Krîza aborî êşa kesên astengdar li Lubnanê girantir dike

Koordînatora Bernameya Alîkariyê û Nivîsgeha Kar a Federasyona Astengdarên Bedenî ya Lubnanê, Nada Ozair, ji ajansa me re diyar kir ku rastiya kesên astengdar pir xirab e. Ji sedî 15 ji nifûsa Lubnanê pêk tên. Rêjeya kesên ku heya Adara 2021’ê qerta astengdariyê girtine 120 hezar kes e, di heman demê de hejmara kesên astengdar li Lubnanê bi qasî 400 hezarî tê texmînkirin.

CAROLÎNE BAZZI
Beyrûd- Kesên astengdar li Lubnanê ji ber qeyrana aborî ya ku rewşa dijwar a heyî girantir dike, di warê sûdgirtina wekhev a xizmetên tenduristiyê de bi zehmetiyan re rû bi rû ne.
Pergala kotayê li Lubnanê li ser qerta astengdariyê xwe bi cih kiriye. Ji ber ku hemû kesên astengdar ji Wezareta Karûbarên Civakî qerta astengdariyê distînin ku hin îmtiyazên wekî nexweşxane û kêmkirina bacê dide wan. Li hemberî wê yên ku ji astengdariyê êşê nakişînin qertê werdigrin da ku ji bo hin îmtiyaz û mafan li ser hesabê kesên ku heq dikin sûd werbigirin.
"Qerta astengdariyê bi rengek wekhev xizmetê nade astengdaran"
Koordînatora Bernameya Alîkariyê û Nivîsgeha Kar a Federasyona Astengdarên Bedenî ya Lubnanê, Nada Ozair, ji ajansa me re dibêje: "Rastiya kesên astengdar pir xirab e. Ew ji sedî 15 ji  nifûsa Lubnanê pêk tên. Rêjeya kesên ku heya Adara 2021’ê qerta astengdariyê girtine 120 hezar kes e, di heman demê de hejmara kesên astengdar li Lubnanê 400 hezar tê texmînkirin. Ev tê wê wateyê ku ev rêje hejmara rastîn temsîl nake û dikare were gotin ku ev qert jî bi rengek wekhev ji wan re xizmetan pêşkêş nake. Gelek astengî hene ku mirovên astengdar ji ber xirabiya rastiya aborî û belavbûna pandemiya koronayê re rû bi rû dimînin û di bin tecrîdê de ne."
Kesên astengdar li Lubnanê li çend herêman tên belavkirin. Rêjeya kesên ku qerta astengdariyê digrin ji sedî 39 e li deverên çiyayî yên Lubnanê, ji sedî 17 li Başûr, ji sedî 15 li Bekayê, ji sedî 12 li Bakur jî ji sedî 9 li Beyrûd û navçeya Nabatiyeyê ne. Ev daneyên ku ji hêla federasyona Lubnanê ve di Mijdara 2020’an de hatiye weşandin, di navbera ji sedî 43 ji bo jinan û  ji sedî 57 ji bo mêran e û di pirsnameyê de neteweyên cihêreng hene, di nav de Lubnanî, Sûriyeyê û Filistînî hene.
Nada Ozair got: " Em, wekî Yekitiya Lubnanê ji bo astengdaran, hewl didin alîkariya kesên ku xwe li me digrin bi riya nameyek ji rêveberê giştî yê Wezareta Tenduristiyê re, bikin da ku nexweş derbasî nexweşxaneyê bibin."
"Zêdetirî sedî 55 mirovên astengdar naxwazin derziya koronayê li xwe bidin"
Nada Ozair diyar dike ku di yekitiyê de, wan van demên dawî lêkolîn û vekolînek li ser rewşa tenduristiya kesên astengdar û yên ku ji qeydkirina li ser platformê sûd werdigirtin kirine da ku derziya koronayê li xwe bidin. Hin kes hene ji derziyê sûd wernegirtine û wiha li axaftina xwe zêde dike: "Der barê kesên ku derziya koronayê li xwe nedane de dane hene. Li gorî daneyan tenê ji sedî 13 derzî li xwe dane û ji sedî 55 jî naxwazin derziyê li xwe bidin, ew jî ji ber nebûna hişmendî û kampanyayên medyayî yên pispor ên ku mirovên astengdar armanc dikin e. Bi wan kampanyayan ji wan re tê gotin ku derzîlêdan ji bo wan baş e, nemaze ji ber ku kesên astengdar ji ber pêgirtina koronayê di xeterê de ne." 
"Sedemên ku nehişt hin kes qerta astengdariyê bi dest bixin"
Nada Ozair got: "Bi projeyên alîkariyê yên Yekitiyê, hin alav û amûrên bijîjkî hatin misogerkirin lê rêjeya ku hewcedariya wan bi alavê heye pir mezin e û kes tune ye ku bipirse yan alîkariyê bike û wiha domand: "Xemsariyek mezin a dewletê li hemberî van mirovan heye. Kesên ku di encama teqîna Beyrûdê ya di 4’ê Tebaxa sala borî de qewimî, ji nexweşiya pişikê êşê dikşînin, alîkarî û xizmetên dermankirinê yên pêwîst nagirin."
Hemî kesên astengdar qerta astengdariyê wernegirtine. Sedem, li gorî Nada Ozair, ji ber nebûna komîteyek bijîjkî, belavbûna Covid 19, zêdebarî destnîşankirina rojên dirêj ji bo wergirtina qertê. Em her kes jî êşa vê yekê dikşînin bi taybetî kesên ku di encama teqîna Beyrûdê de seqet mane. 
