Armanc dike ku pirtûkxaneya wê ji bo ciwanan bibe ronahî

Mamoste û helbestvan Hoda Heddac armanc dike ku bi pirtûkxaneya li Suweydayê ava kiriye re fêrbûna xwendinê bide ciwanan, hêvî dike ku pirtûkxane ji bo ciwanên ku ji bo armancên xwe têbikoşin bibe ronahiyek.

ROCHELLE JUNIOR

Suweyda – Li Sûweyda ku civaka Durzî ya li başûrê Sûriyeyê piranî lê dijî, xwepêşandanên li dijî hikûmeta Şamê ku di Tebaxa 2023’an de dest pê kiribûn, bi pêşengiya jinan berdewam dikin. Mamoste û helbestvan Hoda Haddac ku yek ji jinên pêşengiya xwepêşandanan dike, bi pirtûkxaneya ku li Suveydayê ava kir piştgiriyê dide perwerdehiya ciwanan.

'Armanc ew e ku xwendekar perwerdeyeke baş bibînin'

Hoda Heddac armanc dike ku alîkariya ciwanan bike ku wextê xwe baş bikar bînin û bi pirtûkxane û qada xwendinê ya ku piştî teqawidbûna xwe vekir, fêrbûnaxwendinê bi dest bixin. Hoda Heddac da zanîn ku di pirtûkxaneyê de berhemên wêjeyî, felsefî û dîrokî hene û her wiha pirtûkên ku dê di dersên xwe de alîkariya xwendekaran bikin hene. Hoda Heddac got ku gelek xwendekar ji pirtûkxaneyê sûd werdigirin. Hoda Heddac da zanîn ku ji gelek pêkhateyan xwendekar tên pirtûkxaneyê û wiha got: “Armanca min ew e ku xwendekar perwerdeyeke baş bibînin û fêrbûna xwendinê bi dest bixin. Ez difikirim ku ev pir girîng e, bi taybetî di van salên şer de."

'Ew ê ciwanan teşwîqê xwendinê bike'

Derûnnas Sawsan Mesûd jî diyar kir ku ew piştgiriyê didin projeya pirtûkxaneyê û wiha got: “Ev proje di demeke ku asta perwerdeyê kêm dibe de dê ciwanan teşwîqê xwendinê bike. Naskirina dîroka xwe û dîrokên din û fêrbûna ji serpêhatiyên cuda bi xwendina wan, mirov pêşdixwe. Xwendin jî depresyonê kêm dike.”

'Em dikarin li hawîrdorek bêdeng bixwînin'

Xwendekarên Heba Oweydan, Raghad Deliqan û Hezal El-Huseyin diyar kirin ku pirtûkxane wan teşwîqê xwendinê dike û ji bo îmtîhanên xwe amade bikin jîngeheke xwendinê ya aram peyda dike. Her wiha xwendekaran diyar kirin ku pirtûkxane asta zanîna wan zêde kiriye û ew roman û pirtûkên çîrokan dixwînin û dikarin bi rêya înternetê lêkolînan bikin û bi vî awayî serkeftîtir bûne.