Koçberî, xizanî, jiyana li kampan û meha rojiyê

Di meha remezanê de êş, zehmetî, birçîbûn, nebûna derfetên kar, bîranînên rojên xweş û bihabûna ku jinên Idlibê li kampan pê re rû bi rû dimînin, hemû êşên ji ber dagirkeriya li ser herêmên wan e.

 
SIHEÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Di meha Remezanê ya îsal de ji ber ku li herêmê bombebarana balafiran tune ye li ser herêmê, her tişt bi aramî xuya dike lê jinên koçber bi awayekî din bi bombebaraneke cuda re rû bi rû dimînin. Ji ber ku li ser sifreyên wan a xwarina Remezanê pir cureyên xwarina wekî şêranî, goşt, tiştên datînin ber xwarinê tune ne, ji ber bihabûna zêde ya xwarin û madeyan û xizaniya zêde û nebûna derfetên kar.
Her wiha Jina bi navê Aida El-Sibîh 38 salî ye, ew kesek ji gundê rojhilatê Dêr û ji niştecihên Herbenûş e, der barê zehmetiyên ku di Remezanê de dibînin dibêje: "Remezan bi xemgînî me derbas dibe û gelekî bêriya adetên Remezanê yên gelêrî weke maseyên me yên xwarinê bi hestên kêfxweşiyê ye ku endamên malê li ser maseyek kom dike, vegera koçberan, ezîme çêkirin ji bo xizm û hevalên xwe û civatên malbatî li bajar û gundên me kiriye."
Aida El-sibîh hin jî atmosferên Remezanê bi bîr tîne ku di jiyana wan de berê hebû lê piştî guhertina bi salan ku li ser jiyana wan çêbûye wiha dibêje: "Endamên malê bi giştî di dema saetên fitarê de kom dibûn û piştî fitarê civatên malbatê dest pê dikirin û çûndina sûk û baxçeyan çêdibû. Kefxweşî li ser rûyê her kesî hebû ev atmosfer heya dema seherê saet 3 şevê bi dawî dibû lê niha em debara xwe ya rojekê di van konan de bi zorê dikin, em li ku bûn û gihîştin ku."
Her wiha di dema amadekirina xwarina xwe ya sade de jina pêncî salî Semîra El-Sileyman a ku ji gundê Tilmens koçber bûye gundê Selqîn li rojavayê Idlibê der barê bihabûna di meha Remezanê de dibêje: "Ev rojên zehmet ku mirov dijî wekî koçberî, xizanî ne bes be ku bazirganên şeran dewlemendiya xwe li ser milên kesên ku jiyan li wan bûye dojeh û rê li pêşiya wan hatiye girtin û di konan de bi hemû êş û zehmetiyên jiyanê re rû bi rû mane zêde dikin."
Bihabûna xwarinê 
Semîra El-Sileyman balê dikşîne ser bihabûna xwarinê û dibêje: “Di meha Remezanê de bihabûnek du qat çêbûye û jinên ku malê birêve dibin nema dikarin sêniyeke fetûş bi zebze çêkin" û mînaka bihabûnê dide û dibêje: "Kîloyek bacan beriya Remezanê bi du lîre û nîvan bû niha bûye 6 lîreyên Tirkiyeyê lê xiyar berê bi 3 lîreyan bû niha bûye 6 lîlayên tirk, goştê ferocan pir biha bûye keylok ji 11 lîrayên turk gihîştiye 16 lîrayan her wiha goştê pez kîlo 40 lîra bû gihîşt 65 lîrayê tirk. Em kesên xizan nikarin bi vê bihabûnê re debar bikin di hundirê konan de, em tenê birinc an savarê çêdikin ew jî ji em ji rêxistinên alîkariyê digrin heyanî Temer hindî û Ereq sûs û marûk tenê kesên dewlemend dikarin bikirin."
Belavbûna koronayê û tedbîrgirtina wê 
Ji ber dijwarbûna rewşa kampê ya zehmet ku ji bo vîrusa koronayê tedbîr nayên girtin ji ber hin tiştin ku ji veyrosê zehmet tir hen di nerîna wan de. Semîra El- Sileyman dibêje: " korona ji hemû xirabiyên li qampê çêtire." Dide diyar kirin ku di hindirê qampê de tedbîrên belav bûna veyrosa korona yê nayên girtin û rê û rêbazên pêşîlêgirtinê nadin meşandin, ya ku ji wanre giringe ew ku zarokên xwe ji birçîbûnê biparêzin û wan têrbikin û hewceyên zarokên xwe yên ku di demê bihabûnê û xizaniyê de nayê pêkanîn hewl didin pêk bînin.
Kêmbûna kêfxweşiya meha Remezanê
Li bakurê Sûriyeyê ji bo gelek gelan meha Remezanê wekî bîranîna zarokên wan ku şehîd, girtî û koçber bûne tê dîtin ji ber di vê mehê de hemû kes bi malbatên xwe re kom dibin her wiha Selam El-Omer ê 48 salî dibêje: "Ez nema şahî û kêfxweşiyê hîs dikim piştî ku kurê min Hisam ê 18'e salî ku beriya 7 salan di dema ku wê biçûya Libnanê ji bo ku li wir kar bikira li ser hacizê rejîmê hat girtin. Bi hisreta wî me ku rojekê kurê xwe bibînim û li min vegere." Her wiha ji ber hîsa windahiya kurê xwe digirî û dibêje: "Şer her tiştê di jiyana min de bedew bû ji holê rakir, şahî, hêvî wêran tune kir, şer welatê me wêran kirin û şewitand û pêre em jî şewitandin, tenê em li benda aramiyê ne." 
Li gorî nûnerên Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê li Sûriyeyê Ekcemal Mactîmova ku ji sedî 90 ji xelkên Sûriyeyê ye di xêzaniyê de dijîn, dema ku Berdevka Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî Elîzabêyz Baîrz hişyarî da ji bo qeyrana xwarinê ya li Sûriyeyê ji sedema derketina vîrusa korona yê.