Jinên koçber:Di kampan de ji ber germahiya zêde nexweşî belav dibe

Bi hatina havînê re xelkê Efrînê ên ku ji cîh û warên xwe bûne û derbasî kampên Şehbayê bûne bi zehmetiyan re rûbirû ne. Jinên koçber diyar kirin ji ber germahiya zêde nexweşî belav dibe û konên wan hemû riziyane.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba- Bi hatina havînê re koçberên Efrînê ên li Şehbayê bi cîh bûne bi gelek zehmetiyan re rûbûrû dimînin. Di kampan de ji ber germahiya zêde kon riziyane û para wan ya avê jî kêm bûye ev pirskirêk taybet di zarok jin û kesên bi temen mezin de rê li ber nexweşiyan vedike.

‘Pileya germahiyê li ser jiyana koçberan bandora xwe dike’

Derbarê vê mijarê de Endama Meclisa Rêveberiya Kampa Berxwedan ya li bajarê Şehbayê-Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hediyat Şewket got: “Ji beriya 7 salan ve koçberên Efrînî yên li kantona Şehbayê di kampan û malên nîvwêrankirî de li ber xwe didin. Kampên kantona Şehbayê di demsala havînê de gelekî germ in û di zivistanê de jî bi sedema baranê av derbasî konan dibe. Gelek kon hene bi sedema tava rojê ya xurt û barana xurt rizyayî ne û nema tê bikaranîn. Pileyên germahiyê û jiyana di bin tava yekser de gelek nexweşiyan bi xwe re tîne bi taybet li ser zarok û temen mezinan. Di heman demê de gelek astengiyan li pêşiya karê jinên di kampan de dijîn vedike.”

Pirskirêka avê tê jiyîn

Hediyat Şewket di berdevamiya axaftina xwe de behsa zehmetiyên ku koçber bi sedema avê dikşînin kir û wiha berdevam kir: “Di havînê de av gelekî girîng e û ya herî tê bikaranîn e lê belê rêxistinên mirovî û aliyên têkildar li şûna avê zêdetir bidin koçberan UNICEF sala derbasbûyî av li ser koçberan bi temamî qut kir ji ber wê azarên welatiyan di vê havînê de zêdetir bûn. Dagirkirina Efrînê û kiryarên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî xelkê Efrînê neçarî koçberiyê kir û di kampan de bijîn lê belê ev ne sedem e ku teslîm bibin, em ê herdem li ber xwe bidin.”

‘Germahiya zêde gelek nexweşiyan bi xwe re tîne’

Emîne Mihemed yek ji koçbera Efrînê ye û derbasî Şehbayê bûye got:“Guhertina hewayê yekser bandor li tenduristiya koçberên kantona Efrînê kir. Koçberên Efrînê fêrî baxçeyên xwe bibûn. Germahiya zêde gelek nexweşiyan bi xwe re tîne. Bijîjkên taybet jî tune ne û piraniya dermanan nayên peydakirin

‘Li kampan roj li me dibe sal’

Fatma Ehmed ya bi nexweşiya dextê û gelek nexweşiyên din pê re heye got: “Dema em li ser axa xwe bûn me germahî hîs nedkir ji ber xaka dê û dapîrê me tijî dar û fêkî bûn. Lê koçberiya bi darê zorê û zehmetiya jiyanî di kampan de dihêle ku roj li me bibin sal.”

Fatma Ehmed di dawî de  diyar kir ku daxwaza wan ji 7 salan ve ew e ku dagirkerî ji xaka wan derkeve û vegerin cih û warên xwe.