Jinan nanê sêlê yê kevnar digihînin nifşên nû

Fatima El-Hamûd a li Reqayê dijî, nanê sêlê ya yek ji kevneşopiya Ereban e didomîne û keçên xwe hînî berdewamkirina çanda xwe dike.

YUSRA AL-EHMED

Reqa – Nanê sêlê ya yek ji kevnoşipiya Ereban e bi destê jina heya roja me îro tê ser sifreyan. Fatima Al-Hamud a li kantona Reqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî bi salan nanê sêlê çêdike. Fatima Al-Hamud a ku nanê sêlê ji dayika hevjînê xwe fêr bû aniha jî keçên xwe fêr dike.

‘Diviyabû hemû karên malên min bikira’

Fatima Al-Hamud, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku nanê sêlê ji ber pêdîviyê çêdikir û piştî zêviciye hîn zêdetir bi pêş xistiye û wiha gotinê xwe domand: “Li gor orf û edetan diviyabû hemû karên malê min bikira. Ez bi ajal û çandiniyê re mijûl dibûm. Dayika hevjînê min, min fêrî nanê sêlê kir. Êdî min jî dikaribû nan çêbikim. Me darên ku ji bo em bişewitînin ji cîhên dûr li ser serê xwe dianî.”

Fatima Al-Hamud wiha behsa çawanniya nanê sêlê tê çêkirin kir: “Em bi çend gavan nan çêdikin. Ard, xwê, şekir dixin nav teştê û bi kêmek avê distirînin, piştre maya dixin û 2 seetan bendê dihêlin. Carna şîr jî dixîn. Piştre hevîrê ku em qet dikin dikin topik. Piştre di nav firina ku bi heriyê hatiye çêkirin agir dikin û nanê ku me vekiriye dipijînin.”

Nanê sêlê fêrî keçên xwe jî dike

Fatima Al-Hamud  di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku nanê bi heskirin û bi hostatiyek mezin çêdikin û wiha pê de çû: “Berê jinan ji bo ku nan baştir çêbikin bi hevdû re diketin nav pişpirgê. Me digot ku yê ku nanê herî xweş çêdike ev nanpêj e. Em jin di cejn û pîrozbahiyan de tên cem hev û nan çêdikin. Nanê me li kêleka bi hemû xwarinên kevneşopî tê dayîn. 3 keçên min hene. Min wan fêrî çêkirina nan kir. Divê ew çanda me biparêzin.”