"Kêmasiya derman û bihayê wê yê zêde bû sedema mirina gelek mirovan"
Nada Ozair da zanîn ku qeyrana derman û bihayên wan, pir bandor li kesên astengdar kiriye. Pir kes ji ber ku nikaribûne derman peyda bikin jiyana xwe ji dest dane. 
Der barê alavên tendirustiyê yên wekî kursiya bi tekel an amûrên din de, Wezareta Karûbar ji ewlehiya wan berpirsiyar e. Nada Uzair dibêje; "Wezareta Karûbarên Civakî kursiyek bi tekel misoger dike û çar sal carekê ji bo kesê têkildar diguhezîne, ji derveyî vê wezaret tu alav û vekolînên tendirustiyê pêşkêş nake."
"Ji ber vê sedemê, jin ji zilaman kêmtir bersiv didin"
Li ser sedema ku zilam ji jinan bêtir bersiv dane pirsnameyê, Nada Uzair got; "Gelek sedem hene, di nav de parastina zêde ya jinan, tecrîdkirina jinên astengdar, nêrîna kêm an neyînî ya civakê li hember wan ku bandorê li wan dike. Em wekî yekitî ji bo xurtkirina karakterê jinên astengdar dixebitin. Mafê wan heye jiyana ku dixwazin hilbijêrin. Di heman demê de gelek malbat hene ku hebûna kesekî astengdar di nav endamên xwe de qebûl nakin û ev bandor li kesên astengdar dike, ji ber ku ew bi riyeke rast nayê teşwîqkirin. Ev mijar ji zilaman pirtir jinan bi bandor dike ji ber ku civaka baviksalarî ya ku em lê dijîn wiha ye."
Cureyên astengdariyê gelek in, di nav de astengdariya tevgerî ku rêjeya herî bilind e, rêjeya astengdaran di vê kategoriyê de dighîje ji sedî 56, astengdariyên hişmendî, axaftin, bihîstin û dîtbarî, û yên tevlihev jî hene.
"Min dest ji hin dermanên xwe berda ji ber ku nekaribûm bikirim"
Li taxeke Bûrc Hemûd a li bakur rojhilatê paytexta Lubnanê Beyrûdê, Anahîd Mardiros Antoyan di bin banê ku wê ji germahiya rojê diparêze de dijî lê wê ji şiliya ku bandorek neyînî li tenduristiya wê dike, naparêze. Anahîd nexweşa şekir e, ku bû sedema qutbûna lingekî wê û qutbûna tiliyên din ên wê û her wiha pirsgirêkên wê yên gurçikan jî heye.
Anahîd Antoyan nikare bimeşe, ji ber vê yekê ger ew bixwaze li dora mala xwe bizivire amûra xwe ya meşê bi kar tîne. Anahîd li gorî tiştên ku ew ji ajansa me re vedibêje, 14 celeb dermanan digre. Ew dibêje: "Ez hin celeb dermanan dibînim û yên mayî jî ez yan ji ber krîza kêmbûna dermanan an jî ji ber bihabûna wan nabînim."
Ew wiha berdewam dike; "Em di rewşek aborî ya xirab de dijîn. Hevserê  min dixebite lê mûçeyê wî ya mehane êdî têrê nake ku nîvê dermanan bikirim, ji ber vê yekê ez hewl didim ku dev ji hin dermanan berdim. Yekitiya Lubnanê ya Astengdarên Fizîkî ji min re alîkariyê pêşkêş dike, carna alîkariya darayî carna jî materyalên paqijkirinê." 
Li gorî ku Anahîd Antoyan ji ajansa me re dibêje ku wê qerta astengdariyê negirt; "Kes ji bo qertê serî li min nade û wiha didomîne; "Hevserê min li Fona Ewlehiya Civakî tomarkirî bû lê niha hevserê min ne xwedî temînatê ye û ez qertek astengdariyê bi dest naxim. Ez di yek salê de du -sê caran di nav 12 saliya xwe de diçûm nexweşxaneyê û her ku ez li nexweşxaneyê dihatim razandin yek tiliya min jêdibû û di dawiyê de lingê min hat jêkirin û bijîşk dest bi jêkirina tiliyên piyê min ê çepê jî kir."
"Min ji Wezareta Karûbarên Civakî bersiv negirt"
Anahîd Antoyan got: "Min gelek caran bi Wezareta Karên Civakî re têkilî danî û wan ji min re piştrast kir ku ew ê dîsa bi min re têkilî daynin lê heya îro min bersivek ji wan negirtiye."
Der barê xwesteka wê ya wergirtina derziya koronayê de dibêje; "Min  derziya koronayê wernegirt, ji ber ku ez ditirsim. Jixwe ez ji malê dernakevim û ger derkevim, du maskeyan bi kar tînim. Tirs sedema bingehîn e ku nahêle ez derziyê li xwe bidim.”
Ji bo Anahîd Antoyan xwarin û vexwarin ne xem e. Tiştê ku pê re eleqedar dibe ew e ku dirav ji bo kirîna dermanan bistîne. Bêderman, ez nikarim ji cihê xwe tevger bikim. Lêçûna dermanên min zêdetirî 500,000 lîreyên Lubnanê bû dema ku rêjeya danûstandina dolar li Lubnanê 1500 lîra, yan zêdetirî 300 dolaran bû lê îro, bi bihayên zêde, lêçûna dermanên min gelekî biha bûye.