“Ez tenê li gundê xwe bêhnê distînim”

Menfîa Çelîk a piştî bavê wê hat qetilkirin, di salên 90'î de gundê wê hat şewitandin û koçber bû, serpêhatiyên xwe mîna duh tîne bîra xwe. Menfîa Çelîk dibêje ku dewletê ji wê bav, bîranîn û zarokatiya wê stendiye ji ber wê tenê li gundê xwe yê ku salê carekê diçe û tê li ser keviran rûdine û nefesê digre.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Êlih - Li Tirkiyeyê, di salên 90'î de ji ber ferzkirina cerdevanî û zextan bi hezaran gund hatin valakirin, bi sed hezaran Kurd ji ber polîtîkayên koçberiyê koçber bûn, bi hezaran jî hatin qetilkirin. Tevî ku bi dehan sal di ser şewitandin û valakirina gundan re derbas bûne jî şahidên ku serpêhatiyên xwe ji bîr nekirine, dibêjin dewletê hem bîranînên wan hem jî malbatên wan ji wan stendine. Menfîa Çelîk ku li gundê Ulaş ê Kerborana Mêrdînê dijî, yek ji wan kesên bêhejmar e ku wek malbat para xwe ji van zextan girtine. Menfîa Çelîk jî neçar ma gundê xwe biterikîne. Piştî bûyerên di sala 1996’an de sê kesên ku di di nav de bavê wê û jinek jî hebû hatin qetikirin, bi ferzkirina cerdevaniyê neçar man ji gundê xwe derkebikevin, hemû tişt li gund hişt û koçî Hezexa Şirnexê bûn.
"Bavê min jî di nav de 3 kes hatin qetilkirin" 
Menfîa Çelîk bi van gotinan dest bi vegotina sirgûna ku jiyane dike: “Wê demê, ev bûyer nû diqewimîn. Li gundê me jî leşkeran tim êrîş dikirin û digotin, "Hûn terorîstan vedişêrin." Herî dawî li gund, bavê min û jinek jî di nav de sê kes hatin qetilkirin. Piştî wê bûyerê, wan ji me re gotin, 'yan hûn ê çekê rakin yan jî em ê gundê we bişewitînin'. Beriya ku em êşa bavê xwe bijîn, neçar man ji gundê xwe derkevin. Piştî ku em çûn, wan hemû malên gund, heta şikeftên gund jî şewitandin.”
"Piştî koçberiyê jî dewlet li pey şopa me bû" 
Menfîa Çelîk, diyar kir ku zextên dewletê, li cihên ku koçber bûne jî domiyane û bi van gotinan tiştên hatin jiyîn vegot, "Wê demê çend kesên ji gund gotin, 'ji bo ku gunê me neşewitînin em çekan bigrin' û birayê min li dijî wan derket û got, 'Kî çekê bigre destên xwe, ew ê bibe dijminê me'. Mirovan gotin "sê mirovên me hatin kuştin, hilgirtina çekan bêrûmetî ye" û ji gund derketin. Piştî ku em ji gund derketin, em çûn Hezexê. Li wir jî dewletê rojekê me rehet nehişt. Hema her şev bi ser mala me de digirtin. Hin şevan, ji tirsa em nikaribûn biçin tuwaletê jî.”
"Ez li ser kevirên xaniyên hatine xirakirin rûdinim”
Menfîa Çelik dibêje ku piştî koçberiyê li gundê wan her tişt şewitî ye û wêran bûye, wan nikaribûye gundê xwe ji nû ve ava bikin ji ber wê salê carekê diçe gundê xwe û li ser kevirên xaniyên hatine xirakirin rûdine. Menfîa Çelîk, diyar kir ku ew wan rojên ku jiyane tu carî ji bîr nake û wiha got: “Dewletê hem bavê min, hem gundê me û hem jî zaroktiya min ji min girt. Ez li wir ji dayik bûme û mezin bûme, em nikaribûn gundê xwe ji nû ve ava bikin. Li gund hê jî şopên xaniyên şewitî hene. Li taxa jor a gund tenê du xanî hatin çêkirin.”
"Ez tu carî bîranînên xwe û bavê xwe ji bîr nakim" 
Menfîa Çelîk, diyar kir ku tevî zarok bûye jî gelek tişt tên bîra wê û wiha got: “Çawa ku wê demê her tişt tê bîra min, ez bîranînên ku min li gund jiyan jî bi bîr tînim. Em hemû li gund yek bûn, dijmin ji bo wê yektiyê tune bike wiha kir. Ez wan rojan, bîranînên ku min li wî gundî derbas kirin û bavê xwe heta sax bim ji bîr nakim. Mala me li wir tune ye lê ez dîsa jî salê carekê diçim gundê xwe û li wir nefesê distînim û li ser wan keviran rûdinim. Ji roja ku em ji gund derketine, heta îro tenê dema ku ez wê derê bibînim nefesê distînim û li wê derê dizanim ez kî me.”