"Jineolojî rêya hevjiyana rast û wekheviyê ye"

Endama komîteya Jineolojî ya Şehbayê Zahîde Memo behsa kar û xebatên xwe yên ji bo berfirehkirina zanista jinê di nav civakê de kir û ev tişt got: "Jineolojî li ser esasê çareseriya pirsgirêkên civakê û pêkanîna hevjiyana rast di nav her du zayendan de derket holê."

HESNA MIHEMED
Şehba – Jineolojî dixwaze hebûna jinan bi awayek zanistî bigire dest û wê îfade bike. Mantiqa Jineolojî li ser esasê di nav civakê de jin ne azad be, civak jî ne azade tev digere. Di heman demê de li ser pirsgirêkên zayendî ji xwe re dike mijar û li ser çareseriya wan dihizire. Her çiqas pirsgirêkên jinan di nava xwe de dihewîne jî pirsgirêkên giştî civakê jî digire dest û li ser lêkolîn dike.
Navenda Lêkolînînên Zanista Jinê
Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku bi Şoreşa jinan tê nasîn li kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yekem navenda lêkolînînên zanista jinan li Dêrikê hat vekirin û ji bo ku xebatên Jineolojî bê berfirehkirin li kantona Efrîn li ser asta herêma Efrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di 16'ê Tebaxa 2017'an de navenda Jineolojî hat vekirin. Di heman demê de li Efrînê yekem car li ser asta Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk biryar da ku "Jineolojî" weke babetek bingehîn di dibistanên navîn de bê dayîn. 
Piştî dewleta tirk a dagirker û hevkarên wê êrîşî Efrînê kirin û piştî berxwedana gel a 58 rojan di 18'ê Adara 2018'an de kantona Efrînê hat dagirkirin. Bi hezaran ji şêniyên Efrînê zextên dewleta tirk li ser xwe qebûl nekirin û koçî kantona Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Li wir ji nû ve sazî, meclis û rêxistinbûyîna xwe careke din ava kirin. Ji ber pêdiviyên gel di koçberiyê de bi zanista jinan hebû di 9'ê Çileya 2021'ê de navenda lêkolînerên zanista jinê "Jineolojî" li kantona Şehabyê hate vekirin. Ji bo naskirina kar û xebatên navenda Jineolojî li Şehbayê Endama Komîteya Jineolojî Zahîde Memo ji me re nirxandin kir.
“Jineolojî ji bo hevjiyana rast û wekheviyê derket holê”
Zahîde di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser zanista Jineolojî û ev tişt got: "Destpêkê wek zanista jineolojî di nava xwe de felsefe û zanistê digire dest. Jineolojî tê wateya zanista jinan û jiyanê pirsgirêk û rewşa tevahî pêkhateyên civakê bi taybetî yên jinan digire û bi wan re eleqedar dibe. Xebatên xwe li ser esasê hêmanên civakê dide meşandin. Ji bo jinan, lêkolînên kûr ji dîrokê dike. Jineolojî ji bo hevjiyana rast di navbera jin û mêr de di heman demê de ji bo pêkanîna wekheviyê di malbatê de derket holê û van xalan ji xwe re bingeh digire. Zanista jinan ji bo rakirina fikrên zayendperest ên ku bi hezaran salan di nav civakê de tê meşandin, tev digere, Rêber Apo jî ji bo ku dawî li fikrên zayendperestiya civakî were û civak bi reng û nêrîna jinan bê meşandin ev zanist peşkeş kir. Ji ber ku bi hezaran salan e berhem û keda jinan ji aliyê mêrên desthiladar ve hatiye xwarin. Em hewl didin her du hêmanên bingehîn ên civakê jin û mêr bigirin dest û lêkolînên xwe bidin meşandin."
