Li Minbicê xebatên rojnamegeriya jinê

Xebatkara Jin tv. Mîdya Midûr diyar dike ku tevlibûna jinan a karên ragihandinê, fikr û ramanên ku xebata jinan tenê di warekî de bi sînor dibînin guhertiye. Jinan li wir dest bi karên çapemeniyê kirin, roj bi roj xwe bi pêş xistin.

 
SÎLVA ÎBRAHÎM
Minbic - Rojnamevanên jin ên li Bakur û Rohilatê Sûriyeyê diyar dikin ku zexta DAIŞ’ê li ser jinan dida meşandin, zexteke hişmendî bû, vê yekê jî tirsek kiribû dilê jinan û hatibûn merheleyek wisa ku êdî nikaribûn li ser malperên tora civakî nêrînên xwe parve bikin. Jinên rojnamevan ên li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka bûyerên li Sûriyeyê ve ji bo ku rastiyan ragihînin dixebitîn. Ji bo ku bikaribin hemû doz, kampanyayên azadkirinê û têkbirina DAIŞ’ê bişopînin her di nava tevgerê de bûn.
Şopandina bûyerên li qadan mijareke ku nedihat qebûlkirin bû
Xebatkara kanala Jin tv. ya li bajarê Tebqayê Mîdya Midûr li ser mijarê wiha dibêje; “Beriya sala 2011’an karê jinan ji aliyê rayedaran ve di çarçoveyek teng de bû lê di van salên dawî de jin di  hemû warî de kar û xebitîn. Ne tenê li Sûriyeyê li tevahiya Rojhilata Navîn jin di warê ragihandinê de hatibûn paşguhkirin.” 
Der barê sedemên ku bûn asteng jin nikaribûn bi awayekî baş, karê çapemeniyê bikin de jî wiha dibêje; “Adet û kevneşopî bûn sedem ku jin dûrî karên çapemeniyê bikevin. Ji ber ku di civakê de dema jinek derkeve ser ekranê yan kamerayê hilde yan bernameyek pêşkêş bike ew yek tê redkirin. Piştî bûyerên ku li Sûriyeyê rûdan gelek kom derketin û bi êrîşên xwe her derê talan û wêran kirin. Yek ji wan koman jî DAIŞ bû ku xeteriyek mezin li ser hebûna jinan çêkir. Terora herî bi xeter çeteyên DAIŞ’ê bûn. Çete bûn sedema êşkişandina bi hezaran jinan. Ji cil û bergan bigre heta derûniya wan bandoreke pir xirab li ser wan çêbû. Dema ku jinan ji bo xwe biparêzin li hemberî DAIŞ’ê serî rakirin û dest bi têkoşînê kirin, derbe li hişmediya DAIŞ’ê xistin ku êdî nikaribû bi rehetî xwe li ser civakê ferz bike.  
Karê jinan di çapemeniyê de ked û xebata ji bo hişmendiyê ye
Der barê kontrolkirina DAIŞ’ê di destpêka sala 2014’an de li Tebqayê jî Mîdya Midûr diyar dike ku tevlibûna jinan a nava karên ragihandinê, bû sedem ku ramanên ku divê jin tenê di warekî de kar bikin guhert. Jinan di vir de dest bi karên çapemeniyê kirin, roj bi roj xwe di wir de bi pêş dixist û bernameyên siyasî pêşkêş dikirin.  
Rizgarkirina Tebqayê di Gulana 2017’an de ji bo jin û keçan bû deriyek ku bikaribin derbasî çapemeniyê bibin. Piştî xilasbûna ji DAIŞ’ê hejmarek mezin ji jinan berê xwe dan xebatên ragihandinê, tevî ku zehmmetiyên vî karî dizanibûn jî ew xwedan israr bûn, wan têgeha şerm û guneh paşguh kirin. 
Mîdiya Midûr dibêje; “DAIŞ têk çûye lê ew tirsa di dilê jinan de hê jî maye, vê yekê karê li pêş me zehmet dikir. Me gelek astengî didît ji bo ku jinan îqna bikin û li pêş kamerayê bisekinînin.
Barê vê yekê diket ser milên rojnamevanên jin. Ji bo ku girîngiya karê xwe nîşan bidin û sînorê tirsê li gel jinan bişkînin, wan bigihîjînin asteke ku bikaribin xwe îfade bikin û tiştê ku di dema çeteyên DAIŞ’ê ê de jiyane vebêjin gelek hewl dan.”  
