"Em ê rê nedin dagirker li ser axa me armancên xwe pêk bînin"

Dayikên kaçberên Efrînê bertekên xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman û gotin: "Kes nikare coş û îradeya gelê Kurd bişkîne. Heya em sax bin em serî ji dagirkeran re natewînin."

ŞÊRÎN ELÎ
Şehba- Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê her roj bi balafirên xwe êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Bêdengiya dewletên navneteweyî li hemberî vê yekê didome. Her roj dagirker Til Temir, Şehba û gundewarên Rojhilatê navçeya Eyn Îsayê hedef digrin di heman demê de jî herêma Efrînê di nav wan de ye. Daxwaza dewleta tirk a dagirker ew e ku Bakûr û Rojhilat Sûriyryê bixe bin desthilatdariya xwe. Girêdayî êrîşên ku li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên koçberên Efrînê nerazîbûn nîşan dan.
"Bi riya êrîşên dagirkeriyê nikarin îradeya me bişkînin"
Dayika Huriyê Yûsif a 64 salî ji gundê Gûliya yê navçeya Recoya Efrîna dagirkirî ye; diyar ku dewleta tirk a dagirker rojane êrîşî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dike û armanca wî ji van êrîşan ew e ku moralê gelê Kurd bişkîne û wiha got: "Armanca dewleta tirk a dagirker tunekirina Kurdan e, bi hovîtî êrîşî sivîlan dike her wiha dixwaze gundewarên Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Kes nikare gelê Kurd tune bike lewre Kurd bi hezkirina axê xwe bi rêxistin dikin. Banga min ji hemû rêxistinên navneteweyî re heye divê xwedî li sivîlan derkevin. Daxwaza desthilatdaran tenê perçekirina civaka Kurd e. Gelê kurd dê xwedî li mafên derbikevin lewre wekî hemû gelên cîhanê mafên jiyanê ji bo gelê Kurd jî hene."
"Heya sax bin em serî natewînin"
Fatimê Birko 60 salî ye ji navçeya Celemê ye êrîşên ser axa wan tê kirin şermezar kir û got: "Efrîn bihuşt e ger rojek ji jiyana min mabe bila li bihuşta min be. Em li benda welatê xwe ne û mîna berê jiyana bi ewle hêvî dikin. Gelê Kurd li dijî Erdogan û çeteyên wî şer dike. Her roj dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin lê tu bandora van êrîşan li ser me tune ye. Heya em sax bin, em ê serê xwe ji dijmin re netewînin. Ev çend sal in em ji warê xwe dûr ketine lê me warê xwe ji bîr nekiriye, her dem di fikra me de ye. Me wargeh li Kantona Şehbayê ji xwe re bi ewle dîtin, ji derveyî war û welatê xwe em naçin tu derê."
"Ruxmî zehmetiyên ku em dikşinin jî em ê li ber xwe bidin"
Edûlê Ehmed a 50 salî ye û ji nançeya Şiyê ye wiha axivî: "Dema ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirin me berê xwe da Kantona Şehbayê. Dewleta tirk a dagirker êrîşî miletên sivîl dike, ruxmî dorpêça li ser jiyana me em li ber xwe didin. Bi riya gefên xwe dixwaze îradeya gelan binpê bike lê di her berxwedanê de gelê Kurd ji bo berdêlên herî giran jî amade ye. Em li wargehan pir zehmetiyan dikşinin lê ev nabe astengî lewre coş û hêviya vegera welatê me bi re ye û em bawer dikin ku rojekê em ê bigihîjin jiyana xwe ya bi rûmet û li warê xwe bijîn."