Li Lîbyayê kampanyaya hişmendiyê ya ji bo hêkdankên polikîstîk hat destpêkirin

Akademiya Lêkolînê ya Afrîkî-Emerîkî, li nexweşxaneya giştî ya Al-Hawarî bi hevkariya beşa vejandin û kiryariya laparoskopîkî, bi hatina meha hişyariya cîhanî re kampanyaya neteweyî û hişmendiyê li ser hêkdankên poliskîtî organîze kir.

ÎPTÎSAM AXFÎR
Bîngazî – Kampanyayê di 11’ê îlonê dest pê kir, di roja xwe ya yekem de, dersên hişmendiyê ji hêla komek şêwirmendên jidayikbûn û jineolojiyê ve hatin pêşkêşkirin. Kampanya ku dê heta 16’ê îlonê bidome, ji bo keçên di navbera temena 15-30 salî de, li bajarê Bingazî bi jimarek bijîjgehên taybet, bê beranber vedibe. 
Di derbarê vê kampanya ya ku li Lîbyayê tê lidarxistin de, ajansa me bi seroka beşa tibî û kiryariya laparoskopîkî ya li nexweşxaneya giştî ya Al-Hawarî, Hunaida Al-Majrab re hevdîtin pêk anî.
Hunaida Al-Majrab got: "Wekî ku em dizanin, Îlon meha hişmendiya hêkdankên polikîstîk e, ji ber vê yekê ji destpêka vê mehê ve, kampanyaya ku li Trablusê hatiye destpêkirin, niha li Bîngaziyê dîdome.” 
Hunaida Al-Majrab der barê naveroka kampanyayê de wiha dibêje; "Çalakiyên kampanyayê dê ji bo nexweşan û ji bo jinan bi gelemperî, dersek hişmendiyê bidin ku wan bi nîşanan bidin naskirin û pirsgirêkên ku di encama hêkdankên polikîstîke de çêdibin çi ne? Keçik an jinek çawa dikare xwe tesbît bike ku hêkdankên polikîstîk li gel wê hene? Dayik çawa bala xwe dide keça xwe û xwişk çawa bal dide xwişka xwe? Ji ber vê yekê em dikarin bi wan re bigihîjin tesbîtek zû ya hêkdankên polikîstîk, ji ber ku me di xebata xwe de dît ku lênihêrîn çiqas dereng be, rewş ewqas dijwartir dibe û ji ber vê yekê dermankirina wê jî dijwar dibe."
"Armanc tesbîtkirina nexweşiya hêkdankên polikîstîk û dermankirina wan e"
 Hunaida Al-Majrab got: "Em ê îro her jineke ku dixwaze bizanibe hêkdankên polycystic çi ye? nîşanên wê çi ne? pêşwazî bikin, pisporên xwarin û endokrinolog bi me re beşdar bibe û em ê vê nexweşiyê bi hûrgulî vebêjin û em çawa dikarin nexweş ji rewşa dijwar derxînin bi hevdû re fêr bibin. Dê pirsnameyek me hebe ku bijîjk dagirin û dê lêkolînek berfireh ji bo her keçek di navbera 15 û 30 salî de hebe û armanc ew e tespîtkirina hejmara nexweşiya hêkdankên polikîstîk û dermankirina wan e. Kampanya bê beranber e".
Hunaida Al-Majrab diyar kir ku ger kampanya biqede û hejmara jinên ku dixwazin li rewşa xwe binêrin pir be, kampanya dê heya dawiya mehê dirêj bike. Hanaida Al-Majrab di dawiya axaftina xwe de şîret li dayik û keçan kir û got: "Em her gav dibêjin ku çand di mijara hişmendiya hêkdankên polikîstîk de pir girîng e. Pêwîst e ku her dayik bala xwe bide tenduristiya keça xwe û bizanibe ku geşedanên bi wê re çêdibin çi ne. Mînak, ji kîlogirtina zêde ku ev yek ji wan nîşaneyan e ku divê dayik balê bikşîne ser û her wiha pizrik, pûrtê di rû de tê, weşandina por û birekûpeknebûna reglê. Ev hemû nîşaneyên hêkdankên polikîstîk in û divê xwişkên mezin jî bala xwe bidin xwişkên xwe yên biçûk". 
"Nexweşiya hêkdankên polikîstîk pir belav bûye"
Bijîjşk Atiqa Agribel, dibêje ku hatina wê ya îro ji bo bajarê Bîngazî li ser bingeha roja zanistî dawetiyê jê re hatiye şandin û diyar dike ku ew her dem li gel kampanyaya hişyarkirinê ya ji bo hêkdankên polikîstîk e. Her çend bernameya hişyarkirine li ser heman mijarê ye jî ya bajarê Al-Marj ji bernameya bajarê Bîngazi cudatir e. Ew kampanya li ser asta Lîbyayê tê lidarxistin û armanc yek e."
Kampanya li bajarê Al-Marj dê îro 13’ê Îlonê, were destpêkirin û jinên ji her qadî, çi bijîjk û çi jinên ji warên din de dê bibin mêvan û ew ê dest bi naskirina hejmara jinên ku bi nexweşiya hêkdankên polikîstîk ketine bikin. 
Atiqa Agribel diyar dike ku nexweşiya hêkdankên polikîstîk di nav jinan de pir belav e û wiha didomîne: "Em hewl didin wê mijarê zelal bikin, ji ber ku gelek tevliheviyên wê hene, di nav de şekirê xwînê, nexweşiya dil, penceşêra rehmê û nexweşiyên bêserûberiyê, ji ber vê yekê pêwîst bû ku ew bi rêzê werin destnîşankirin ku em bûyerên pêketinê kêm bikin û zû derman bikn.” 
"Hişyarkirina jinan li ser xetereyên hêkdankên polikîstîk"
Herî dawî ji nexweşxaneya perwerdeyê ya El-Marj bijîşk Hamida Al-Abbar diyar kir ku kampanyaya bajarê El-Marj dê bi beşdarbûna jinekolog, dermatolog û parêznasan were destpêkirin û ji ber ku ev kampanya pir girîng e, armanca wê ew e ku jinan perwerde bike, bûyeran fam bike û tiştên nû kifş bike.
https://www.youtube.com/watch?v=5lRg6ZdNwio