Kerîma Êyco: Cudahiya min sedema serkeftina min e

Kerîma Êyco ya bejin kirin û di çavê civakê de kinbûna bejnê weke seqetî dihat dîtin li hemberî nêrîna civakê ya neynî li ber xwe da û xwe bi xewna xwe ve girêd da û derbasî sûka kar bû da ku ji her kesî re îsbat bike û bibêje ez li vir im.

 
HENAN HARIT
Mexrib - Kerîma Êyco ya 30 salî ji bajarê Merkaiş e yê Mexribê ji me re çîroka serkeftina xwe vedibêje, herî zêde jî di nava civakê de biçukdîtin çawan bandor li kesayetê nekiriye û got: “Revî kinya bejna xwe jî ez bi xwe serbilind im û tu carî ji xewnên xwe min gav paş de neda. Cudahiya min sedema serkeftina min e. Bejna tevahî malbata min normal e, bijîşkan bi dayika min re gotibûn dema ku ew ducanî bûye di lingên min de pirsgirêk hebûye.  Tevî ku Bijîşkan bi bavê min re gotin ku di riya emeliyatê re dikarin lingên min dirêj bikin lê ji ber ku malbat tirsya ku ew yek bandorê li pêşeroja min bike dev ji emeliyatê berdan.” 
“Ji ber kinbûna bejna min kesê ez nedigirtim kar”
Kerîma Êyco me vedigerîne pêvajoya xwendinê û wiha dewam dike: “Min bi şagirtinê hem temenê xwe re xwand, lê her gav ez ji aliyên hevalên xwe ve ji ber kinbûna bejna min dihatim biçûkxistin. Ger ku min guh bida axaftinên xelkê û xwe îqna bikra ku ez yek ji kesên xwedan hewcedariyên teybet im, min dê nikaribiya xwendina xwe berdewam bikra. Nêrînên neyînî ez bipaşve neşikandim û nehişt ku ez bi tecrîdê bifikirim. Berovajî wê, ew ji min re bûn teşwîqek ku ez bi ser kevim. Ez di xwendina xwe de serkeftî bûm. Di tu pêvajoyan de ez bi bin nektim, di her pêvajoyê de ez bi xewin û hêviyên xwe ve dihatim girêdan û min nêrînên civakê yên neynî derbas dikir. Min di sala 2008’an de  bawernamey amadeyî wergirt û bi vê serkeftinê gelekî ez bextewar bûm. Pişt ku min bawernameya amadeyî girt êdî min dest bi lêgerîna kar kir. Bi mebesta peydakirina kar min serî li gelek navendan dan ema hemiyan ji ber kurtbûna bejna min ez red dikirim.”
Kerîma ya dawiyê li hemberî hemû wan nêrînên biçuksixtinê bi ser ketî û di cihekê de dest bi karî kirî wiha qala karê xwe kir: “Sala 2013’an bo min salek bi şans bû. Min peywendî bi otele ya li Merakiş re danî, dema ku min serdana wir kir, ez rastî tu nêrînên neynî nehatim. Di wir de ez hatim qebûlkirin û min karî bixebitim. Ez li cem gelek kesan dihatim hezkirin. 
Kerîma ya ji ber belavbûna nexweşiya koronayê sal û nîvek ji dûr ve dixebite got: "Min ji civakê re îsbat kir ku seqetî û cûdahiya bedenî ji bo têkçûn û binkeftinê nabe hincet û a herî berbiçav di jiyana min de vîn û biryar e.”