 Rojnamevanên jin ên ku di hemleyên rizgarkirinê de bûyeran radigihandin
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawarê ya bajarê Minbicê Selwa Ebid Rehman dibêje; “Ji berxwedana Kobanê bigre heta Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezorê rojnamevanên jin cihê xwe di hemleyên rizgarkirinê de girtin. Rojnamevanên jin lehengiya şervanan li hemberî çeteyên DAIŞ’ê ragihandin.”
Selwa Ebid diyar dike ku gelek rojnamevanên jin ji bo derxistina rastiyê mîna Dilîşan Îbîş di dema şopandina wê ji hemleya Dêrezorê re di 12’ê Cotmeha 2017’an de gihîştin asta şehadetê. Bi vê fedakariyê, jin li bakur û rojhilatê Sûriyeyê di her qadê de bi hêz û jêhatîbûna xwe dihatin naskirin. 
Selwa Ebid Rehman dibêje ku rojnamevanên jin rola xwe bi awayekî herî baş lîstine û wiha axaftina xwe domand; “Wan rastiya jinan ji tevahî cîhanê re aşkere kir ev jî bû sedem ku şoreşa jinan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi nave "Şoreşa Jinan" were naskirin.” 
Gelek serpêhatiyên jinan hê jî veşartî mane û nehatine vegotin
Der barê zehmetiyên ku di dema şopandina bûyeran de lê rast hatiye de wiha dibêje; “Me bi riya karê xwe yê li gundan tirsa jinan a ji adet û çeteyên DAIŞ’ê dît. Gelek çîrokên jinan hê jî veşartî ne zêdebarî dozên hesas wekî berdan, pirjinî, zewaca di temenê biçûk de û her wiha jinên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine kevirkirin û zarokan wan hatine revandin.”  
Selwa Ebid Rehman dibêje ku ji bo guhertinê pêdivî bi demê, tevî têkçûna DAIŞ’ê jî hin jin di wê tirsê de ne ku careke din li wan vegere. Hin jin hene ku heta niha cilên reş li xwe dikin, ji ber vê em bi riya rapor û nûçeyên xwe piştgirî didin wan.
Der barê nêrîna civakê ya li jinên rojnamevan jî Sewla Ebid Rehman wiha dibêje; “Jinan deng û rengê civakê derxist holê û gelek serkeftin bi dest xistin. Jin beşdarî kongreyên navdewletî bûn û doz û êşên jinan ji nêz ve dîtin û şopandin.
Selwa Ebid Rehman da zanîn ku divê rojnamevanên jin karibin bi civakê re bibin yek, ji pozbilindiyê dûr bisekinin, ji ber ku ragihandin beriya her tiştî pîşeyeke exlaqî û berpisyariyeke mezin e. 
Tevî dijwariya kar jî diviyabû em zext û binpêkirinên li dijî jinan aşkere bikin
Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawarê ya bajarê Reqayê Rûba EL-Elî dibêje; “Di destpêka xebata jinan de li bakur û rojhilatê Sûriyeyê di medyayê de, wan ji ber pergalek rewşenbîrî ya mîratî êş kişandin û wiha domand; “Me hewl da bandora tundrawî û têgihîştinên çewt ên li ser jinan ji holê rakin, ji ber vê yekê em bi gelek zehmetiyên ku me bi îrade û biryardarî derbas kirin re rû bi rû man. Bi hewldan û têkoşîna rojnamevanên jin, êşa rastîn a jinan û berxwedana wan li pêşberî DAIŞ’ê derket hole. Ajans û qenalên taybet bi destên jinan hatin vekirin. Fedakariya şehîdên me, ewrên ku ezmanê Reqayê nixumandibûn belav kir. Ji bo ku em hêjayî vê yekê bin, erka me ew e ku em gavên xwe yên têkoşînê berztir bikin û tawan û binpêkirinên ku bi destên DAIŞ’ê yan partiyên din hatibûn kirin nîşanî tevahî cîhanê bidin. Ez bawer dikim ku wekî rojnamevanek, ez dikarim civaka xwe bi pêş  bixim, ji bo ku bi civakên din ên pêşketî re bikaribe pêşbaziyê bike, bêguman ew jî dê bi riya çareserkirina rewşa jinan pêk were.”