"Em li peravên çemê Firatê dijîn, dîsa jî em astengiyan dijîn"

Jinên ji gundewarên li peravê çemê Firatê behsa bandora qutbûna ava çem li ser jiyana wan kirin û gotin: "Malên me li peravên çem in lê ev demeke dirêj e ku asta avê gelek kêm bûye. Ev yek jî ziyanê li xweza, lawir û mirovan dike. Tevî van astengiyan em ax û gundên xwe bernadin."

 
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Dewleta tirk di 27`ê Çileyê de para Sûriyeyê ji çemê Firatê qut kiriye. Dewleta tirk bi van kiryaran hevpeymana fermî ya di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ku divê di saniyeyê de 500 metre kûp derbasî axa Sûriyeyê bibe, binpê dike. Ev zêdetirî 7 mehan e ku dewleta tirk di saniyeyê de 100-200 metre kûp berdide. Ji ber vê şêniyên herêma Firatê gelek ziyanê dibînin.
Jinên ji gundewarên li peravên çemê Firatê ji ajansa me re behsa bandora kêmbûna ava Firatê li ser jiyana xwe kirin. 
"Jiyana bê av gelek dijwar e"
Jina bi navê Fehîme Îbo ya 64 salî ji gundê Qasimiyê yê Rojavayê Kobanê ye rewşa xwe ya beriya qutbûna ava Firatê anî ziman û got: "Ji ber ku gundê me li peravên çemê Firatê ye, me berê pembû li ber ava Firatê diçand her wiha me cil, mal û serê xwe jî pê dişûşt. Me bi keran av dikişand û karê xwe hemû pê dikir. Çandiniya wê demê gelek bi berhem û bereket bû. Sebzeyên di baxçeyan de gelek bi tam bûn. Me bostanên xwe diçandin û heta dawiya demsala payîzê jê dixwar. Ji ber ku wê demê av pir bû, pêwîstiya me bi ava bîran tunebû. Baxçeyên ku me vê salê çandin, ji 40 rojan zêdetir dirêj nekir û hemû hişk bûn. Fireng di meha çûyî de çêbûn lê em niha dikirin. Her wiha em bi 1500 lîrayên Sûriyeyê dikirin. Min ava firingan jî çêkir, dîsa jî buha bû. Ev yek jî vedigere sedema ku av kêm e û bostan zû hişk bûn. Me bostanên xwe hemû derman jî kir lê çîçek diweşin û pelên wan jî kome hev dibin."
"Em axa xwe ya şêrîn, bernadin"
Fehîmeyê bertek li hember kiryarên dewleta tirk nîşan da û got: "Ez demek berê çûm bajarê Minbicê min dît ku ava Firatê gelek kêm bûye. Li aliyê me jî asta wê kêm bûye. Me sê sal berê bîr kolandin, beriya ku dewleta tirk ava Firatê qut bike bi şev û roj av dida. Me duh jenerator lêxist lê av di bîrê de nemabû. Dewleta tirk dijminê me yê kevnar e, ew her tim kiryarên dermirovî pêk tîne. Lê em ji welatê xwe dernakevin û axa xwe bernadin. Axa me gelek şêrîn e, ji ber vê heta ku em sax bin em ê tevî zarokên xwe li ber xwe bidin." 
"Piraniya bîrên ava zuha bûn"
Her wiha jina bi navê Ruqeya El-Mihemed a 50 salî ji gundê Girê Sor (Til Ehmer) ê li Rojavayê Kobanê û li ber ava Firatê ye wiha axivî: "Ev zêdetirî 3 mehan e ku ava Firatê kêm bûye. Ji ber ku av kêm bûye seatên elektrîkê jî kêm bûne. Berê bîrên tevahî gund tijî av bûn lê ji ber ku ava Firatê kêm bûye gelek bîr zuha bûn. Dewleta tirk difikre ku ew ê bi van kiryaran me ji gundên me derxe lê ev axa me ya pîr û kalên me ye. Ma niha dibe ku em jî weke dewleta tirk biçin welatê wan xirab û talan bikin, ev yek nabe her welat sînorên wan diyar e. Lê dewleta tirk hemû tiştî binpê dike. Ji ber vê yekê em bimrin jî em axa xwe bernadin."