“Bi zanista jinan wê jin ji zincîra koletiyê bên rizgarkirin”
Zahîde bal kişand ser girîngiya vekirina navenda Jineolojî li Şehbayê di rewşa koçberiyê de û wiha got: "Piştî koçberbûna şêniyên Efrînê û bicihbûna wan li Kantona Şehbayê, gelek mijar ango pirsgirêk di nav civakê de wek pirsgirêkên derûnî, civakî û kevnşopî rû dan loma pêwîstî bi zanistekê hebû ku bibe bersiv ji van pirsgirêkan re ew jî zanista Jinê bû. Me pêdivî careke din piştî Efrînê ku navenda Jineolojî vebikin û dest bi xebatên xwe bikin, dît. Me xebat li ser esasê rêxistinbûyîna di rewşa koçberiyê de û çawaniya xweparastina ji êrîşên şerê taybet ku li ser koçberan tên meşandin, kir. Em gavên jineolojî li ser van xalan diavêjin û hewl didin xwe bigihînin hemû jinên ku di civakê de dijîn û bi taybetî yên ku nikarin derkevin û bi rengên xwe bijîn, bi rêya zanista jinan em ê wan ji zincîra koletiyê rizgar bikin."
“Me xebatên xwe li ser esasê danasîna Jineolojî meşandin”
Di nav berdewamiya gotinên xwe de Zahîde diyar kir ku piştî amadekariyên mezin ji vekirina navenda Jineolojî li Şehbayê re jinan coşek mezin jiyane û ev tişt anî ziman: "Piştî amadekariyên pêwîst ji bo vekirina navenda Jineolojiyê li Şehbayê jin di nav coşeke mezin de bûn. Gelek lêpirsîn dema vekirina vê navendê li gel jinan hatin kirin ku bi kîjan rengî kar wê bê meşandin. Her jinek dixwaze mora xwe li navenda jineolojiyê bide û hebûna xwe bide nîşandan. Heyecanek mezin bi vekirina vê navendê re jinan anî ziman ku zanisteke heye parastina wan bike. Xebatên me destpêkê perwerdeya danasîna zanista jinê li tevahî wargeh, komîn û meclisan hat dayîn, di heman demê de qebûlkirinek erênî ji hêla jinan ve derket holê û gelek nîqaş hatin kirin. Ev gav ji bo meşandina xebatên me girîng bû û hişt ku em bêhtir xwe tevli jinan bikin. Her wiha me komxebatek bi navê "Jin û Siyaset" li dar xist û hejmarek mezin ji jinan jî beşdar bûn, me hewl da bi rêya van komxebatan misyon û nêrîna jinan di milê siyasî de derxînin pêş. Ji bo ku em karibin xwe bêhtir bigihînin pirsgirêkên jinan em hewl didin di demên pêş de endamên xwe di komîn û meclisan de eyar bikin û li gorî wê rêya çareseriyê bibînin."
“Li ser çareserkirina pirsgirêkên mêr jî xebat tên kirin”
Zahîde plansaziyên xwe yên demdirêj ji bo berfirehkirina zanista jinan di nav civakê de bi lêv kir û vegot: "Beriya avakirina navenda Jineolojî gelek nîqaş û civîn der barê meşandina kar û xebatan de hatin lidarxistin û plansaziyên xwe yên demdirêj me ava kir. Yek ji plansaziyên me yên demdirêj meşandina xebata lêkolînê ya di der barê civaknasiya civakî de bi taybetî civaka Şehba û Efrînê de ye. Gelek jinên Şehbayê hene dixwazin ji kevnşopiyên civakê derbikevin em jî li ser van mijaran nîqaş dikin û rêya çareseriyê ji wan re hewl didin diyar bikin. Ji bo ciwanan hewldanên me hene ku em kampa Jineolojî ava bikin ku tê de ciwan fêrî zanista jinan bibin. Dewreyên perwerdeyên girtî wê bên vekirin bi taybet perwerdeyên mêr ên giştî. Di heman demê de mijarên jin û malbat dê bên nîqaşkirin."
'Jineolojî wê bersiva êrîş û gefan be'
Zahîde di dawiya gotina xwe de da zanîn ku wê di demên pêş de gavên pêşketî ji bo berfirehkirina zanista jinê di nav civakê de bên avêtin û wiha bi dawî kir: "Divê em xwe di warê perwerdekirinê de xurt bikin da ku em bikaribin civakê jî perwerde bikin. Di heman demê de bi rêya perwerdeyê em dikarin rê li pêşiya êrîşên şerê taybet bigirin. Civaka ku xwe bi rêxistin dike û ji bo pêşketinê tev digere her rastî êrîş û gefan tê. Bersiva êrîş û planên ku li ser gelê me jî tên kirin, berfirehkirina xebatên jineolojiyê ye."