xwe bihêz dikin û got:

“Em li gund karê xwe bi hev re dimeşînin. Hezkirin û hevgirtineke mezin di navbera me de heye. Karê me yê di komînê de çalak e. Ez bi xwe hevseroka lijneya silhê me. Di nava gund de dema ku du kes ji hev dixeyîdin em wan li hev tînin. Di rewşeke wiha de em komîn banî hev dikin bi hev re dibin alîkar û diçin pirsgirêkê çareser dikin.

Li gund di xebatên me yên kooperatîfê de em jin û mêr bi hev re kar dikin. Dibe ku karê ew dikin em nikarin bikin lê belê em jî karê dikarin dimeşînin. Niha di hedîqeya me de genim me xistibû firîkê. Me bi hev re çinî û bi hev re kar meşand weke jin û mêr.

Weke jinekê çi kar bikeve ser milên min pêk tînim. Di nav gund de çi pêwistî jî çêdibe ez jî di nav de cih digrim. Banga min ji bo jinan ew e ku em hemû bi hev re alîkar bin. Ez dixwazim jin hemû şiyar bin.”