‘Dema ku em bigihîjîn şert û mercên mirovî dê ji bo me bibe cejn’

Jina Efganî Nafiseh Shams a ku pişti Talîbanê rêveberiya welat desteser kir bi xizaniyê û ji bo ku kepek nan ji zarokên xwe re peyda bike têdikoşe got: “Dema ku em bigihîjîn şert û mercên mirovî wê demê dê ji bo me bibe cejn.”

BAHARÎN LEHÎB

Kabûl- Cejn di gelek welatên misliman de û di nava mislimanan de salê du caran tê pîrozkirin. Li welatên mîna Efganistanê di serdemên berê de cejn bi kêfxweşiyek dihat pêşwazîkirin. Di navbera malbatan de lihevnekirin di cejnan de bi aştiyê bi encam dibûn lê ji ber şerê ku 40 sal in didome, mudexaleya dewletên dagirker û avabûna hikumetên ne demokratîk, bû sedem ku kêfxweşiya gel her biçe kêm bibe. Talîbanê di 20 salên dawî de çalakiyên xwe yê întîharî bi taybetî di rojên nêzî cejnan de pêk anî û di wan êrîşan de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan. Di rojên cejnê de ji ber sedemên çalakiyên întîharê mirov hê jî şîna hezkiriyên xwe digrin.

Ligel şert û mercên zehmet ên rêveberiya Talîbanê, xizanî û bêkarî jî di asta herî jor de ye. Cejn ji bo gelê Afganistanê ku di bin xeta birçîbûnê de dijî êdî tu wateya xwe nîn e. Nafîseh Shams a ku di maleke xirabe de dijî û li bazaran kar dike dibejê: “Kesên ku cara ewil hatin serdana me kirin hûn in.  Ez û zarokên xwe bi zorê mesrefên xwe yên rojane derdixin. Em di nava xizaniyê de bi tena serê xwe mane. Piranî kes êşa xizaniyê dikşînin.”

'Em bi şev û roj birçî ne’

Nafîseh Shams di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku beriya demekê hevjînê wê di çalakiya întiharê ya Talîbanê de birîndar bûye û wiha pê de çû: “Hevjînê min êdî kar nake. Ez neçar im zarokên xwe bişînim kar. Ez nizanim li derveyî malê bi çi pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Beriya Talîban were, dikanek biçûk a hevjînê min hebû, me debara xwe bi wê dikir.Piştî hevjînê min birîndar bû jiyana me ya baş veguherî dojehê. Em şev û rojên xwe birçî derbas dikin. Cejn were jî di mala min de hewaya cejnê nîn e. Ez hewl didim kepek nan ji zarokên xwe re peyda bikim.” 

Nafîseh Shams  diyar kir ku pirsgirêka mal û xwarinê dijîn bi van hevokan tiştên dijî anî ziman: “Cejneke ku ji bo min û zarokên min xwarineke zêde bi xwe re bîne û hemû rehetiyên jiyanê hebe tune ye. Dema ku em bigihîjin şert û mercên jiyanê yên mirovî dê cejna rast ji me re çêbibe. Îro jî rêveberiya Talîbanê ya ku bi darê zorê hat ser desthilatdariyê guh nade dengê gel. Hikûmet ne di xizmeta gel de ye.”