"Bi riya zanista Jineolojî xwedî li civaka xwe derdikevin"

Navenda Jineolojî 3 yê Nîsana 2021'an li bajarê Helebê vebû. Rêveberiya Jineolojî Yasmîn Mihemed diyar dike ku ewê bikaribin bi riya zanista Jineolojî xwedî li civaka xwe derkevin.

SARA ŞÊX HESEN
Heleb - Jineolojî ango zanista jinan zanisteke li ser jinê lêkolîn çêdike û bi civakê re parve dike. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re Jineolojî jî xwe berfireh kir û hemû qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêxistin kir, her wiha di dibistanan de jî wek perwerde tê dayîn. Jineolojî li Herêma Efrînê di 16'ê tebaxa 2017'an de cara yekem hate vekirin. Paşê di 13'ê Îlana 20217'an de li bajarê Dêrîkê ya girêdayî Kantona Qamişlo, di 3'yê Çileya 2018'an li bajarê Minbiç, di 11'ê Çileya 2019'n li Hesekê, di 6'ê Adara 2019'an li Kobanê, di 9'ê Çileya 2021'an li Şehba û di 3'yê Nîsana 2021'an de li Helebê hate vekirin. Têkildarî kar û xebatê Jineolojî li Helebê Rêveberiya Navenda Lêkolînê ya Jieolojî Yasmîn Mihemed nêrîna xwe parve kir.  
"Vebûna Jineolojî deskeftiyên tevahî jinan e"
Yasmîn xebata Jineolojî li bajarê Helebê wiha dinirxîne: "Di 3'yê Nîsana îsal de navenda Jineolojî li Helebê bi awayê fermî vebû û ev du mehin kar û xebatê xwe bi rêk û pêk dimeşîne. Niha kar û xebatê me li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya Helebê tê meşandin. Weke ku em hemû dizanin di van her du taxan de berxwedaniyên destanî hatin jiyîn û îro jî bi saya xwîna bi hezaran zarokên me em destkeftiyên xwe ava dikin. Her wiha jin jî di wan berxwedaniyan de pêşengtî kir û di çeperên herî pêş de cihê xwe girt. Bi salan jin kar û xebat meşandin û îro jî navendek wek Jineolojî zanista jinê vekirin. Ev yek jî destkeftiyên tevahî jinan e.  Rêber Apo jî hatiye Helebê û bandora fikir û felsefeya wî li ser jinên Helebê pir e ku bi coş û morel kar û xebat didin meşandin."
"Bi kelecanek mezin navenda jineolojî li Helebê vebû"
Yasmîn diyar kir ku jin pêşenga civakê ye û afrînera jiyanê ye û wiha domand: "Rola jinan di civakê de pir diyar de ye. Dema jin lawaz bikeve civak lawaz dikeve, dema jin bi hêz be civak bi hêz dibe. Loma rol û erka jinê di nava civakê de pir girîng e. Niha me li ser bingeha pêşxistina zanist û zanyariya civakê xebatê Jineolojî pêş xistiye. Di encama van karan de kûrbûn, fikir, afrînerî, lêkolîna zanist pêş dikeve. Dema Jineolojî tê gotin yekser zimanê jin têde heye, bi rêya perwerdeyên Jineolojî hemû hişmendiyên zayindperest tê şikandin. Bi saya kar û xebatê Jineolojî di jiyana jinan de rehetiyek çêbû. Her wiha beriya ku em navenda xwe bi awayekê fermî vebikin me danasîna Jineolojî li her derê dikir û nêrîn û pêşniyarên sazî, dezgeh û jinan digirt. Dema navenda me hate vekirin hemû jin bi kelecanek mezin tevgeriyan ji ber navenda jineolojî cihê çareseriyê ye. Hemû jin bi meraqek mezin tevdigerin û dixwazin bi nasin jineolojî çiye û wê çi karê bide meşandin. Niha em bingeha pirskirêkan lêkolîn dikin, dinirxînin û çareseriya wê peyda dikin."
"Zanista jinê li her deverê didin nasîn"
Yasmîn herî dawî diyar kir ku ji bo zanista jinê pêş bikeve lêkolîn û perwerdeyên xwe di nava civakê de dom dikin û wiha bi dawî kir: "Em wek endamên Jineolojî da ku zanista Jineolojî li her deverê belav bibe û her mirovek vê zanistê nas bike em her di nava lêkolîn û perwerde kirina civakê de ne. Ji bo rastî derkevin holê xebatek mezin tên kirin. Niha jî em jineolojî li her derê didin nasîn, ji ber gelek bala jinan dikişîne. Em ê her kar û xebatên xwe bidomînin û asta karê jinê li her derê mezin bikin."